26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê li dijî siyaseta demokratîk

Di ser girtina siyasetmedarên kurd re 5 sal derbas bûn. Siyaseta kurd û gelê kurd girtina siyasetmedarên kurd wekî “darbeya siyasî” pênase dike. Zextên li serd siyaseta kurd berî wê jî û pişti wê jî bê navber didomin.  Di navbera Şandeya Îmraliyê û hikumeta AKP’ê de di 28’ê Sibata 2015’an Peymana Dolmabahçeyê hat îmzekirin. Pişt re Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan peyman red kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de ji sedî 13 deng stend û bend derbas kir. AKP’ê di vê hilbijartinê de îktîdara xwe winda kir. Piştre AKP û MHP bûn yek û hilbijartin betal kirin. Di 1’ê mijdarê de dîsa hilbijartin çêkirin. AKP û MHP bi îtîfaqê hatin îqtîdarê. Îktîdara AKP’ê pêvajoya çareseriyê xera kir “mekanîka darbeyê” xist dewreyê. Tevgera siyaseta kurd girtina parlamenterên HDP’ê ya di 4’ê Mijdara 2016’an de weke “darbeya siyasî” pênase kir. Di şeva 4’ê Mijdarê de tişta bi serê HDP’ê de hat, girtina parlamenterên DEP’ê ya 2’ê Adara 1994’an û girtina siyasetmedarên kurd a di 14’ê Nîsana 2009’an de di bin navê “KCK’ê” de pêk hat anî bîra mirov. Bû darbeya sêyemîn a li dijî siyaseta kurd. Girtinên di 4’ê Mijdarê de wek di çarçoveya “Plana Têkbirinê” ya biryara wê di cotmeha 2014’an de ji aliyê Desteya Ewlehiya Milî (MGK) ve hatibû girtin hat nirxandin.

332 kes hatin kuştin 

Binçavkirina  siyasetmedarê kurd û parlamenterê HDP’ê Îdrîs Balûken a şeva 4’ê Mijdarê ya li navenda giştî ya HDP’ê bi şiklê darbeya 2’ê adara 1994’an a li dijî parlamenterê DEP’ê anî bîra mirov. Piştî AKP/MHP’ê polîtîkayên şer xist meriyetê di 24’ê tîrmeha 2015’an de bi dehan balafirên şer çiyayê Qendîlê bombe kir. Ev dîrok bû destpêka konsepta şer. Piştî êrîşan di 28’ê Tîrmeha 2015’an de Serokkomar Erdogan li Balafirgeha Esenbogayê got ku wan pêvajoyê qedand. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê MHP bû hevkarê AKP’ê. Di vê pêvajoyê de li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyê (TÎVH) 78 kes jê zarok, 71 jin bi giştî 322 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Teklîfa rakirina destnedayîna parlamenteran di 12’ê nîsana 2016’an de pêşkêşî Meclîsê hat kirin. CHP’ê jî destek da AKP’ê û di 20’ê gulana 2016’an de destnedayîna parlamenterên HDP’ê hat rakirin.

Di rojên guhertina Destûra Bingehîn ku di meclîsê re derbas bû, der barê 55 parlamenterên HDP’ê de 511 fezleke hatibûn amadekirin. Parlamenterên HDP’ê di pêvajoya Rewşa Awarte de hatin girtin. Di wê serdemê de her roj bi ser avahiyên HDP’ê û DBP’ê de dihatin girtin. Qeyûman tayînî şûna hevşaredarên HDP’yî dikirin û hevşaredaran digirtin.

Şeva 4’ê Mijdara 2016’an Hevserokên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, wekîlê serokê koma HDP’ê Îdrîs Baluken, parlamenterên HDP’ê Selma Irmak, Leyla Bîrlîk, Gulser Yildirim, Abdullah Zeydan, Ferhat Encu, Nîhat Akdogan û Nursel Aydogan hat girtin.

Ji roja girtina siyasetmedaran ve binçavkirin û girtina parlamenterên HDP’ê, hevşaredarên HDP’ê, rêveberên HDP’ê û endamên HDP’ê didomin. Li gelekan ceza hat birîn. Gelek caran dadgehan biryara tahliyeya parlamenteran da jî lê bi destê îktîdarê nehatin berdan.

Bi dehan salan ceza li parlamenterên HDP’ê hatin birîn. Gelek parlamenterên HDP’ê ji ber cezayên li wan hat birîn, ji neçarî derketin derveyê welat.

