spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûriyeyê çeteyan revandin û xwestina fidyeyê ji xwe re kirine kar

ENKS banga vegera Efrînê dike lê kesên vedigerin rastî işkence, revandin û xwestina fidyeyê tên, ne tenê li Efrînê li gelek deverên din komên çete ev rêbaz ji xwe re kirine bazirganiyeke qirêj

Di demekê de ku hin rayedarên ENKS’ê propagandaya vegera welatiyên Efrînê li cih û warê wan dike, kesên ku vedigerin bi karê çetetiyê re rû bi rû dimînin. Komên çekdar ên girêdayî dewleta tirk li hemû deverên ku di bin kontrola wan de ye karê çetetiyê dikin, mirovan digirin û ji bo berdana wan fîdiye û pereyan ji malbat û xizmên wan dixwazin.

Li gorî nûçe û raporên saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ne tenê li Efrîn û gundewarên wê lê li deverên din ên wekî Serêkaniyê, Cerablus û Girêsipî û deverên din ên di bin kontrola komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk de ne rojane bûyerên kuştinî, destdirêjî û revandina mirovan pêk tên.

Li parêzgeha Helebê di 26’ê îlonê de Hêzên polîsên leşkerî welatiyekî ji gundê Şorba yê navçeya Maabatlî ya gundewarê Efrînê, dema ku dixwest ji bajarê Ezazê vegere Efrînê, li wir hate girtin. Ji ber sedemeke nediyar, efseran daxwaza 10 dolar fidye ji malbata kesî girtî kir û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Çend roj berê endamên polîsên leşkerî welatiyekî gundê Xalka yê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê jî piştî ku ji Lubnanê vegeriya bajarê xwe Efrînê, bi awayekî keyfî û ji ber sedemên nediyar girtin û birin girtîgehê. bêyî ku çarenûsa xwe bizane.

Li ser astekê endamên polîsên sivîl li navçeya Cindirêsê ya gundewarê Efrînê du welatiyên ku yek ji wan xelkê gundê Hece ye û temenê wî 54 salî ye, bi tawana karkirina bi Rêveberiya Xweser re girtin. “Kesekî din ji gundê Kefr Safra ye û temenê wî 43 saliye, bi heman tometê hatiye girtin û çarenûsa wî jî nayê zanîn.

Her wiha welatiyekî din ê xelkê gundê Qurna ya ser bi navçeya Bilbilê piştî ku vegeriya bajarê xwe ji deverên awarebûyî ji aliyê endamên polîsên sivîl ve hat desteserkirin û sedema desteserkirina wî jî ew bû ku wî welatî daxwaza mala xwe ya desteserirî kiribû. Tevî ku wî welatiyî li gora  ku rewşa xwe bi aliyên alîgirên Enqerê re çareser kiribû, di heman demê de komên çekdar di berdêla berdana wî û vegerandina li mala xwe de 7 milyon lîreyên sûrî dixwazin, lê çarenivîsa wî ne diyar e.

Di heman çarçoveyê de, Asayîşa Siyasî ya hêzên Tirkiyê ciwanekî bîst salî li hember 1000 dolarê Amerîkî berda, Hêjayî gotinê ye ku ew di dawiya meha borî de, piştî vegera xwe ya Efrînê ji navçeyên din hatibû girtin.

Ev çend bûyer tenê beşekin ji binpêkirinên komên ser bi Enqereyê yên li dijî sivîlan û yên ku vedigerin bajarê xwe Efrînê tê kirin.

Banga ENKS bo vegera Efrînê

Tevî ku ev rastiya rewşê ji alî her kesî ve tê zanîn lê ENKS’ê bang li efrîniyan dike ku vegerin Efrînê û rewşê aram nîşan dide. ENKS dixwaze sûcên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê binixumîne û bi hemleya xwe Efrînê ewle nişan bide. ENKS banga vegera li herêmên dagirkirî dike. Dibêje ku ew herêm ewle ne. Lê rastî ne ev e. Em dizanin ku gelek kesên ku ji ENKS’ê bawer dikir, ji çeteyan re bûne kole. ENKS bi radestkirina gelê Kurd ji dewleta tirk re hewl dide hebûn û berjewendiya xwe biparêze.

Armanca bangên ENKS’ê ew e ku berxwedana gelê  Efrînê ya li Şehbayê bi dawî bike. Kesên ku vedigerin Efrînê rastî îşkenceyê tên. Çeteyên ku li malên wan bicih bûne xaniyên wan ji nû ve difiroşin wan. An jî bi tometa ku berê bi Rêveberiya Xweser re xebitîne wan digirin û ji xizmên wan pereyan dixwazin. ENKS bi van bangên xwe Efrînê wekî cihekî biewle nîşan dide û dixwaze dagirkirina Efrînê rewa nîşan bide.