27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siwarê hespê xelkê her peya ye

Aboriya Tirkiyeyê ji ber daxwaz û pêkanînên Erdogan, weke desthilata wî av û av diçe. Hin caran av û av çûyîn baş e. Ji bo kesên ku bi avê de diçin dibe paqijî. Lê ev ji bo AKP’ê û Erdogan qet ne baş e. Ji ber ku pergala ku ava kirine her derî dilewitîne. Lewre destê xwe diavêjin çi hê bêtir gemarî dibin û rengê xwe baştir didin der.

Ji bo ku ji vê rewşê rizgar bibin, ji xwe re papilûkek (Bahçelî-MHP) dîtine. Lê çi heyf! Ev papilûk ji cemedê ye, kêlî bi kêlî dihele û li gemara wan zêde dibe. Êdî kî rê li ber wan xistibe û ji wan re bûbe keştî bi vê gemariya xwe li qiraxa welatên kendavê qelibîn.
Desthilata AKP’ê ji bo xwe ji qrîza aborî xelas bike, berê xwe da welatên Kendavê. Di bin navê peymanan de dest bi parsekiya pereyan kir. Bi vê yekê dixwaze di pêşbirka li dijî muxalefetê de bi ser keve. Armanc ev e, lê dê encam bibe çi hîn nediyar e.
Piştî “dijminahiyeke” mezin Erdogan destê xwe li ber Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî vekir. Di vê çarçoveyê de Erdogan gotinên xwe yên beriya niha yên ji bo Pismîrê Welîext ê Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî Şêx Mûhammed bîn Zayed Al Nahyan daqurtand. Piştî vê daqurtanê Erdogan di 24’ê mijdarê de Şêx Mûhammed li qesra xwe bi merasîmeke fermî pêşwazî kir.
Heta roja ku ev serdan pêk hat jî Pismîrê Welîext xayîn bû û welatê wî Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî jî bi Amerîkayê re yek ji welatên piştgirê Hewldana Darbeya Leşkerî ya 15’ê Tîrmehê bû.

Bêguman têkiliya dîplomatîk pragmatîst e. Lê ev nayê wê wateyê ku her gotin û sûcdarî li dijî hev bên kirin. Heke ev bê kirin jî divê mirov ji heqê vê rewşê derkeve.
Lê ji ber ku AKP û Erdogan ev prensîb ji holê rakirine, pir bi hêsanî dikarin bibin mêvanên dijminan. Di vê çaçroveyê de Erdogan jî dixwaze li Pismîrê Welîext ê “xayîn” bibe mêvan û peymanên parsekiya xwe bi veşart berfirehtir bike.
Weke ku tê zanîn Erdogan ne tenê ji ber angaşta piştgiriya hewldana darbeya li dijî xwe, ji ber têkiliyên wan ên bi Îsraîlê re jî dijminahiya Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî dikir.
Lê derket holê ku ev dijminahî jî dijminahiyeke derewîn e û tu bingeheke wê tune ye.
Dema vegera xwe ya Qatarê Erdogan got ku wê têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re jî careke din binirxînin. Ji van peyaman diyar e ku wê Erdogan gotinên xwe yên li dijî Îsraîlê jî daqurtîne û bi rêveberiya nû ya Îsraîlê re dest bi pêvajoyeke nû bike.
Beriya niha Erdogan ji bo xweşkirina têkiliyên xwe yên bi Misrê û serokkomarê wê Abdulfettah es-Sîsî yê bi gotina wî“darbekar” re rêveberên Birayên Misliman ên xwe avêtibûn bextê wî firotibû.

Wisa xuyaye ku ji bo “xatirê” têkiliyên bi Îsraîlê re Erdogan dê doza Filistînê jî bifiroşe.
Erdogan van teqlan ji bo xelasbûyîna ji qrîza aborî davêje.
Gelo dizane ku bêyî avêtina van teqlan jî xelasbûyîna ji vê rewşê pêkan bû? Heke tenê terka şerê li dijî kurdan bikira û bi wan papilûkên ji cemedê nexapiya wê teqez ji vê rewşê xelas bibûya.

Lê mixabin dema ku mirov siwarê hespê xelkê be, her peya ye.