6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em nehêlin ku tecrîda li ser Îmrali civakê belav bibe’

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan qedexekirina hevdîtina malbat û parêzeran a bi  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re weke “dijminatiya kûr a li dijî kurdan” pênase kir.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û parêzer karibin hevdîtinê pê re bikin dest bi Nobeta Edaletê kiribûn di roja 22’yan de berdewam dike. Di roja 22’yemînde parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Mahmût Togrûl, Omer Ocalan, Zeynel Ozen, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Celadet Gaydali, Zuleyha Gulum û Kemal Pekoz tev li çalakiya bûn û daxuyanî li pêşiya Meclisê dan.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Heke dewlet dewleteke hiqûqê be û bi qanûn û zagonan were birêvebirin, heke makeqanûneke vî welatî hebe, bêguman divê ev qanûn li her deverê di meriyetê de bin. Di pêkanîna van qanûnan de divê li gorî şexsan cihêkarî neyê kirin. Lê binêrin; li gel Abdullah Ocalan her wiha ji girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ev 22 meh in tu agahî nayên girtin.”

Serlêdan bê bersiv dimînin

Omer Ocalan serlêdanên wan ên bêbersiv bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê wezîrê dadê daxuyaniyekê bide ji ber ku divê îzahetek were kirin. 22 meh in tenê hevdîtineke kin a li ser telefonê hatiye kirin. Ew jî ne li gorî mewzûatan bû. Di 25’ê adara 2021’an de gazî malbatê kirin ku biçin Qesra Dadê ya Rihayê. Li Îmraliyê telefonek hatiye kirin û piştî hevdîtineke 4-5 deqeyan jî hat qutkirin. Em dixwazin wê rewşa ku Abdullah Ocalan anî ziman bi raya giştî re parve bikin. Dibêje; ‘Ev meseleye meseleyekî siyasî ye, meseleyekî hiqûqî ye û divê tavilê parêzer bên vê derê.’ Kurtasiya wê hevdîtinê ev bû; ‘Dewlet xeletiyê dike, divê kesek nebe şirîkê vê xeletiyê.’ Weke malbatê em her hefteyê serlêdanê dikin. Lê mixabin serlêdanên me bêencam dimînin. Tu muxatabên me nînin. Bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nayên dayîn.”

‘Muxatabên vê pirsgirêkê diyar in’

Ocalan derbarê hevserokên HDP’ê de jî ev tişt got: “Temamiya serlêdanan bêencam hiştin. Faşîzma AKP-MHP’ê pergala hiqûqê ya vî welatî serûbin kirin. Qanûnan li gorî xwe şîrove dikin. Keyfiyet û bêhiqûqiyeke mezin heye. Bêguman em dizanin vê rewşê eleqeya xwe bi pirsgirêka kurd re heye. Haya me ji êşên bi salane tên kişandin heye. Em û gelê me di ferqa şerê 40 salî de ne. Bi hezaran gund hatin valakirin, ji her du aliyan bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Partiya me li gelê wê ye ku ev meseleye bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Em ji bo vê têdikoşin û navnîşana çareseriyê nîşanî hikûmetê didin. Çareseriya vê pirsgirêkê ne li Washingtonê, Amerîka, Rûsya yan jî di civîna Soçiyê de ye. Çareserî di operasyonên hevpar ên welatên cîran de nîne. Muxatabên vê pirsgirêkê diyar in. Windahiyên mezin çêdibin.”

Omer Ocalan bi lêv kir ku îktîdara AKP-MHP’ê siyaseta xwe li ser mirinan dike û ev nirxandin kir: “Divê ji bo çareseriyê gav bên avêtin. Di navbera salên 2013-2015’an de dewletê çendek hevdîtin kir. Şandeyên ku partiya me jî aliyekê wê bû hatin avakirin û van şandeyan li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Kesayetên ji MÎT û Musteşariya Ewlekariya Cemaweriyê çûn Îmraliyê. Lê li holê hikûmeteke heye ku van tiştan tune dihesibîne. Dixwazin ku em hevdîtinên di navbera salên 2009-2015’an ên li Osloyê û hevdîtinên di navbera 2013-2015’an de tune bihesibînin. Li gel ku gelek pirsgirêk hebûn jî lê di navbera salên 2013-2015’an de tu kes nehate kuştin. Em jî li gel vê ne. Em çareseriyê, demokrasî û azadiyê diparêzin. Bêguman em hiqûqa Abdullah Ocalan jî diparêzin.”

‘Hevdîtin çima naynê kirin’

Ocalan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çima qanûnên heyî li Îmraliyê nakevin meriyetê? Malbat çima nikarin biçin hevdîtinê? Parêzer çima nikarin biçin serdanan? Em baş di ferqê de ne ku mijara behsa xeberê dijminatiye kûr a li hemberî kurdan e. Lê ev çareserî nîne. AKP ji bo parastina îktîdara xwe hewl dide her tiştekî têxe bin kontrola xwe. Dixwaze car bi car pirsgirêkên heyî hîn mezintir bike. Lê ev mijar mijareke wisa ye ku nabe li gorî hilbijartin û meseleyên rojane yên siyasî bê nirxandin. Em dixwazin nêzikatiyeke cidî ya dewletê hebe. Daxwaza vê jî tê kirin û têkoşînek tê dayîn. Sedema Nobeta Edaletê ya parlamenterên HDP’ê jî ev e. Di vê çarçoveyê de pêşniyaran bo AKP’ê dike. Daxwazên me daxwazên rewa û qanûnî ne. Em li benda lutfa kesekî nînin. Em dibêjin ku di mewzûata vî welatî de çi hebe bila bi wê bikin. Banga me ji bo Wezareta Dadê heye; Wezareta Dadê weke sazî ji bêhiqûqî û ji hemû encamên neyînî yên li Îmraliyê dê derkevin holê berpirsyar e. Wezîrê Dadê Bekir Bozdag ji vê berpirsyar e ku bersiva serlêdanê me nade. Em dixwazin ku tavilê bi qanûnan bikin. Dê têkoşîna me ya ji bo vê bidome. Em ê destûrê nedin ku tecrîda li Îmraliyê tevahiya civakê dîl bigire.”