6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di salvegera komkujiya Zahedanê de 128 xwepêşandêr hatin girtin

Tevî ku çend roj bi ser salvegera “Îna bi xwîn a Zahedan” a li Belûçistana Îranê re derbas bûn, hê jî atmosfera “ewlekariya leşkerî” li vî bajarî, xwe li ser jiyana gelê wê ferz dike

Malpera “Hal Waş” li ser malpera “X” vîdyoyek di vê der barê de belav kir û tê de nivîsî: “Hêj jî hêzên leşkerî li deverên curbicur ên navçeyên bajarê Zahedanê hene.

Di yekemîn salvegera xwepêşandanên xwînrêj ên Zahedanê de û tevî tevdîra zêde ya ewlehiyê, du şevan li ser hev xwepêşandan li kolanên vî bajarî berdewam bûn û hejmarek ji xwepêşandêran agir pêxistin û sloganên li dijî rejîma Îranê berz kirin.

Raporên medyaya xwecihî diyar dikin ku di salvegera “Îna bixwîn” de, hêzên ewlehiyê herî kêm 128 welatiyên din li bajarên Zahedan, Xaş, Mîrcewa û Çabeharê girtin.

Li gor raporên ku malpera Îran international belav kirine, li çend deverên Zahedanê yên wekî navçeyên Şîrabad, Kosar, Bazara Şarce, meydana Keşewerz, cadeya Amar, Kerîmabad û Babayan, bûne cihê xwepêşandanên kolanan û dirûşmên dijî rejîmê.

Di heman çarçoveyê de, malpera mafê mirov a Hengaw jî belav kir ku di heyama 48 saetên borî de, nasnameya 65 kesan ji wan 128 girtiyan hatiye aşkerekirin, ku di nav wan de 14 zarok û xortên di bin 18 saliyê de jî hene.

Xwepêşandan roja Şemiyê, di demekê de ku beşeke mezin ji bazar, navendên bazirganî û dukanên bajarên Zahedan, Çabehar û Nobendiyan, bi boneya salvegera “Îna bixwîn” a Zahedanê, bûne şahidê grevê.

Mewlewî Ebdulhemîd Îsmaîl Zahî, îmamê sunneyan li Zahedanê, roja înê 29’ê Îlonê, di xutbeya nimêja înê ya bi boneya salvegera “Îna bi xwîn” de, careke din bal kişand ser “cezakirina” berpirsên vê komkujiyê” û got ku ew daxwaza welatiyan e.

Di heman demê de 7 girtiyên jin ên siyasî peyamek ji beşa jinan a Girtîgeha Êvînê belav kirin û piştgirî û hevxemiya xwe bi gelên Zahedan û Belûçistanê re ragihandin.

Ev nameya ku li ser rûpela Instagram a Nerges Mihemedî hatiye belavkirin, bi îmzeya Nerges Mihemedî, Golrokh Îraî, Sepideh Gholian, Faezeh Haşimî, Shakeela Monfered, Mahbooba Rezayi û Azadeh Abedinî hatiye belavkirin.

Wan heft girtiyên siyasî di nameya xwe de teqez kirin ku “Îna bi xwîn a Zahedanê di serhildana jin, jiyan azadiyê de qonaxeke girîng û bibandor e.”