6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê tirk û kurdan ê 1307 sal in ku berdewam e

Helbet ev şerên bi tirkan re hatî kirin, di navbera her du gelan de dijminatiyek, bêbaweriyek bi xwe re anî û bû sedêm ku kurdên li Xorasan belav bibin; pergala wan a zendî-êlî têk herê û ew bikevin bin desthilatdariyên din

Piraniya mirovên ku ve sernivîsê û nivîsê bixwe bixwînin ê bi min bawer nekin ku şerêkî bi vî rengî, yanî 1307 sal in dewam dike, heye. Hinek dikarin bêjin ku `tiştekî wiha nîn e; em biran e û misilman in`. Lê kî çi dibêje bila bibêje, dîrok rastiya li ber me radixe. Pêwîst e em qertên di destên xwe de vekin, aşkera bînin ziman û kesek jî hewl nede ku hem xwe, hem jî kesên din bixapînê. Ji bo her kesî baştir e ku em rast bihizirin, rast binivîsînin û rast jî tevbigerin. Ji bo hinekan rastiya dîrokî dibe ku tirş be lê lêkolîn didin xûyakirin ku 1307 sal in şerê tirk û kurdan berdewam e. Em ve yekê ji ku dizanin?

Yek ji damezirênêre dîroka tirkan weke tê zanîn prof. Farûk Sumer e (Oxûzlar -Turkmenler; Stenbol 1999, rûp: 24); ew beşeke kurdan wek `Oxûz û Turkmen` bi nav dike û di pirtûka xwe de dibêje: ”Dema Îl Tirîş Kaxanê tirk xwest ku dewleteka tirk damezirînê li hember xwe oxûzên bihêz dîtin. Bi wan re penc caran di salên 715-6 an de şer kir. Hikumdarê wan ê bi navê Baz Kaxan di şerê dawî de têk çû, dewleta Oxûz ji holê rabû û ew ketin bin desthilatdariyê. Di sala 717’an de oxûzan xwe avêtin paş çiniyan.  Îl-tirîş bû kaxan bi şûndê li başûr çînî, li rojhilat kitan, li bakûr jî oxûz pir kuştin. Li ser kevirê ji bo Bilgê Kaxan hatî daliqandî de ji bo oxûzan `Sir Neh Oxûz` hatiyê nivîsandin. Wateya ´sir´ tam nehatiyê fêhm kirin. Neh oxûzan di dewleta Gokturk û Ûygûr de wek duyêmîn hêz cIh girtin. Ûygûr û Oxûz ne qewmek e. ”Di lîteratura dîroknivisên tirk de heta piraniyên cîhanê de peyva kurd derbas nabe; ew yek. Ya din, dîroka kurdan û tirkan hîna jî bi kûrahî nehatiyê lêkolînkirin. Lewra oxûz-turkmenê ku Sumer qal dikin kurd bixwe ne! Di nivîsên pêş de ez ê li ser kurdbûna wan binivîsim. Di çend hevokên nivîskar dinivisî de jî xûya dike ku nav an leqaba serokê wan Baz ê ku navekî kurdî ye û tê wateya çûk/balindê. Dîsa Neh oxûzên tên qalkirin jî zend û êlên girêdayî Qereçoriyan in.

Helbet ev şerên bi tirkan re hatî kirin, di navbera her du gelan de dijminatiyek, bêbaweriyek bixwe re anî û bû sedêm ku kurdên li Xorasan belav bibin; pergala wan a zendî-êlî têk herê û ew bikevin bin desthilatdariyên din. Piştî vî şerî jî Sûmer bi awayekî girtî nêzikatiya tirkan/selçûkiyan e kurdan bi wan hevokan tînê ziman: ”Di serdêma Alpaslan û Melîk-Şah de erkên girîng nedidan turkmenan; ew didan memlûkiyan û farisan lê ne turkmenan. Wezîr Nizam ûl-Mûlk ji sultan re dibêje `turkmen pir in, wan xizmeta dewletê pir kirin, pir zahmet kişandin, di dewletê de mafê wan heye, wan medin xeyidandin, ji wan çend hezaran terbiyê bikin û weke Memlûkan texin xizmeta dewletê` lê ew dîtin û daxwaz ji alî rêvebirên selçûkî ve nayê pêjirandin.” Ew roj ew roj e rêvebirên dewlatên tirk ji kurdan ditirse, wan nakin şîrîkê dewletê û bi awayekî layiqê biratiya têyî qalkirin nêzik nabin.

Li hember vê sîstema selçûkiyan ku înkara kurdan (ew weke oxûz û turkmen bi nav dikin) dike, heta dixwaze ji holê rake, weke kolê û eskerên xwe bi kar bîne, yek ji hêza serdêmê ya mezin Memlûkan sîstemeke nermtir meşandiyê ku ji alî kurdan ve jî dihate qebûl kirin. Wê yekê Sumer (rûp:179): ”Heta hakîmê Cizîrê û yên Sûriyê Zengî ji malbata tirk (hûn kurd bixwînin) Memlûkan bûn. Qewmeke şervan û pir bûn. Ji ber ve yekê ji Maverûn-nehre de bigire li Îranê, Anadol û Sûriyeyê hêza duyêmîn mezina dewletan bûn. Hêzeka tu car teva nedibû ya yedek bû” tînê ziman. Weke hatî nivîsandin, kurdên di şer de têkçûne û yekitiya xwe êlî windakirî, ji gola kurdan (Aral) bigire heta Şam û Kahîrê ji dewletên xelkê re bûne hêza eskerî û her tim ji bo wan xwîna xwe rijandine.

