3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siyaseta dijî kurdan ji hedê xwe derketiye

Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel, bal kişand ser mudaxilbûna Diyanetê ya Doza Kobanê û destnîşan kir ku siyaseta dijî kurdan ji hedê xwe derketiye.

Êrîşên desthilata AKP-MHP’ê yên li dijî kurdan piştî hilbijartinên 14-28’ê Gulanê jî qet nehatin rawestandin û bênavber didomin. Hema bibêje her roj li dijî Rojava êrîşên hewayî pêk tên. Her wiha piştî lûtkeya NATO’yê ku li Lîtvanyayê pêk hat operasyonên leşkerî yên artêşa tirk ên li başûr û bakurê Kurdistanê jî hatin berfirehkirin. Di operasyonan de artêşa tirk bi êrîşên leşkerî re talaneke mezin li dijî xwezaya Kurdistanê jî pêk tîne.

Bi heman rengî zextên mezin li siyaseta kurd jî tên kirin. Di vê çarçoveyê de herî dawî Diyaneta tirk jî xwest ku tev li van zextan bibe û di Doza Kobanê de hin sûcdariyan li siyasetmedarên HDP’î bike. Li aliyê din tecrîda ku bi salan e li Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin jî tevî hemû bertek û nerazîbûnan jî her roj bêtir tê şidandin û destûr nayê dayîn bin Ocalan û girtiyên li cem wî re hevdîtin bê kirin.

Der barê mijarên me li jor qal kir û hilbijartina herêmî ya Sala 2024’an de pirsan ji Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel kir. Pirsên me û bersivên Bozyel weke lê jêr in;

Tevî ku kurdan û muxalefeta Tirkiyeyê bi xebata siyasî ya kirin xwe ji serdemeke nû re amade kirin jî di hilbijartinên 14-28’ê Gulanê de encama ku xwestin bi dest nexistin. Li gorî we ji ber kîjan sedeman encama ku hat xwestin nehat bidestxistin?

Di mijara ku di hilbijartinên 14-28’ê Gulanê de muxalefet serneket û desthilatdariya heyî neguherî de mirov dikare behsa çend sedeman bike. Yek jê faktora muxalefetê, bi taybetî jî Tifaqa Milet e. Ji aliyekî ve Tifaqa Milet tecrubeyeke nû bû û gelek partiyan di nav xwe de anî ba hev. Kemal Kiliçdaroglû jî bi siyaseteke berfireh û nerm muxalefetê li dora xwe civand û ji bo guhertinê hêviyek da avakirin. Hem li Tirkiyeyê hem jî li derve der barê guhertina desthilata AKP’ê de atmosfereke erênî pêk hat.

Lê qelsî û xeletiyekê Kiliçdaroglû û muxalefetê hebû, ew jî ev bû ku di meseleya kurd de xwedî helwesteke zelal û wêrek nebûn. Muxalefet li cihê ku bi siyaseteke vekirî û wêrek meseleya kurd bîne rojevê û di vê mijarê de zorê bide hikûmeta AKP-MHP’ê, xwe bi xetên ku AKP’ê destnîşan kir sînor kir. Projeyên nû pêşkêş nekir, helwestekê vekirî destnîşan nekir, bi gotinekê din ji bo safîkirina meseleya kurd hêviyek neda gelê kurd. Îro pir aşkera bûye ku eger partî yan jî tifaqekê heta ji bo meseleya kurd tiştekê nebêje, nikare ji bo pirsgirekên din jî çareseriyekê pêşkêş bike.

Şaşiya herî mezin jî ew bû ku piştê hilbijartina 14’ê Gulanê Kiliçdaroglû bi serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag re peymanek çêkir. Çêkirina peymana bi Umît Ozdag re baweriya kurdan a ji bo Kiliçdaroglû kêm kir û gelek kes neçûn li ser sindoqan û dengên xwe nedan Kiliçdaroglû. Tevî ku Kiliçdaroglû dengên herî zêde ji kurdan û li Kurdistanê girt jî lê ev têra serkeftina muxalefetê nekir.

