27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdên cîhana Dêrîn; Hattî-Hîtît 12

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

…Tûthaliya yê 4.’em (B.Z. 1250 – 1220) derdikeve li ser texê keyatiya Hîtîtê. Keya Tûthaliya yê 4’em, kurrê lehengê mezin Keya Hattûşîlî yê 3’em û Keybanûya zîrek Pûdûxepa ye. Di vê serdema Keya Tûthaliya yê 4’em de, Împeretoriya Hîtîtê di nava xweşguzariyê de bûye. Lema jî Keya Tûthaliya, berhemên niwaze yên hunerî daye hênandin. Yek ji van berheman, perestegeha servekirî ya li bakûrê paytext Hattûşayê ye. Keya Tûthaliya, rolyefeke xwe  ya niwaze li ser pala zinarê vê perestegehê sêwirandiye. Di rolyefê de, Keya Tûtahliya, di bin çengê Yezdanê çiyê, Yezdan Şarrûma de ye. Ev jî tê wateya homandinê ya ji hêla Yezdanê Çiyê, Yezdan Şarrûma ve. Herwiha gopalê sembola keyatiyê, yê bi navê ‘kalmûşû’ di destê Keya Tûthaliya de tê xwuyakirin.

Di rolyefeke din de, tenê sêwirandina Keya Tûthaliya tê dîtin. Di rolyefê de Dîsa gopalê remza keyatiyê, yê nola marekî ku bi navê ‘kalmûşû’ têbinavkirin didestê Tûthaliya de ye. Kumê wî yê gulover, xeftanê wî yê heta li ser paniyê dirêj, qameyekî di ber kemerê re, guharekî di guha de û pêlava wî ya pozkokel, wanî tevjidandî hatiye sêwirandin. Her wiha destê xwe yê rastê ber bi pêş ve dirêj kirîye. Li jora destê wî yê bi kulmist, mora keyatiya roja bibask hatiye sêwirandin. Di bin herdu baskan de, du sembolên nola du kuvarkên dirêj tê dîtin. Ev tê wateye ‘keyayê gewre’ Dîs di bin baskê rojê de du xencerên ‘şeytankuj’ yên wekî remza kurdayetiyê tê dîtin. Di bin roja di navbera herdu baskan de jî, sêwirandina mirovekî ji navê  berjêr wekî çiya hatiye sêrwandin, têdîtin. Li serê wî mirovî, kumekî tûjik yê bi quloçê kel, ango kokel tê dîtin. Ev kumê bi quloç jî, tê wateya Yazdanbûyinê. Li jêra vî mirovê nîvçiya jî, bi nivîsa mîxî peyva ‘tû’ hatiye nivîsîn. Ev peyv, kîteya yekemîn ya navê Tû-thaliya ye. Qest ji vê payva ‘tû’ ew e, angû ‘tu’ Tûthaliya ye. Dibe ku ev peyva ‘tu’ ya kurdî, ku bi zimanê îngilîsî jêre dibêje ‘you’ bi tirkî jêre dibêje ‘sen’ ji kîteya pêşî ya navê Tû-thaliya hatibe.

Ev nîşanên dewlemend, yên wekî roja bibask, çiya, gopal û xencer, tevdekên wan xwerû sembolên aydê xelkê kurd in.

Di galeriyeke din ya Persetegeha Servekirî ya Yazilikaya de, sêwirandina Yezdan Teşûp, jina wî Xepat/Hepat û kurrê wan Şarrûma têdîtin. Hin Hîtîtînas dibêjin, ev sêwirandin li Keya Hattûşîlî, Keybanû Pûdûxepa û kurrê wan Tûthaliya hatinin miqayesekirin. Nola paşê jî di baweriya xirîstiyanan de, sêwirandina Xweda, Dayika Meyrem û Hz Îsa, ji ber vê sêwirandinê hatine girtin.

Ji sêwirandinên balkêş yek jê ya Yezdanê Şûr, ku ji navê berjêr şûr e, ji navê  berjor jî mirov e û bi postê şêran rapêçandî ye.

Sêwirandineke din jî, ya mirovê serî wî serê şêr e, û bi bask e. Wekî din, sêwirandina dowazde yezdanê Hîtîtê yên li dû hev rêzkirî têdîtin. Ev sêwirandinên dewlemend yên niwaze, û gelekên din, tevdek di serdema Keya Tûthaliya yê 4’em de, hatinin sêwirandin. Ev serdemeke zêrîn e ku hunera Hîtîtê ya qewrtina rolyefan, derketiye asta herî rajor.

Bi vî awayî, Keya Tûthalîya jî mohra xwe li serdemeke zîrîn dixîne û hêdîka ji ser dika jiyanê dadikeve, diçe aramgeha heta hetayê, li gel pêşîyên xwe.