Ji aliyekî de jî bi awayekî ne kolektîf her tim xwestinê ji bindestiyê rizgar bibin, li hember fişarên dagirkeran serê xwe rakin, bi dîn û çanda xwe bijîn. Ve yekê em di serdêma moxolan de jî dibînin. Dr Yaşar Demîr (Selçuklular, Mostar, Stenbol 2020, rûp:179) dibêje: ”Turkmenê ji ber Moxolan hatine Anatoliyê herêm kirin nava kaoseka mezin. Dema selçûkiyan xwest ve yekê bi hişkî biçewisînin serhildana Anatoliyê ya herî mezin derket. Kesekî bi navê Baba Ishaqê ku misilmantî nepêjirandî, bi turkmenê girêdayî xwe ve rêvebiriyeke xweser pêk anî. Di sala 1240’an de serhildan bi xwînê hatê vemirandin lê selçûkî gelek zeîf ketibûn û bi ser ve de moxolan bîryar da ku Anatoliyê dagir bikin.” Rast e ku kurdên li Xorasanê bi êrîşên Moxolan re hatin Anatoliyê. Bav Îshaqê ji êla şamî ku pîrekî kurmanc û qizilbaş bû, ji ber fişarên selçûkiyan ên siyasî, eskerî û dînî li dij wan serî hilda, sultan ji ber wan rêvî û selçûkî neçar man ku eskerên frenk bînin û serhildanê têk bibin. Îro jî bi heman navî li Xorasanê şamiyên kurmancîaxêv hene û ew jî girêdayî zenda Qereçoriyan ên min qal kir. Piştî vê serhildanê, her du aliyan jî zirareke mezin ditin û dewleta selçûkî jî ket bin desthilatdariya moxolan.

Nava rûpelên dîrokê bi sedan serhildanên kurdan ên bi vî rengî tije ye û wan tu caran nexwestine di bin desthilatdariya xelkên din de bijîn. Ew di dema selçûkiyan, moxolan, ereban, osmaniyan de jî wiha bû. Lê rastiyeke din jî derdikevê holê ku dewletên serdest dema bi kurdan re nebin dost û wan nekin şîrîkê dewletê, bixwe jî rûyê rojeke xweş nabînin, pêş nakevin û nabin dewletên di cîhanê de rol dilîzin. Îro di komara Tirkiyeyê de jî kurd hêza herî mezin in û di damezirandina komarê de bedelê mezin danê. Di şerê Çeneqalê de, tenê ji gundê min ê ji 44 malan pêk dihatî 66 kes mirine; kalê min heft salan şer kiriyê. Heger em ve yekê li seranserî welat belav bikin wêneyekî sosoret wê derkevê holê. Li gorî hêza kurdan û bedelên wan dayî jî ew nabin xwedî mafên însanî û şîrîkê vê dewletê.

Pir mixabin îro jî ferqa hişmendiyê dewletê ji ya Îl Tîrîş tune; ji bo wê jî şer, pevçûn û êş berdewam in; rojê bi dehan ocaxên keç û xortên ji her du aliyan tên vemirandin. Heman tiştê di dirêjiya dîrokê de qewimî dubarê, dehbarê û sedbarê dibin. Rêvebirina her du gelên, li Anatoliyê û Kurdistanê hîna jî li ser mantiqê selçûkiyan dimeşê û polîtîka li gorî wê demê cih bi cih dibe. Encam çi yê, kî ji vê yekê bi qezenc e? Encam ew ê ku hem neteweya tirk û hem jî neteweya kurd zirareke mezin dibînê, keç û xortên her du aliyan xwîna xwe dirêjînin û kêda gelan ji bo şer tê xerc kirin. Sebeba ve yekê rêvebirên dewletê yên ji meselê re çareseriyeka mayinde nabînin in. Gelo heta kîngê kuştinê berdewam bike? Heta ku weke serdêma moxolan welat ketê bin desthilatdariya hêzêke din?

Weke çavkaniyên osmaniyan jî tînin ziman, kurd milet û hêzeke mezin in.Kurdan 1307 salan li hemberî ve polîtakayê li berxwe dan û dikarin ew qas salên din jî liberxwe bidin. Di ve yekê de bila şik û gumana kesî nebe. Rêvebirên dewletê jî pêwîst e êdî ji ve polîtaka ku hezaran salan encam je nehatî girtin, hêza gelan roj bi roj kêm dike, nahele ku zarokên van jî mîna welatên lê şaristanî bi pêş ketî, di nava aştî, dewlemendî, bextewerî, hûner, refah û evînê de bijîn, berde.