Li aliyê din di hilbijartinên 14-28’ê Gulanê de dengên Partiya Çepên Kesk jî kêm bûn. Di vê mijarê de jî du xal hene ku divê bên zelalkirin. Yek jê Partiya Çepên Kesk di meseleya tifaqan de şaşî kir. Xwe zêdetir bi tevgerên çep ên tirk ve girêda, enerjiya xwe bi piranî ji bo wan xerc kir. Bi giştî Tifaqa Ked û Azadiyê derkete pêş. Li aliyê din bi qasî ku hewce be tifaqa bi hêz û partiyên kurd re pêk nehat û di rojevê de cihê xwe negirt. Her wisa di pêvajoya hilbjartinê de daxwazên miletê kurd bi qasê ku pêwîst bû nehatin rojevê, bi vê armancê xebatên baş nehatin kirin. Her wisa ji ber zextên dewletê; girtin, desteserkirin, operasyon û gelek faktorên din kurd zêde motîve nebûn û dengê kurdan kêm bûn.

Li aliyê din hikûmeta Erdogan hemî imkanên dewletê ji bo xwe bi kar anî, qada xebatê ji bo muxalefetê teng kir, bi propagandayên der hiqûqî û ehlaqî muxalefetê krîmînalîze kir. Di encama van hemî faktoran de desthilatê carekê din bi dest xist.

 Piştî hilbijartinê ji ber cih dana di kabîneyê de ya hin kurdên ku bi salan e li dijî daxwazên kurdan bi desthilat û dewletê re tevdigerin nîqaşên ku wê bi siyaseta kurd re pêvajoyeke bê destpêkirin hatin kirin. Lê berovajiyê vê niha şerekî dijwar li Kurdistanê tê meşandin. Tu vê rewşê çawa şîrove dikî?

Îro di rojeva hikûmetê de safîkirin yan jî pêvajoyekê nû ji bo meseleya kurd tune. Lê dengên kurdan ên ku didin AKP’ê roj bi roj kêm dibin û Erdogan jî ji vê tiştî haydar e. Dengên AKP’ê bi giştî kêm dibin, lê herî zêde yê ku kêm dibin dengê kurdan in. Li aliyê din Tirkiye di nav krizeke aborî ya kûr de ye. Êdî îdarekirin û rêvebirina Tirkiyeyê ne hêsan e.

Di vê çarçoveyê de bi nêrîna min, di hikûmetê de cih dayîna hin kesên kurd, du armancên xwe hene; yek jê ew e ku ji bo nermkirina krîza aborî di demekê kin de li derve hinek alîkariyên fînansî bên peydakirin. Divê neyê jibîrkirin ku du wezîrên bi eslê xwe kurd (Mehmet Şimşek û Cevdet Yılmaz” aborînas in û di eslê xwe de ji bo van xisusiyetên xwe hatine wezîfedarkirin. Bi gotinekê din ev her du kurd ne ji bo safîkirina pirsa kurd ji bo peydakirina arîkariyên aborî û finansî di kabineyê de cih girtine.

Li aliyê din di sala pêşiya me de hilbijartinên herêmî hene û di van hilbijartinan de hewcedariya AKP’ê bi dengên kurdan heye. Hebûna hinek kesên kurd di kabineya nû de, di hilbartinan de kêrê desthilatê tê. Desthilata Erdogan di hilbartinên herêmî de ji bo dengên kurdan bigire dê hebûna hinek kesên kurdên ku di hikûmetê de ne bi kar bîne û bibêje xwedêgiravî em ji pirsa kurd ne dûr in û va ye di hikûmeta me de kurd jî hene.

 Bi vegera Erdogan a ji lûtkeya NATO’yê ya li Lîtvanyayê re şerê li Kurdistanê hat berfirehkirin. Bi şerê ku tê kirin re li dijî xwezaya Kurdistanê jî êrîşên talanker pêk tên. Şîroveyên ku Erdogan destûra berfirehkirina êrîşan ji NATO’yê girtiye tên kirin. Tu tev li van şîroveyan dibî?

