27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şer ne rêya çareseriyê ye

Ev demeke dirêj e ku hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê li gelek cihên wekî Zînê Wertê, Garê, Rewanduz û gelek cihên din hêzên xwe yên leşkerî li herêmê bi cih dike. Di encama van bicihkirinan de, hêzên girêdayî PDK’ê şeva 13’yê kanûnê êrîşî wesayîtekê kiribûn ku hêzên gerîlayên PKK’ê tê de û di encamê de 3 gerîla birîndar bûbûn.

Gelê kurd, KNK (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê), TEV-DEM (Tevgera Civaka Demokratîk), fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û gelek siyasetmedrên ev bûyer  rexne kirin û nerazîbûn nîşan dan. Der barê vê êrîşa hêzên PDK’ê de wezîrê pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl jî daxuyaniyek nivîskî parve kir û diyar kir ku ev bûyer xizmeta tu aliyekî nake û divê pirsgirêk bi rêyên cuda werin çareserkirin. Îsmaîl di daxuyaniyê de destnîşan kir ku wan peyama xwe gihandiye her du aliyan û wiha got: “Hêvîdar im her du alî ders ji dîrokê bigirin. Divê were zanîn, ev bûyer ne di xizmeta wan de ye, ne jî xizmeta niha û siberoja herêma Kurdistanê dike. Ji bo wê divê hemû alî hewil bidin bi şêwazên cuda pirsgirêkan çareser bikin.”

Îsmaîl di dewama axaftina de diyar kir ku wan di bûyera Sihêlayê de jî berpirsiyar agahdar kirine û pêşiya şerekî navxweyî girtine û da zanîn ku ew hêvî dikin dawî li hemû aloziyên di navbera hêzên kurdî were. SILÊMANÎ

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê