26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkiliya mirov û gerdûnê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Beriya niha bi hezaran sal mirovan di ser xwe re bi timtêl û meraq li roj, heyv, stêrk û gerstêrkên asîman ên ku liv û tevgerên gerdûnê nîşan didin, nihêrîne. Meraqa wan, ew ber bi lêgerîn û lêpirsîn û lêkolînên nû ve kirine. Li gel lêgerîn û lêpirsînên xwe, nûvedaniyên nû jî bi dest xistine. Bi saya wan nûvedaniyan, hin bi hin pêş ve çûne û gihîştine heyamê îro. Bêguman fikr û baweriyên wan jî li gorî van guherîn û veguherînên nû pêk hatine û teşeyeke nû girtine.

Bi qasî ku em dizanin gerdûna mêjîn û abadîn ku tekane wekî hebûna ezelî û ebedî tê zanîn û pejirandin, ji doh heta îro bala mirov kişandiye û her demê bûye qada lêgerîn, lêpirsîn û lêkolînê. Di bergeha vê gerdûna bê ser û ber de heyberê ku serê xwe li ser vê yekê diêşîne û bi tevger û zagonên gerdûnê eleqedar dibe, tenê mirov e. Ji mirov pê ve tu heyberê ku bikeve nav lêgerîn û lêpirsîna pêkhatina gerdûnê û raza hebûna wê fam bike jî tune ye.
Mexsed û armanca lêgerîna mirov a derbarê gerdûnê de, xwegihandina rastiyê ye. Riya xwegihandina rastiyê hizirandin e. Belê hizirandin jî li gor hilberîn û alavên hilberînê diguhere. Dibe ku hilberîn bawerî, raman, helwest û boçûnên mirov diyar bike; belê meriv ber bi rastiyê ve nake. Lewre rastî ne tiştekî rojane, demdemî û guherbar û ne jî tiştekî misoger, misêwa û westar e. Tenê ne rastî; rê û rêçikên ku meriv ber bi rastiyê ve dikin bi xwe jî demdemî û guherbar in. Bêguman ew jî mijara nîqaşeke din e.

Tiştê ku dibe mijara nîqaşê ne hebûna gerdûnê bi xwe ye. Nîqaş û gengeşiyên derbarê pêkahatina gerdûnê de ne. Hebûna gerdûnê (xweza, feza, asîman, stêrk, roj, hîv û hwd.) heqîqet bi xwe ye. Lewre her kes hebûna gerdûnê qebûl dike û tu kes hebûna wê înkar nake. Belê ji ber ku her kes ne xwediyê heman fikr û baweriyê ye û fikr û baweriyên derbarê sedem û afirandina gerdûnê ji hev cuda ne, mirov nikre xwe bigihîne rastiyeke misoger. Rastî yan jî heqîqet tiştekî cuda; hewldan û lêgerînên riya rastî û heqîqetê tiştekî cuda ye. Jixwe, hemû nîqaş gengeşî û pevçûnên derbarê heqîqetê de jî bi vê egerê pêk tên.
Lêkolîn û daneyên dawî yên derbarê pêkhatina gerdûnê agahiyên nû bidin jî hê rastiya wê nehatiye çespandin. Lewre, her zanîn û agahiya nû, zanîn û agahiya berî xwe şaş an jî kêm dibîne. Ji bo wê, her zanîn, mirov arasteyî lêgerînên hûr û kûr ên tebûtir û tekûztir dike. Agahiyên derbarê gerdûnê û tevger û zagonên wê yên îro, ne yên pêşî û ne jî yên dawî ne. Ew zanîn û agahî bi qasî berhgeh û mezinahiya gerdûnê bêsînor û bêdawî ne. Ne pêkan e ku mirov bigihîje dawiya zanîn û agahiyên derbarê gerdûnê û raza wê fam bike.
Mirov li gorî zanebûna xwe ya sînordar, dikeve nava lêgerîna gerdûneke bêsînor.

