27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê Hemasê gef li Israîlê xwar

Serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera Hemasê Yehya El Senwar der barê windahiyên xwe yên di şerê dawî de axivî. El Senwar idîa kir ku Israîlê di hemû êrîşên xwe de ji sedî 3 ji tunelên wan rûxandiye, her wiha 90 milîtanên wan di êrîşan de hatine kuştin.

El Senwar di kanaleke televizyonekê de gefên xwe li dijî Israîlê dubare kir û got ku ew dikarin bi fûzeyên xwe li Til Ebîbê bixin.  Navborî di berdewama axaftina xwe de got ku wan ev fûzeyên xwe di deryayê de ceribandine û ew dikarin wan di bejahiyê de jî biceribînin.

Ji aliyekî din hewldan û hevdîtinên şandeya navbênkariyê ya Misirê bi rayedarên Israîl û Filistînê re berdewam dike. Di hevdîtinan de li ser mayendekirina agirbestê û bihevguhertina dîlan jî tê rawestandin.