spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi wêneyan dibe dengê gelê xwe

Ajansa IMAGO di kovara xwe ya The Game Magazine de bi hevpeyvîneke xwe wênegir M. Masûm Sûer da nasîn.

Ajansa wêneyan a navneteweyî ya bi navê IMAGO Images ku navenda wê li bajarê Berlîn ê Almanyayê ye, di hevpeyvîneke taybet de ku di kovara înternetê The Game Magazine de hat weşandin de wênegirê navneteweyî Mehmet Masum Sûer bi aboneyên xwe û çapemeniya cîhanê re da nasîn. Suer ku ev demekê di ajansa wêneyan SO-PA Images a li Hong Kongê û komeke ajansê ya ku di nav de IMAGO jî heye re dixebite got, “Ez dixwazim bi wêneyên xwe bibim zimanê êş, kêfxweşî, hêvî û daxwazên kurdan”.

Di hevpeyvîna rojnamegera jin a Roshan ku ji koma Ajansa Wêneyan a IMAGO ye, çend wêne jî di nav de, wêneyê yekemîn ku wênegir û rojnamegerê navneteweyî Mehmet Masum Sûer di sala 1970’an de kişandiye, di hevpeyvînê de hatin weşandin. Rojnameger Fateme Roshan di destpêka hevpeyvînê de dema danasînaSûerji ciwanên ku bi wênekêşiyê re mijûl dibin re wiha got: “Hunermend Sûer di vê hevpeyvînê de serpêhatî û girêdana xwe ya kûr a kişandina çanda kurdî û belgekirina çîrokên xwe yên zêdeyî çil salan tîne ser ziman. Fêr bibin ka ew çawa di qadeke dijwar de bûye profesyonel û ji dilsoziya wî ya bêdawî ji hunera xwe re îlhamê bigirin.”

Mehmet Masum Sûer dema bersiv da pirsên kovarê, di salên 80 û 90’an de, ji nîveka salên 1970’yan ku dest bi wênekêşî û rojnamegeriyê kir, gêşedanên di warê amûrên ragihandinê yên medyayê û pîşesaziya wênegiriyê de û zehmetiyên ku di wê demê de hatin jiyandin kir. Ji bo girêdana telefonekê em bi saetan carinan rojeke li bendê diman. Ji bo ku em nûçe û gotarên xwe ji navenda xwe re bişînin, me makîneyên daktîloyê yên mezin bi navê teleks bikar dianîn. Me wêneyên xwe bi amûreke giran a bi navê telephoto, bi qasî valîzeke biçûk, digihand navenda rojnameyan an jî ajansê. Ev her du amûran bi girêdana telefonê dixebitîn.”

Dema ku di hevpeyvînê de bersiva pirseke weke “Ez weke kurdekî bi wêneyên ku min kişandine hewl didim pirsgirêk û serpêhatiyên gelê xwe ragihînim cîhanê.” Da û dewam kir. Wênekêş Sûer got, “Ez dixwazim bi wêneyên xwe bibim ziman, ji bo şahî, êş, hêvî û daxwazên kurdan. Bi wêneyên xwe yên weke Newrozê û wêneyên din ên çandî û hunerî, ez nirxên gelê xwe yên ku winda dibin, belge dikim.”

Wênekêşê navneteweyî Sûer, pirsa kovarê ya “Li gorî we bandora an rola wênekêşiya we di civakê de çi ye?” jî wiha bersivand: “Ji bo min wênegirî yek ji amûrên ragihandinê yên herî bihêz, hêsan û bilez e. Wênegirî peyamê bi zimanekî gerdûnî ku her kes jê fêm dike radigihîne û demê dicemidîne. Carinan, hûn dikarin bi wêneyekî bi riya kin bûyerekê bînin ziman ku hûn nikarin bi sedan pelên bi nivîsê bînin ziman. Ez difikirim ku hêza wêneyê ji dîmenên vîdyoyê bi hîn jî bi bandortir e. Ji ber ku hûn dîmenan di vîdyoyê de temaşe dikin û derbaz dibe û diqede lê wêne mayînde ye.

Zimanê hunerê û bi taybetî yê wênegirîyê gerdûnî ye. Ji bo fêhmkirina hin berhemên hunerî û berhemên din, belkî pêwîstî bi zanîna zimanê biyanî hebe lê wênegirî ne wisa ye. Ji bo têgihîştina wêneyekî, ne hewce ye ku hûn bi zimanê dayikê yê wênegirê ku wêne kişandiye bizanibin. Wêne bes e ku ji bo  xwe bîne ziman. Her wênegir, bi mijarên ku dikişîne ‘wênekêşekî neteweyî’ ye lê ji aliyê zimanê vegotinê ve gerdûnî ye. Bingeha wêneyên min çanda min a kurdî ye. Ji ber vê yekê ez dibêjim ‘Her wênekêş çîroka xwe vedibêje’.”