26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peymaneke dijqanûnî

Piştî 6 salan di 9’ê Cotmehê de hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê ku civaka êzidî di lepê DAIŞ’ê de hiştibûn û ji Şingalê vekişiyabûn û bûbûn sedema trajediyeke mezin, ji bo careke din vegerên Şingalê di navbera xwe de peyman danîn. Civaka êzidî li her derê li hember vê peymanê nerazîbûnên xwe tînin ziman, çalakiyan li dar dixin û her wiha vê peymanê jî wek ‘Fermana 74’an’ pênase dikin.

Der barê rewşa dawî de cîgirê Hevseroaktiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şingalê Hiso Îbrahîm axivî û diyar kir ku peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de amadekirina fermaneke nû ye û ev ferman bi qanûnan tê pînekirin.

Peyman dijqanûnî ye

Îbrahîm helwesta xwe ya li dijî her du hikûmetan wiha anî ziman: “Ji roja destpêkê ve me peymana di navbera Iraq û PDK’ê de red kir. Ji ber ku vîna şêniyên Şingalê paşguh kirin. Ev peyman dijqanûnî ye. Ên ev peyman îmze kirine û di sala 2014’an de êrîşî Şingalê kirine wekhev in.”

Armanca sereke ya peymanê

Hiso Îbrahîm bal kişand girîngiya rêxistinkirina civaka êzidî û derheqê armanca peymana Hewlêr-Bexdayê de û wiha domand: “Cara yekemîn civaka êzidî xwe birêxistin kir, pergala xwe ava kir, dest bi xwebirêvebirin û parastina hebûna xwe kir. Armanca sereke ji vê peymanê ew e ku nehêlin civaka êzidî xwe bi rê ve bibe û parastina xwe bike. Delîlê vê yekê jî ew e; piştî ewlehî û aramiya li Şingalê û vegera koçberên êzidî ev peyman pêk hat.”

Îdiayên bêbingeh

Tê zanîn ku hikûmeta Iraqê û PDK’ê armanca peymana xwe wek belavkirina ewlehî û aramiyê û vegera koçberên êzidî bi nav dikin. Hiso Îbrahîm der barê vê mijarê de jî ev tişt anî ziman: “Ev îdia bêbingeh in. Ji ber ku ewlehî û aramiya li Şingalê li Bexda û Hewlêrê tune ye. Têkildarî vegera koçberan jî ew behsa êzidiyan nakin, behsa kesên ku li nêzî Şingalê dimînin dikin û ew di êrîşa 2014’an a li ser Şingalê de piştgirî dabûn çeteyên DAIŞ’ê. Ew behsa kesên serên zarokên me jê kirin û jinên me firotin û niha li Hewlêrê di hembêza PDK’ê de dikin.”

‘Bila êzidî bêdeng nemînin’

Her wiha Îbrahîm got ku ji têkbirina komployên li ser Şingalê dê civaka êzidî bi rol û mîsyona xwe rabin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê hemû êzidî yên li Şingal û cîhanê li derdora vê rêveberiyê kom bibin û li hemberî komployên li dijî êzidiyan bêdeng nemînin. Li ser vê yekê em bang li hemû êzidiyên ku di bin banê PDK’ê de dixebitin dikin ku ji koletiyê xilas bibin û vegerin Êzidxanê û ji bo berjewendiyên civaka êzidî bixebitin. Her wiha em bang li gelê xwe yê başûrê Kurdistanê yên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê destek dan me, dikin ku li dijî van polîtîkayan bisekinin. Em bang li gelê kurd ên çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê dikin ku li hemberî xeteriyan hêzên xwe bikin yek.” ŞINGAL

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê