28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îmraliyê vîna gelê kurd tê ‘cezakirin’

Adar Şaman

Li bakurê Kurdistanê rojeva sereke ya siyaseta demokratîk û saziyên mafên mirovan ‘cezayê disîplînê’ yê qedexekirina hevdîtina parêzer/malbatê yê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn, rastî hêrsa gelê kurd a tund hat. Helwest û hesasiyeta gelê kurd a derbarê Îmraliyê de em ji dîroka têkoşîna 22 salên dawî dizanin. Dema mijar dibe tenduristî, ewlehî û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, kurd tu carî bêdeng namînin.

Divê ji îro û şûnde armanca ewil a sereke ya siyaseta demokratîk rakirina tecrîda li Îmraliyê be. Bingeha tevahî qeyranên aborî, siyasî, civakî, exlaqî û qirkirina li dijî jinan a li Tirkiyeyê tê kirin, çavkaniya xwe ji polîtîkaya tecrîda li Îmraliyê digire. Heta deriyê zindana Îmraliyê neyê vekirin dê pêşiya siyaseta demokratîk jî venebe. Bi rûxandina tecrîda li Îmraliyê re dê ewlehî/aramî li welat şîn bibe. Gelo desthilatdarî bi birîna ‘cezayê disîplînê’ çi plan dike? Gelo difikire dê kurd li hember vê destdirêjiyê bêhelwest bibînin? Baş tê zanîn ku hêrs û xezeba ciwanên kurd di van demên wiha de tevlihev û bilind dibe. Di bîrdoziya fermî ya mêtingerên Kurdistanê de cihê kurdên  têkoşer, azadîxwaz qetiyen nayê pejirandin. Abdullah Ocalan, vîn û nasnameya kurdên azad e. Ew zihniyeta ku ‘cezayê dîsiplînê’ biriye, nefreta ji xisleta nasnameya kurdên azad e. A ku li Îmraliyê tê cezakirin vîna gelê kurd e. Em jinên kurd, vî ‘cezayî’ weke tolrakirina ji xeta azadiya jinan re hatiye birîn hesap dikin û dibêjin; ‘heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk neyê dê têkoşîn, berxwedan û rêxistina jinên kurd li her derê cîhanê bi awayekî berbelav bidome.’

Desthilata nijadperest çiqas ji taqet dikeve tecrîda ku ev 23 sal in li Girava Îmraliyê didome, bi hincetên pûç û vala girantir dike. Di bin navê ‘cezayê disîplînê’ de hevdîtinên malbat û parêzaran qedexe dike. Dixwaze bi vî awayî pêşî li ber têkçûna desthilatdariya xwe ya nijatperest bigire. Erdogan her ku xwînê winda dike bi şidandina tecrîda li Îmraliyê, hewl dide temenê xwe dirêj bike. Bi şidandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, hedef dike ku siyaseta demokratîk û eniya muxalîf tesfiye bike; Loma bi xwe li ber têkçûne ye.

Ji bo çi û kê dîsiplîn?

Ji bo çi û kê dîsiplîn? Ev 23 sal in tevî hemû tecrîd/îzole, îşkence, zext, gef, ferzkirina polîtîkayên qirêj ên rejima dewleta tirk, Îmralî ji sekna xwe ya berxwedêr gav bi şûnde neavêt. Bi derfetên herî biçûk, fersendên herî mezin ên rêya çareseriya pirsgirêka kurd afirand. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tevî şert û mercên tecrîda şidandî di nava bêderfetiyan de destnîşan kir ku ew dikare vê meseleyê di nav çend rojan de çareser bike. Lê her carê ev hewldan li dîwarê hucreya/zindana Girava Îmraliyê ket û cemidî. Ji ber ku li Îmraliyê berxwedan û têkoşînek bêhempa heye, ji ber ku Îmralî teslîmî hêzên serdest nebû, di rêya çareseriya pirsgireka kurd de bi israr e, ji ber vê her carê bi ‘cezayê dîsiplînê’ dixwazin hêza Îmraliyê lawaz bikin.

Beriya niha bi çend salan bi hinceta ‘keştî xirabe ye’ hevdîtin dihatin astengkirin. Niha jî ji her çend mehan carekê qaşo ‘cezayê’ tolhildanê dixin meriyetê. Pêwîst e em nebêjin ‘cezayê dîsiplînê’, ya rast ew e ku jê re cezayê tolhildanê bê gotin. Divê em bibêjin cezayê ji doza azadiya Kurdistanê tolrakirin! Wateya vî ‘cezayê disîplînê’ ji sekna berxwedêr a li Îmraliyê bilin dibe, tolhildan e.

Mezinkirina têkoşînê

Ê herî dawî behsa disîplîn û edaletê bike ev desthilata nelirê ya AKP û MHP’ê ye. Edalet di bin xizmeta berjewêndiyên îktîdara wan de dinal e. Sedema bêewlehî, bêaramî û bêdisîplîniya vî welatî rejima AKP û MHP’ê ye. Di rûyê vê îktîdarê de demokrasî, aramî pêk nayê. Erdogan, xwe xistiye şûna makeqanûna bingehîn. Qanûnan nas nake, disîplîna siyasî/exlaqî bin pê dike. Bêrêtiyê mafê xwe yê xwezayî hesap dike. Bûye qirniya bedana civakê.

HDP bi piştgiriya civaka demokratîk a muxalîf li bajaran mitîngên girseyî li dar dixe. Derketina qadan a HDP’ê ji bo rewşa aloz a halêhazir a Tirkiyeyê di dilê herkesê de hêviyek nû ava kir. HDP di demeke ku jin li dijî tundî û tujiya mêr-dewletê li qadan têkoşîna mafan didin, dadikeve qadan. Ji bo rûxandina bloka faşîst ev kêliyên herî guncav ên mezinkirina têkoşînê ne.

Hêrsa gel

Her îktîdar di demên xwe yên lûtkeyê de dirize. Desthilatdariya rejima Erdogan-Bahçalî ber bi jêr ve teqlo meqlo dibe. Êdî her kes dizane wê dawiya vê kelha zilmê bi têkoşîna gelê kurd pêk bê. Rûxandin ne tenê ji hêla fizîkî ve, dê derûnî, giyanî, aborî, siyasî û tevî pergalê  serobino bibe. Bi derketina girseyên gel ên kolanan û bi berzkirina dirûşmeyên ‘Erdogan îstîfa’ dê ev hêrs berbelavî tevahî Tirkiyeyê bibe.

Desthilatdariya AKP’ê di nava tevahî şaneyên dewletê de xwe bi cih kir û dewlet xist bin serweriya berjewendiyên desthilatdariya xwe de. Civaka Tirkiyeyê mîna pezê ku rojê sê danan (sibê, nîvro û êvarê) tê dohtin, da ber doşandinê.

Rûxandina tecrîdê

Di van demên kaotîk/aloz de her kîjan hêz bi rêxistinkirî tev bigere, xwedî alternatîf û proje be dê serkeftin a wan be. Hêvî bi yekbûyîna gelê kurd ava dibe. Hemû pirsgirekên civakî bi taybet ên jinan li benda çareseriyê ne.

Dê encama têkoşîn û berxwedana bêhempa ya Îmraliyê û gelê kurd diyar bike. Îro kelha zilmê ya AKP û MHP’ê li ber rûxandinê ye! Azadiya jinan bi rûxandina ‘hucreya tecrîda’ Îmraliyê pêkan e.