26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sûriye kirine navenda madeyên hişbir

Mijara madeyên hişbir ên ji Sûriyeyê derdikevin dîsa di rojeva kongreya Amerîkayê de ye. Du endamên kongreyê pêşnûmeyek dan Meclisa Endaman a Kongreya Amerîkayê.  Herdu endamên Kongreya Amerîkayê French Hill û Brendan Boyle bi pêşnûmeyeke daxwaz ji kongreyê kirin ku destwerdana bazirganiya madeyên hişbir ên Sûriyeyê bike. Li gorî agahiyên di wê pêşnûmeyê de ji sala 2018’an de bazirganiya madeyên hişbir li Sûriyeyê li deverên di bin kontrola hêzên rejîmê û alîgirên wê yên wekî Hizbulahê gelekî zêde bûye.

Li gorî raporan ew madeyên hişbir tên çandin û berhevkirin û paşê li kargehên taybet tên amadekirin û wekî hebên hişbir tên çêkirin. Ew heb û madeyên hişbir li gorî agahiyên rojnameya New York Times di kargehên taybet de dibin hebên captagon û wan derdixin derveyî Sûriyeyê. Li gorî heman çavkaniyê çêkirin û firotina madeyên hişbir di bin çavdêriya hêzên ferqeya çaran a artêşa rejîmê ku bi serkêşiya Mahir Esed e tê kirin. Her wiha hêzên Hizbulaha Libnanê jî roleke mezin di derxistin û firotina van madeyan de dilîzin.

Di van demên dawî de hêzên ewlkeariyê ên Yewnanistan, Îtalya, Misir û Urdunê bi sed milyonan ji van hebên hişbir desteserkirine.  Li seranserê cîhanê derdora 250 milyon ji van hebên hişbir hatine desteserkirin ku çavkaniya wan Sûriye ye û di rêya deriya Spî re hatine derxistin bo wan welatan.