27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şopa Peyvan – Çend peyvên ku koka wan kurdî ye

Di gelek ferhengan de peyvên kurdî wek peyvên erebî, farsî û tirkî tên nivîsandin. Ji ber ku ev peyv wek kurdî nayên pênasekirin ferhengên îngîlîzî, almanî, fransî û rûsî jî van peyvan wek peyvên erebî, farisî û tirkî pênase dikin. Werin em bi hev re li ser çend peyvên ku koka wan kurdî ye binêrin

Mînak: Sûk an jî Çarsûk. Wekî ‘Sook’ souk derbasî ingîlîzî û wekî ‘Çarşı’ derbasî tirkî bûye. Lê peyvek di bingeha xwe de kurdî ye. Sûk di kurdî de tê wateya cihê bazarê. Bi hejmara çar re jî tê cem hev û wateya pirjimariyê digire.

Cîwar. Ji peyvên ‘Cih û War’ pêk tê. Tîpa H ketiye û teşeya ‘Cîwar’ girtiye. Ev peyv wekî ‘Civar’ derbasî tirkî û farisî bûye. Lê dema derbasî zimanên din bûye wateya wê hinek berfirehtir bûye û li şûna ‘li derdorê’ jî tê bikaranîn. Mînak; Di tirkî de dema tê gotin ‘Saat 6 civarinda’ dixwazin bêjin, ‘Seat li derdora 6’an’. Bes dema dibêjin ‘Bu civarda’ dixwazin bêjin, ‘Li vî cîwarî’.

Dîwar. Ev peyv jî ji peyvên ‘Dû’ û ‘War’ pêk tê. ‘Dû’ tê wateya tişta, tiştê li pişt, li dû tê. Dawî-Dumahî ji heman kokê tên. War-Wargeh jî cihê mirov lê dijî ye. Dûwar-Dîwar tê wateya tişta li pişt ‘War’. Ji ber ku dîwar-dûwar wargehê dorpêç dike hem li dû wargehê dimîne û hem jî dibe pişt, dû, dûviya wargehê. Ev peyv wek ‘Duvar’ derbasî tirkî û farisî bûye.

Dûman. Ev peyv ji peyvên ‘Dû’ û ‘Man’ê pêk tê. ‘Dû’ cardin tişta li pişt, li paş mayî, ‘man’ jî ji xwe tişta di cih de mayî ye. Ji ber ku dûman li dû germê, li dû agir dimîne. Bi gotinek din tişta li dû agir mayî ye.

Pevya li şûna ‘Dûman’ tê bikaranîn a wekî ‘Dûkel’ jî xwedî heman taybetmendiyê ye. Kel di kurdî de tê wateya tişta germ. Mînak çay kelî, xwarina nekelî. Dûkel jî tişta li dû kelê, germê mayî ye. Lê ji ber ku kurd qey dibêjin ev peyvek tirkî ye li şûna Dûman û Dûkelê peyvek bêwate ya ‘Dûxan’ bikar tînin ku tu wateya wê ya epîstemolojîk nîne.

Çarçove. Yanî ji peyvên ‘çar’ û ‘çov’ tê. Ji her du peyvan gotina ‘Çarçove’ derketiye. Wekî ‘Çerçeve’ derbasî tirkî û zimanên din bûye.

Çenber. Peyvek ji gotinên ‘Çine û Ber’ pêk tê. Di kurdî de ‘Çine’ tê wateya tune. ‘Ber’ jî tê wateya hêl û alî. Yanî Çenber tê wateya ‘Çineber’ ango ‘hêlên wê’, ‘Berê wê’ tune ye. Jixwe Çenber gilover e û hêlek an jî berek wê tune ye.

Peyvên “Borî” jî ji kurdî derbasî zimanên din bûne û îro wekî peyvên ne kurdî tên zanîn. Di ferhengên tirkî de tê angaştin ku ji gotina, ‘Burğuy’ a tê wateya astrûmana bi pifkirinê tê lêdan, hatiye.

Borî di kurdiya îro de ji bo derbasbûn, bihorînê tê bikaranîn. Tîpa H ketiye û bûye ‘Borî’. Mînak em dibêjin, ‘Di ber min re borî-bihorî lê ez nedîtim’, ‘Di ber mala me re borî, bihorî’. Ji ber ku di hundirê boriyê de av an jî tiştek dibore navê xwe ji vir girtiye.