Parêzeran ji bo hilbijêrên HDP’yî serî li Dadgeha Mafên Mirova ya Ewropa (DMME) dan. DMME ji bo Selahattîn Demîrtaş biryar da û ji Tirkiyê xwest demildest were berdan.  Lê cezayê 4 sal û 8 meh ê girtîgehê erê kir û Demîrtaş kirin pozîsyona hikumxwar. Piştî vî cezayî dadgehê di danişîna Demîrtaş a di 2’ê îlona 2019’an de biryara tahliyeya Demîrtaş da. Lê di 20’ê îlonê de dadgehê ji nû ve ji bo Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag biryara girtinê derxist û ew da girtin.

Buldan: Plana çokşikandinê ye

Têkildarî operasyonên li dijî HDP’ê hevseroka giştî ya HDP’ê Pervûn Buldan li meclîsê gotibû; “Darbeya 4’ê mijdarê ya li hemberî parlamenter û hevserokên giştî yên partiya me li dijî vîna parlamentoyê û gel pêk hatin. Em çima ji 4’ê Mijdarê re dibêjin darbeya siyasî. Ev operasyona derveyî hiqûqê ya dîl girtinê li dijî siyaseta demokratîk û demokrasiyê pêk hatiye. Darbeya 15’ê Tîrmehê bi destê AKP’ê werguherî derbeya siyasî. Di nav 4 salan de hevserokên me yên giştî, parlamenter, hevşaredar, rêveber û endamên me jî di nav de nêzî 20 hezar kes hatine binçavkirin û nêzî 10 hezara ji wan bi awayekî bêhiqûq hatine girtin. Şaredariyên me yek bi yek hatin xespkirin. Biryara operasyonên li hemberî partiya me di 30’ê cotmeha 2014’an de di civîna MGK’ê de bi Plana Çokşikandinê re dest pê kiriye. Ev plan; 2’emîn Plana Islahata Şeqê ya AKP-MHP’ê ye.”

Temellî: Hişmendiya naxwaze pirsgirêka kurd çareser bibe li ser kar e

Hevserokê giştî yê berê yê HDP’ê Sezaî Temellî  di pevpeyvîneke Ajansa Mezopotamyayê (MA) de anîbû ziman ku di 5’ê Nîsana 2015’an de bi xerakirina maseyê sepana tecrîda girankirî li Îmraliyê dest pê kir û wiha gotibû: “Beriya tecrîdê û hilbijartinê jî Peymana Dolmabahçeyê ji holê hat rakirin. Mase hat qelibandin Bi êrîşa ser Kobanê re desthilatdariya AKP’ê di cotmeha 2014’an de civînek Desteya Ewlehiya Milî (MGK) pêk anî. Aqilek naxwaze pirsgirêka kurd çareser bike. Dixwaze siyaseta demokratîk têk bibe. Partiya me di 7’ê Hezîranê de kir ku êdî divê çareserî pêk were. 7’ê Hezîranê dawiya wan anî. Lê îktîdarê encama hilbijartinê qebûl nekir û aqilê dewletêxist meriyetê. Em vî aqilî ji vê kêliyê şûn ve hin bêtir dibînin ku çawa tevger dike. Heta îro jî ev pêvajoya giran dewam dike. Gelek komkujî pêk hatin û gelek bajaran hatin hilweşandin.”

Temellî, diyar kiribu ku tasfiyekirina siyaseta demokratîk di 20’ê gulana 2016’an de bi rakirina destnedayîna parlamenterên HDP’ê dest pê kiriye û wiha axivîbû: “Aqilê 20’ê gulanê di 4’ê Mijdarê de hat ser kar. Ji bo bingeha 4’ê Mijdarê were amadekirin, di 20’ê tîrmeha 2016’an bi hênceta hewla darbeyê Rewşa Awarte (OHAL) ji aliyê AKP’ê ve hat ragihandin û pêvajoyek giran da destpêkirin.

HDP li fikrên Ocalan xwedî derket

HDP di navbera 2013 û 2015’an de xwedî li fikrên Ocalan derket û hêj derdikev û partiya tekane ku xwedî li çareseriya demokratîk derdikeve ye.”

Temeli anîbû zimanku dixwazin HDP’ê tune bikin û wiha lê zêde kiribû: “Heke Kobanê biketa dê îro li axa Sûriyê û Rojhilata Navîn Tirkiye û DAIŞ’ê bi hev re bigeriyan. Ji ber ku Kobanê parastina mafê mirovahiyê û azadiyê bû îro radibin HDP’ê ji ber têkoşîna Kobanê sûcdar dikin. Dixwazin ser heqîqeta Kobanê biniximînin.”