2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tehma şêrîn a salekê

Çand û hunera kurdî, di şert û mercên zehmet de hewl dide bi pêş bikeve. Hêviya me ew e ku em jî weke her gelî, bi çand û hunera xwe hebin. Bi zimanê xwe, tehmê ji her tiştê ser rûyê erd bigirin.

Me salek din li pey xwe hişt geh bi xweşî geh bi ne xweşî saleke ‘dûvdirêj‘ û bi qasî hilmekê kurt derbas bû, çû… Her ku sal bi dawî dibe nizanim çima xemginiyek xwe li min digire! Sal derbas dibe, tehmê tirş û tehl car cara pariyek şêrîn di devê me de dihêle.  Ez ê li sala çûyî vegerim, çav li demên tehma şêrîn hiştine ve bigerînim.

Me sala 2023’ya bi oxir kir, em derbasî ya nû bûn 2024’na bi hêviya xweziyê bi ya çûyî neyênin. Xêr û xweşiyê bîne. Ez naxwazim bûyerê ne xweş bibîr bînim, lê ez ê hewl bidim di sala çûyî de, di hêla çand û hunera kurdî de min çi dît çi nedît, çawa derbas bû, piçekî qal bikim. Şano, konser, pêşengeh, danişan. Bi qasî min dît û temaşe kir bi çend  têbîniya, salê bi kurtasî di bîra xwe re bibim û bêjim.

Di destpêkê de, meha heziranê li Stenbolê (Weqfa Beşikçî) bi navê ‘Êvara Peyvê‘ û sê îkonên helbasta kurdî ji başûr ‘Mueyed Teyib, Kajal Ahmad û Tel’ed Tahir ji aliyê weşanxaneya Avesta ve vexwendî bûn. Hersê navdarên hêja  helbestvanên qedirbilind, bi zarê xwe yî şêrîn gotibêjek li dar xistin. Helbestên xwe xwendin, pirtûkên xwe imze kirin, bayek ji hêla Başûr ve ji me re anîn. Em bi hesreta dîtina her kurdek ji perçê din in, wexta yekî ji Rojhilat, Rojava an ji Başûr dibînin, derfeta hevnasîn û sohbetê çêdibe, hestek cuda û xweş dide mirov. Ev derfet bi piranî bi hêza hunerê pêk tê. Huner sînorê di navbera gelê biyanî de radike, rast e lê ya me kurdan em di nav xwe de sînor kirine mixabin…

Hevdîtin û têkiliya bi mêvanên ji Başûr re her kesê hatibû wir kêfxweş kir. Di heman demê de pêşengaha bi navê ‘Êvara Rengan‘ ya wênesazê (ew jî, ji Başûr hatibû) Rostam Aghala hebû, wêneyê wi bi reng û motifê kurdewarî  xemilandibûn û li eywana weqfê pêşkêş kiribûn. Pirtûka ji wêneyê nigarê bi diwêr ve jî bi çapeke qalîte dihat firotin.

Piştre di tirmehê de hunermend Kasim Taşdogan li Moda Sahnesî  konserek da. Îlonê de jî Lawje deng û rengê Botanê ber bi Stenbolê ve anîn konserek bi çoş dan. Di 5’ê cotmehê de lîstika Mirza Metîn ‘Kêm’ a ku bê axaftin, ji deng û tevgera bedenê pêk dihat, bi performekirina Hicran Demîr, piştî promiyera Berlinê, pêşî li Amedê piştre li Stenbolê hat pêşkeşkirin. “Kêm remz û nişanê mitolojiyê, hêmayê xewnê dihewîne, çîrokeke tenê nebû di vê lîstikê de, lê her kesek dikare çîrokek li gorî xwe jê derxe” (Ji danesîna lîstikê).

