3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

SOHR: Bi dronan êrîşî baregeha hêzên hevpeyman hate kirin

(SOHR) ragihand ku bi dronan êrîşî baregeha hêzên hevpeyman ya li Tenefê hatiye kirin. Bargeha Hêzên hevpeyman dikeve navbera sînorê Sûriye, Urdun û Iraqê

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku bi dronan êrîşî baregeha hêzên hevpeyman ya li Tenefê hatiye kirin. Bargeha Hêzên hevpeyman dikeve navbera sînorê Sûriye, Urdun û Iraqê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) bi daxuyaniyekê de ragihand ku îro danê sibehê bi rêya balafirên bê mirov, êrîşî baregeha hêzên hevpeyman ya li Tenefê kiriye.  Li gorî heman çavkaniyê, di encama êrîşê de ji Artêşa Azad a Suriyeyê qurbanî hene, heya niha nayê zanîn ev êrîş ji aliyê kê ve ahtiye kirin.

Her wiha Fermandariya Navendî ya Amerîkayê jî ragihand ku bi 3 dronan êrîşî  baregeha leşkerî ya Tenefê hatiye kirin û di encam de birîndar hene. Li gorî fermandariyê 2 dron hatine xistin û yek ji di nava baregehê de ketiye. Fermandariyê da zanîn ku di êrrîşê de 2 endamên Artêşa Azad a Suriyeyê birîndar bûne.