Siyaseta desthilatdariya Erdogan a dijê kurd ne nû ye û ji 2015’an şûn ve bênavber dewam dike. Li aliyê din Tirkiye yek ji endamê NATO’yê yê girîng e û NATO bi giştî li pişta Tirkiyê ye. Lê ev nayê wê wateyê ku NATO hemû siyasetên Tirkiyeyê, bi taybetî jî siyaseta Tirkiyeyê ya dijî kurdan dipejirîne. Îro Amerîka tevî NATO’yê li Iraqê piştgiriya kurdan dikin û li dijî êrîşên Îranê heta astekî kurdan diparêzin. Her wisa Amerîka û hêzên Hevpeymana Navneteweyî li Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê piştgiriya kurdan dikin û hêzên kurd weke hevpeyman pênase dikin. Rast e, Amerîka bi hemî awayî piştgirya kurdan nake û li hember hemû êrîşên Tirkiyeyê dernakeve, lê ew nayê wê maneyê ku Amerîka û NATO siyaseta Tirkiyeyê ya dijî kurdan dipejirîne. Pir aşkera ye ku siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî kurdan di Rojhilata Navîn de dibe sedemên gelek aloziyan ku Amerîka û NATO jî jê nerazî ne. Siyaseta Tirkiyeyê ya dijî kurdan ne tenê gele kurd mexdûr dike, li herêmê dibe sedemên şer, pevçûn û bêîstîkrariyê. Ev tişt gelek caran berjewendiyên Amerika jî tehdît dike.

Şerê li dijî kurdan ne tenê li parçeyek Kurdistanê li sê parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Tevî vê rewşê jî desthilata AKP-MHP’ê angaşt dike ku tenê şerê PKK’ê dike. Bi rastî jî şerê PKK’ê tê kirin, tu sekna partî û tevgerên kurdan a li dijî vî şerî çawa dibînî?

Siyaseta Tirkiyeyê ya dijî kurdan îro dest pê nekiriye, ev digihîje 100 sal berê. 100 sal berê hêzên navdewletî û Tirkiyeyê Kurdistan parçe kirin û di navbera xwe da parve kirin. Piştî ilankirina komarê di sala 1923’yan û çêkirina makezagona 1924’an de Tirkiyeyê hebûn, nasname, ziman û çanda kurdan bi carekê înkar kir û tune hesiband. Di Makezagona 1924’an de welatîbûnî bi vê awayî hat pênasekirin; “Herkesê ku li Tirkiyeyê dijî tirk e.”

Kurd ewil li Koçgiriyê û çend sal paşê jî di 1925’an de di serokatiya Şêx Seid de li hemberî siyaseta înkar û neheqiyê serî hildan. Encamên vê em tev dizanin; darvekirina sedan serok û qadroyên kurdan, koçberkirina bi milyonan kurd, şewitandina bi hezaran gund û bajaran û îlankirina rewşa awarte ya sedsalî… Wê gavê ne PKK, ne PSK, ne PDK hebûn. Tirkiye vê siyasetê ev sed sal in dimeşîne. Car caran awayê vê siyasetê biguhere jî lê cewhera wê her tim wek xwe maye.

Piştî têkçûna pêvajoya çareseriyê di sala 2015’an de Tirkiye di siyaseta meseleya kurd de careke din vegeriya rêbaza înkara tund, şer û şîdetê. Ne tenê li Bakur li her çar parçeyên Kurdistanê da. Tirkiyeyê bi vê siyaseta xwe di çend salên dawî da gelek destkeftiyên kurdan têk bir. Kerkuk ji destê kurdan derket, Efrîn û gelek cihên din hatin dagirkirin, li Bakur bi sedan şarederî hatin xespkirin, ji bo wan qeyûm hatin tayînkirin. Tevî vê êrîş û zilmê jî Tirkiye nikaribûye îradeya gelê kurd a ji bo azadiyê tune bike. Eksê wê Tirkiye çiqasî di şer û şiddetê de israr dike ewqasî ber bi aloziyê ve diçe, qeyrana aborî, siyasî û dîplomatîk kûr dibe. Bi gotineke din Tirkiye cihê ku problemên xwe safî bike, hîn kûrtir dike.

Bi van êrîşên leşkerî zextên mezin li siyaseta ku kurd dixwazin li Tirkiyeyê bikin jî tê kirin. Siyaseta kurd bi êrîşên piralî re rû bi rû ye. Herî dawî Diyanet jî tev li van êrîşan bû û xwest bi Doza Kobanê êrîşî siyaseta kurdan bike. Vê hewldana Diyanetê tê çi wateyê?