Serdema ber bi hilweşînê ve 

Arnûwanda yê 3’em (B.Z. 1220 – 1200) derdikeve li ser textê keyatî yê. Lê destarê felekê hêdî hêdî çep dizîvire. Di serdema Keya Arnûwanda de, felek pişta xwe dide vê zir-dewleta bihişmet û pozbilind. Helbû heta çend sal berê jî, bavê wî Tûthaliya yê 4’em heta welatê giravê yê Alasîya yê, ku niha jêre dibêjin Kibris, xistibû bin fermanrewayî ya welatê Hîtîtîstana gewre.

Gava xwedê ji yekî re xerab bixîne, belayekê jêre ji nava lingê wî derdixîne. Mîregîyeke bi navê Zîppasla ku li rojavayê welêt bû, hebû. Heta hingê ti kesî xaf ji vê mîregê nedikir. Madsûvatta yê mîrê Zîppasla, li Keya Arnûwanda tê xezebê. Her wiha mîregên wekî din yên herêma Arzewayê jî, li hemberî Cimeta Pankûyê pîj dike.

Keya  Arnûwamda, temenê xwe bi van teşqeleyên navxweyî derbas dike. Gotineke kurdan heye dibêje ‘nola deveyê ji hamûdê xwe bixwe’ Keya Arnûwanda yê 3’em li emanetê kal pîrên xwe nabe xwedî û tenê ji kîsê navê Hîtita bihişmet dixwe. Bêyî şopeke serkeftî li dû xwe bihêle, ew jî koça xwe li pişta xwe dike û lodeke teşqele ji dûhatiyê xwe re dihêle û diçe, derdikeve warê aşa.

Keyayê dawî yê împeretoriya Hîtîtê 

Şûppîlûlîûma yê 2’em  (B.Z. 1200 – 1190) derdikeve li ser text. Lê textekî derizandî û hezhezî. Li hêlekê nerazîbûna mîregîyên dixwest ji bin sîwana Împeretoriya Hîtîtê derkevin, li hêlekê nangiraniya li welêt û li hêla din jî êrişên dijwar yên qewmê deryayê ku ji wan re digotin Akayî, yên pêşîyên Yunanan.

Serkatîbekî Cimeta Pankûyê, vê rewşa kambax ya Keya Şûppîlûlîûma têde, di kevalekê de wiha dinivîse û li ber çavan radixîne: “Ez ê tenê zarok û malbata efendîyê xwe Şûppîlûlîûma bihefidînim. Her çiqas xelkê Hîtîtî pişta efendîyê min berda be jî, lê heta ji min bê, ez ê ji efendîyê xwe re di rêzgirtinê de texsîr nekim û devjêbernedim…”

Serkatibê Keya Şûppîlûlîûma, bi me dide famkirin ku êdî pergala Împeretoriya Hîtîtê dipelişe û heta di navbera rêveberîya dewletê de jî, bêtifaqî serî hildide.

Di kevalên li Hattûşayê hatinin dîtin de dinivîse, dibêje: ji Misirê, keştiyên barkirî yên alîkarîya xwarinê ji Hîtîtê re hatiye şandin. Ew keştiyên xwarinê, barê xwe li Edenê datîne. Kerwanên Hîtîtê yên ji ker û hêstiran pêkdihat, dest bi  kişandine wê zexîreyê kirine û kişandine paytext Hattûşayê, lê êrişên Akkayî yên li ser mîregiya Trûwayê, kişandina alîkariya Misrê dilebikîne û rêveberî pêre nagihêje, heta vê organîzeya giran pêkbîne.

Her çiqas ji gelek mîregiyên bi Hîtîtê ve girêdayî, diçin gazîya Trûwayê jî, lê dîsa jî Trûwa ya di bin banê Hîtîtê de li hember Akkayiyan têkdiçe. Homeros, di kitêba xwe ya navdar, destana Îlyada de dibêje: Sarpedonê mêrxas yê ji welatê Lûkka yê, her wiha jinên şerker yên Amazonê jî, di pêşengiya serfermandar Penthesilea ya Amazonê, hatibûn hewara Trûwayê.

Ev jinên şerker yên ku Cengbêj Homeros qalê dike. Ew jinên Kurdên cîhana dêrîn, yên Amazon in û di bin fermandariya 12 fermandarên jinên Amazonî, yên di serkêşîya Keybanû Penthesilea de tev li vî şerrê eyan yê Trûwayê bûne. Lêwbelê Akkayî, bi dekbazî zir-hespekî darînî çêdikin, casûsan di zikê wî de vedişêrin û keleha Trûwayê ji hundur de zeft dikin. Bi vî awayî, jina Şepal Penthesilea û serkêşa Amazonan, li gel Hektor û Sarpedonê mêrxas tên kuştin û Trûwa dikeve. Û Akkayî, nola arê xezebê bi erdnîgara welatê Hattî-Hîtîtê dikeve. Ev qewmê deryayî yên cîhana rojava, mîna zir-gundorekî gêrî ser Împeretorîya Hattî-Hîtîtê dibe.