Şanoger bajar bi bajar geriya

Dîsa di cotmehê de şanoger Erdal Kaya bi turneya stand-upa ‘Vik û Vala‘ li gelek bajara geriya, Stenbol jî yek ji wa bû demeke xweş pêşkeşî temaşevanan kir. Cara ewil bi vî awayî şanogerek bi berfirehî bajar bi bajar geriyaye û xwe gihandiye gelek kesan, her carê salon dagirtine. Ji bo Erdal Kaya salek serkeftî bû, ji ber ku kod û helwestê civakê pir baş bikartîne û çavdêriyê bi hûrbînî dike, hembandorî û bertekên baş û erênî lê vedigerin.

Mirovên dixwazin qasekê ji xirecira dinyayê dûr bikevin dibe fersend, her kes pêwistî  bi piçek ken û enerjiya pozitîf dike, tiştê pêkenok jî tim balê dikişînin! Û dawiya Cotmehê bi lîstika ‘Şano Wan’ a ku bi alikariya Seyme organizasyonê bû mêvanê Stenbolê, gotin; ‘Heylo Dîsa Tevlihev Bû‘ derketin ser dikê.

Em hatim mijdarê dîsa bi heman awayî bi alikariya Seyme lîstika Şanoya Bajar a Amadê  ‘Mirina Janne D’Arce Ya Din’ hat hemberî temaşevanan. Di mijdarê de vê carê galaya belgefilmê derhêner Keremo ‘Rûpelek Ji Dîrokê‘ hat nişandan, di şexsê du kesayetê kurd Evdilmecîd beg û kurê wî Xalis beg de beşek ji dîroka kurd û Kurdistanê nîşan da. Çalakiya mijdarê ya herî dawî li ‘Bostanci Gosterî Merkezî ‘ya Stenbolê nêzî 2 hezar û 500 kesan di nav xwe de dihewîne, Rewşan ê konserek bi heybet û bi coş da. Hin kesê bilet bi dest nexistibûn li ber derî gihabûn hev, li hundir rê di riya de nebû. Ji bo Rewşan ê jî salek serkeftî, têr û tije bû bi rêze konsera li gelek bajara sewt û awaza xwe bilind kir.

Amedê malovaniya şanoyê kir

Bi vî awayî çalakiya li Stenbolê ji bo min bi dawî bûn, hêj sal neqidiya ye îcar em berê xwe bidin Amedê, ‘Şanoya Bajêr a Amedê‘ 1’ê kanûnê bi lîstika mêvan a ‘Tiatra Ba’ promiyera ‘Çinûr’ dest bi bernameya heyvê kir. Çinûr, berevajî şanoyê kurdî yê din (bi gelemperî komedî ne) lîstikek bi tevahî ji dramayê pêk dihat û gelekî bi bandor bû.

Nazmî Karaman bi tena serê xwe dilîst û hêmana zimanekî helbestî û vêbeja çîrokî di lîstikê de hebû.

Paşê bi lîstikvaniya Denîz Ozer û Bahoz Ozsunar lîstikek nû ‘Qral û Travis’ ku ji hêla şanoyek nû ve jî derketibû ‘Şano Ar’ li Amedê bi temaşevanan re hat li gel hev.

Faûra pirtûkan têr û tije derbas bû

Herî dawî, hefteya herî xweş û çalakiya herî bi qimet fûara pirtûkan bû, di navbera 16-24 ê kanûnê de li Amedê çend rojê têr û tije derbas bûn. (Min di nivîsa berî vê de, bi berfirehî behs ji fûarê kiribû loma kurt vedibirim).

Di salên dawî de çand û hunera kurdî, di şert û mercên zor û zehmet de hewl dide bi pêş bikevê, tiştê nû biafirîne, gelek kar û xebatên hêja jî tên kirin. Helbet ji bo werê astekê gelek riya dûvdirêj li pêş e, lê hêviya me hemûyan ew e ku em jî weke her miletek dinyayê, bi çand û hunera xwe hebin. Bi zimanê xwe, tehmê ji her tiştê ser rûyê erdê heyî bigirin. Em jî çîrokê xwe bi devê xwe bêjin û bigihinin derdorê hemû yî. Çima nebê!