Ev tişt neçariya siyaseta dijî kurdan nîşan dide. Xuyaye desthilata heyî qîma xwe bi van êrîş, operasyon û darizandinan nayne, mûxtacî alîkariya Diyanetê bûye. Bi gotinekê din êdî Diyanet jî weke pergaleke siyaseta dijî kurdan tê bikaranîn. Her wisa bi saya Diyanetê desthilat dixwaze ji bo biryarên Doza Kobanê hem piştgiriya raya giştî bigire hem jî rewatiyê peyda bike. Bi kurtasî ev tabloya dawî nîşan dide ku siyaseta dijî kurdan ji hedê xwe derketiye û ji hemû pîvanên qanûnî û hiqûqî dûr ketiye.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku desthilatên dewletê tirk gelek caran pê re çaresereiya pirsgirêka kurd nîqaş kirine, îro bi tecrîdeke giran re rû bi rû ye. Tevî hemû bertek û nerazîbûnan jî desthilata AKP-MHP’ê di tecrîdê de israr dikin. Weke serokê giştî yê partiyeke kurd tu vê tecrîda li ser rêberekî kurd çawa dinirxînî?

Îro li Tirkiyeyê siyaseta dijî kurdan û pergala serokatiyê bi hev re kar dikin û di encamê de hemû dezgeyên klasîk ên dewletê ji holê rabûne yan jî bêwate bûne. Yek ji vana jî daraz e. Îro li Tirkiyeyê daraz li cihê ku karê darizandinê bike di destê desthilatê de weke mertal tê bikaranîn. Di rêveçûn û biryarên dadgehan de ne li gorî yasa û hiquqê, li gorî daxwaz û armancên siyasî yên desthilatê pêk tên.

Eynî tişt bi awayekî din ji bo Abdullah Ocalan û hevalên wî jî derbas dibin. Qaideyekê yasayan heye; yasa qaideyên giştî (genel) û objetîf in. (nesnel) Ji bo herkesî wekhev tên tatbîqkirin, yanî neşexsî ne. Nabe ku yasayek li gorî şert û şexsiyetek cihê cihê bê tatbîqkirin. Bi kurtasî li Tirkiyeyê biryarên der barê mijar û kesayetên siyasî de ne hiquqî; siyasî û keyfî ne. Ev helwest ne însanî ye; bi tevahî li dijî hiqûqa navdewletî û mafê mirovan e û nayê qebûl kirin.

 Pirsa xwe ya herî dawî dixwazim der barê hilbijartinên herêmî de bikim. Weke hûn jî dizanin dji hilbijartinan re demeke kurt ma. Tifaqa ku we di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ava kiribû wê di vê hilbijartinê de jî bidome? Divê partiyên kurd çawa nêzî hilbijartinê bibin?

Hilbijartinên herêmî jî qonaxekê girîng e hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo kurdan. Weke prensîb em hez dikin ku kurd di vê pêvajoyê de karibin tifaqeke berfireh pêk bînin û hilbijartinên herêmî weke destkeftiyek bi kar bînin. Vê qonaxa hilbijartinê hem ji bo bidestxistina mafên rewa yên miletê kurd hem jî ji bo avakirina demokrasiyê li Tirkiyeyê weke bingehek û destpêkek bi kar bînin.

Li aliyê din wek PSK me meseleya hilbijartinên herêmî nîqaş nekiriye û der barê vê xalê de biryar nedaye. Ez hêvidar im ku di rojên pêş de em ê li ser vê mijarê helwesta xwe ya fermî zelal bikin û li gor hewcedariyan dest bi xebatan û danûstandinan bikin.

Bayram Bozyel kî ye?

Ji salên ciwaniya xwe ve di nava xebatên siyasî de cih girtiye. Di vê rêyê bi salan di girtîgehê de maye. Piştî qedandina Zanîngeha Stenbolê di nav partiyên legal ên mîna Partiya Guhertin û Demokrasî, Partiya Demokrasî û Aştiyê û HAK-PAR’ê de serokatî û rêveberî kiriye. Endamê çend weqfan e. Bayram Bozyel der barê pirsa kurd û demokrasiyê de pênç pirtûk û gelek gotar nivîsandiye. Niha jî Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ye.