12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerma çaryek sedsalî

Ji bo mexsed hasil bibe, kampanya û pêngaveke azadiyê dest pê dike. Birina serî ya vê pêngavê wê me ji wê trawmaya şermê jî rizgar bike. Ji bo em nehelin, neqedin, qir nebin ji bo em bikaribin azad bibin divê ev kampanya bi ser bikeve. Yan em ê bi xwediyê felsefeya jiyana nû Jin Jiyan Azadî re azad bijîn yan em ê azad bijîn

Ev çaryek sedsal e pergala Îmraliyê li ser qeder û çarenûsa gelê kurd rûniştiye. Dewletdar bi rêya hişk-kirina tecrîdê ji xwe re hêzê kom dike. Pê civakê dimihîne, dihelîne, ji hev parçe dike. Li nav çavê civakê dixe û dibêje; hûn ev çend milyon in lê Rêberê we di destê min de ye. Ez kengî û çi bixwazim dikarim pê bikim. Hûn ê jî nikaribin ti tiştekî bikin ji xeynî lê temaşekirinê. Fikr û ramana dewletdaran wisa ye lê ji milê kurdan ve ev ne rast e. Kurd di nava 24 salên bihurî de ti carî neketin pozîsyona temaşekirinê. Li dijî vê pergala bêrehm û kujer timî li ser piyan bûn.

Kurd li rêberê xwe xwedî derketin

Di 24 salên bihurî de tevî ewqas êrişên giran û dijwar jî kurdan bi israr li doz û Rêberê xwe xwedî derket. Jixwe piştî ketina dewrê ya ‘plana çokşikandinê’ dewletê êrişên ji sala 1925, 1930, 1938’an dijwartir êrişî bajarên kakilê Kurdayetiyê kir. Lê tişta ku bi dest xist awirên ji awirên berê tûjtir ên kurdan bû. Her çend dewlet bi xwe jî dizane bi dijminatiyê nikare pişta kurdan li erdê jî bixe, di vê polîtîkayê de israr ji ber “xerabiya ji rêzê’ ya gelên li Tirkiyê ye. Ew di guhê ga de lê temaşe dikin.

Li aliyekî tevî ewqas êş û azaran gelekî heye ku ji xwe re dibêje kurdê azad ku ji ber esareta 24 salan a Rêberê xwe bi şerm li rûyê hev dinêre. Lê li aliyê din gelheyeke mezin a gelan û dîsa kesên xwe weke ‘Kurd’ bi nav dikin heye ku dinya bişewite ne xema wan e.  Kurdê azad ji xwe şerm dike, lê difikire, dibêje; di nava 24 salan de min nikarî tiştekî bikim. Ev bi xwe re halekî ruhiyeyekî şikestî jî çêdike, mixabin. Aliyê xwe yê erênî ew e ku mirov ji bo bigihîje armancê zêdetir dikeve nava liv û tevgerê lê aliyê xwe yê nebaş jî ev trawma ye. Xwetêrnedîtin bixwe re şikestîna hêvî û baweriyê jî tîne. Herçî dewlet e ji bo ku şerma esareta 24 salan tim di stûyê kurdên azad de be bi hemû amûr û alavên xwe, bi mizgeft, dibistan, zîndan, qişle, malbat û maldarî bi hemû amûran şer dike. Weke modela zindana panoptîkonê civakê xistiye nava çemberekê û ew jî di nava barûyekê de rûniştiye. Dibêje ez her kêlî çavdêriya we dikim, dibînim û dizanim hûn çi dikin û vaye êriş jî dikim. Hûn dikarin xwe ji vê esaretê rizgar bikin.

 Bêyî hemû alav hîç e

Kurdê azad ê şerma xwe dike bihaneya têkoşînê tevî ewqas êş û azar jî dizane bêyî azadiyê hemû alav û amûr hîç e. Dizane xwîna ku wan xezal û delalan badilhewa nehatiye rijandin û narije. Dizane ku bi îlmê Rêbertiyê wê dawî li pergala dewletadar bê. Ji bo mirov xwe ji vê şermê xelas bikin tenê rêyek heye. Rê zêdetir têkoşîne, hisab dîtina bi pergala Îmraliyê re ye. Rê şikandina wê çembera panoptîkonê ye. Li şûna ku dewleta zalim me bixe çemberê divê em wê bixin nav çemberê. Ji bo mexsed hasil bibe, kampanya û pêngaveke azadiyê dest pê dike. Ev qeysek e, mecal û derfetek e. Birina serî ya vê pêngavê wê me ji wê trawmaya şermê jî rizgar bike. Em ê êdî bi serbilindî li nav çavê hev, li keleberên xezal û delalan, li çavê Rêbertiya xwe binêrin.  Kar û xebat zêde, dem jî li aleyhê me de ye. Ji bo em nehelin, neqedin, qir nebin ji bo em bikaribin azad bibin divê ev kampanya bi ser bikeve, rêyeke din nîn e. Yan em ê bi xwediyê felsefeya jiyana nû Jin Jiyan Azadî re azad bijîn yan em ê azad bijîn.