spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dike

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike, duh jî xelk daketin qadan û dijî destilatê çalakî lidarxistin. Li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê gel agir pêxist û banga dewamkirina serhildanê kirin.

Tevî girtin, êşkencekirin, darvekirin û gefên dewleta Îranê jî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.

Duh carek din piştî nimêja Înê li bajarê Zahîdan gel daketin qadan û çalakî lidarxistin. Di çalakiyan de hate gotin ku ewê heya dawî serhildanê bidomînin. Di pankartek çalakvanan de nivîsa ‘Şoreş ne ​​sêva li ser darê ye ku em li bendê bin da ku ew dakeve. Divê em zorê bidin xwarê.’ Hate bilindkirin. Bi taybet tevlîbûna jinan ya ji çalakiyan re hêjayî dîtinê bû.

Duh melayê mizgefta Meek ya Zahîdan di nimêja Înê de ragihand ku yek netew û yek ol nikare welat bi rêve bibe û rêveberiyên bi vî awayî hemû têkçûne.

Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê bi şêwazên cûda dewam dikin, duh li çend bajarên Seqiz, Dêwlan komek çiyager berê xwe dan çiyayên Rojhilatê Kurdistanê. Çiyageran diyarkirin ku heya serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ biserkeve, ewê çalakiyên xwe dewam bikin. Çalakvanan girê Newrozê pêxistin û li ber govend gerandin.

Tevî hemû gef, kuştin, darvekirin û girtinan, gel li qadane û azadiyê dixwazin.