Gava Keya Şûppîlûlîûma ketina Trûwayê dibihîze, ji paytext Hattûşayê derdikeve, xwe nola şêrekî birîndar li çol û çiya diqewimîne û terkedinya dibe. Ew roj û ev roj, kes nizane ka bi kude çû. Ev xof û dehşeta hilweşandina welatê hezar yezdanan ya Împeretoriya Hîtîtê, di çavên beloq yên peykerê Şûppîlûlîûma yê li Hetayê hatibû dîtin de, eyan dixwuye.

Kurdên cîhana dêrîn yên Hattî-Hîtîtî, bê navber derdora 500 salî, zir-hêza sereke ya cîhana dêrîn bû. Van mirovên maqûl, qurre û ti kesek di ser pozê xwe re nedidît; mirovên xwedîzagon, pergal û Cimetek nola ya Pankûyê; mirovên xwedî soz û bext; navê xwe bi tîpên zêrîn di bîra mirovahîyê de neqişand û xwe nemir kirin.

Pêşiyên me Telîpînû, Mûrşîlî, Şûppîlûlîûma, Pûdûxepa, Hattûşîlî û yên din, dê heta hetayê di bîra me de zindî bimînin û bi serbilindî em ê navên wan di kokevana ezmanê vê dinyalikê de olam bidin. Em çiqas xwe bi pêşîyên xwe qurre bikin, hidik e. Taca serê me, bi saya van ciwankeynik û ciwanmêran gihaşt heta ezmanan.

Xatirxwestin 

Di rojeke ji wan rojên di navbera havîn û payizê de, ez li nava kavilên Hattûşa yê digerim. Ez destê xwe datînim li ser kavilê kîjan avahiyê, mîna ez destê xwe dînim li ser girdika milê mirovekî kurd ê cîhana dêrîn yê Hattî-Hîtîtî. Li kolanên xalî, hîbehîbeke mahşerî ji kûrahiya kavilên bîrovgirtî dihat. Ne bi guhê xwe, bi kûrahiya dilê xwe min qerebalixiya wê sewtê dibîhîst. Mîna tingîniyeke xeybanî ji hestîyê laşê min dihat. Ew giyana pêşiyên me bû, ya ku di guhê kavilên bîrovgirtî de olam vedida. Digotin lolo! Digotin lêlê! Digotin hela rabin, ma we morîka xewê bi guhê xwe ve kirine? Digotin piştî sê hezar û 200 sal şûnve, vaye xewdiyê me hatin. Hineka bersîv li pirsan digobelandin, digotin: hooo lolo, hêêê lêlê! Bê xweda dibe, bê xwedî nabe!

Ev hestên pirr xerîb, ez xistibûm nava mijeke hestiyar, ew çend jî bi kelecan. Dilê min, di defa sînga min de çargope lêdixist. Min baxeke gulên ji kulîlka qawanê, ji kulîlkên hîro û gelekên din ji nava kavilên Hattûşayê hilkiribûn û bi rêzdarî danîbû li ser qaîdeyekî li pêşberî rolyefên Xwedawend Xepat, Yezdan Teşûp, Şarrûma, Tûthalîya û dowazde Yezdanên din yên li Perestegeha Servekirî ya li Yazılıkaya yê ku li pêşberî Hattûşa ya bihişmet bû.

Ez xwe ji Hattûşayê berdidim xwar. Nizanim çi li min qewimîye. Ez dibêjim qey çermê min, ji laşê min re teng bûye. Mîna meriv qatek cilê simol, li bedenek larc bike. Mûyê laşê min rabûne, li min bûne sîx. Xwêdaneke sar, dadiwerive derzika pişta min.

Li jêr, li ber kavilê persetegehê, holikekek berrabotî heye. Kalemêrek, bi destê xwe yên terikandî, peykerok û tiştikên dîyariya aydê Hîtîtan çêdike. Berçavka wî ya çarçove-hestînî, di rimilkê de maye. Kevirekî pahn li ser berdilka wî ya çermînî bû û bi serê niştirê, nivîseke mîxî li ser kevir dikola. Wê tişta di nava destê kalemêr de jê dipirsim. Kalemêr serê xwe di ber xwe de pêl kiriye. Bêyî serê xwe rake, bersîva min dide: “ev mohra Keybanû Pûdûxepa ye” dibêje.

Ez mohra Kehbanû Pûdûxepa dixînim tûrikê xwe, cîhekî bi himet. Kalemêr Osmanê Meletî, yê ku avakarê gundê Boxazqaleyê avakiribû û paşê jî bûbû navçe, bi me re heta li ber erebê dimeşe. Ez destê wî, ew jî çavê min maçî dike. Ew kalemêrê heyştê salî, derîyê erebê li me vedike. Ji tirsa ku ew ê bi min re bixeyide, newêrim îtiraz jî bikim. Kalemêr gotina xwe ya ewil dubare dike: lawo bila kırd be, bila ji herriyê be.

Belê kalo. Bê xwedê dibe, bê xwedî nabe!

(Dawî)