êsînorbûna gerdûnê jî dîsa li gor zanebûneke sînordar tê diyarkirin. Gelo bi rastî jî gerdûn bêsînor e yan mirov ew li gor xwe bêsînor kiriye? Bêsînorbûna gerdûnê heqîqet e, angaşt e yan sêwirandin e? Gelo zanebûna mirov a sînordar çiqas têra naskirina gerdûnê dike? Dibe ku mirov ji ber ku nikare xwe bigihîne sînorê gerdûnê, ew bêsînor kiribe? Heke zanebûna mirov sînordar be, wê çaxê çawa dikare tiştekî (gerdûneke) bêsînor bisêwirîne? Gelo lêgerîn, agahî û zanînên derbarê pêkhatina gerdûnê de çiqas rast in an çiqas nêzîkî rastiyê ne? Gelo angaşt û agahiyên mîtolojiyê û baweriyên teolojîk, bi lêgerîn û lêkolînên dema zanîn û teknolojiyê re çiqas li hev in? Gelo agahî û daneyên îro dê ji pirsên siberojê re çiqas bibin bersiv? Gelo nivşên nû yan mirovên dahatûyê dê çiqas qîma xwe bi zanîna îro û daneyên ku hatine bidestxistin, bînin? Ji bilî van pirsan; gelo agahî û zanîna îro ya derbarê pêkahatina gerdûnê û tevgera wê de çiqas rast û durist in? Meriv dikare gelek pirsên din jî bike. Pirsên wisa û gelek pirsên din jî motacî bersivê ne. Belê gava ku bersiv tune be pirs zêde bi kêrî tiştekî nayê. Ji do heta îro gelek pirs hatine kirin û bersiv jî hatine dayîn. Ew pirs û bersiv jî dîsa li gor fikr û boçûnên cuda û nelihev pêk hatine. Her alî xwe wekî rêwiyê riya rastiyê û rastiya xwe jî teqez û misoger dibine û fikra xwe li ser mirovên din dide ferzkirin. Dibe ku rastî yek be; belê riyên ku mirov ber bi rastiyê ve dikin ji yekê zêdetir in.
Her mirov li gor dane, ceribandin, agahî û fikra xwe diaxive û dikeve nava nîqaşên kûr û dûr. Dibe ku gelek agahî, zanebûn û fikrên cuda jî her gav mirov ber bi rasiyê nekin. Meriv dikare lêgerîn, lêpirsîn, nîqaş û şîroveyên der barê rastiyê, wekî lêgerîna rastiyê binirxîne. Ji ber ku her kes fikra xwe rast, ya kesên pêşberî xwe şaş dibine; rastî û şaşî li gor her kesî diguhere. Li gor vê rastiyê jî tenê rastiyek derdikeve holê. Ew jî rastiya ku tu car ji hêla her kesî ve wekî rastiyê nayê pejirandin e.

Rastî û rasteqînî sîwana tiştên şênber/berbiçav e ku tu şik û guman jê nayê kirin. Belê heqîqet ne baweriya der barê rastiyê de ye. Rastî bi xwe ye. Ango tiştê ku ji hêla her kesî ve tê qebûlkirin, rasteqîn e. Nimûne; hebûna gerdûnê rasteqînek e. Rasteqîn qet nayê mandelekirin, veşartin û nîqaşkirin. Rastiya ku mirov li ser wê li hev dikin jî ev rastînî bi xwe ye. Ango tu kes tiştê heyî tune nahesibîne. Ji ber ku gerdûn hebûneke şênber e, hebûna wê nabe mijara nîqaşê. Tiştê ku dibe mijara nîqaşê, pêkhatina gerdûnê ye ku çawa hatiye afirandin. Ew nîqaş jî azîneyên lêgerîn û xwegihandina rastiyê pêk tîne. Nîqaş û gengeşiyên ku têne kirin hemû jî fikr û baweriyên mirovan ên cuda û cur bi cur der dibin. Fikr û baweriyên der barê gerdûnê, li gor her kesî diguher in. Û ew fikr û baweriyên der barê gerdûnê de jî ne tiştên westar û misoger in; demdemî û razber in. Ji bo wê, fikr û baweriyên heyî her gav mirov ber bi rastî û rasteqîniyê ve nakin. Gelek bîr û baweriyên ku wekî rasteqînê tên derpêşkirin, angaşt û argumentên guherbar û kesan ne. Ne rasteqîn bi xwe ne; tenê lêgerîn û lêpirsînên der barê rasteqînê de ne.

Hebûna ku hemû taybetiyên gerdûnê di xwe de dihewîne, mirov e. Bi vegotineke din; hemû taybetiyên gerdûnê xwe di mirov de didin der. Belê cudatiya navbera gerdûnê û mirov ew e ku hemû zagonên gerdûnê xwezayî, belê yên mirov çêkirî ne. Her wiha ji bilî mirov, tu heyberê ku li hemberî zagonên gerdûnê yên xwezayî derkeve û bi serê xwe tevdigere jî nîn e. Wekî din jî, heyînê serhildêr ê ku zagonên gerdûnê nas nake yan jî binpê dike dîsa mirov e. Ji bo wê, meriv bi hêsanî dikare bibêje ku di navbera mirov û gerdûnê de jî têkiliyeke bivênevê ya taybet û jêneger heye.

Heke mirov tune be, hebûna gerdûnê jî nayê famkirin. Lewre hebûna ku gerdûnê nas dike û xwe bi gerdûnê dide nasîn jî tenê mirov e. Ligel ku mirov baş dizane ku gerdûn bêyî mirov dibe, belê mirov bêyî gerdûnê nabe; dîsa jî mirov xwe di ser gerdûnê re dibîne û bi qasî ku bibêje “gerdûn ji bo min hatiye afirandin” xwe qure dike. Ev quretî û pozbilindiya mirov, wî ji hemû heyîn û heyberên din bi dûr dixe û hevahengiya gerdûnî ya tevayî (û têkiliya navbera heyînên candar û necandar) asteng dike. Ji bo wê, berî ku mirov gerdûnê nas bike, divê xwe nas bike. Naskirina gerdûna ku di mirov de dihewe, ji mirovê ku di gerdûnê de dihewe girîngtir e.