26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Televizyonên Başûr di nav qeyranê de ne

Têkiliyên başûrê Kurdistanê yên siyasî yên bi dewletan re, bandora xwe li aborî, çand, huner, bi giştî li gelek aliyên civakê dike. Helbet ev ji bo hemû dewletan wisa  ye lê li başûrê welêt hinek taybetmendî û cudahiyên vê têkiliyê hene. Bi taybetî di sektora rêzefilm û filman de, giranî û badora dewleta tirk pir aşkera xuya dibe. Saziyên sivîl û komeleyên Başûr dem bi dem nerazîbûna xwe ji bo vê rewşê nîşan didin.

Lîstikvana ji başûrê Kurdistanê a film û rêzefilman Sirûşt Cemal der barê rewşa televizyonên Başûr de ji rojnameya me re axivî. Cemal diyar kir ku Başûr bi giştî di bin bandora rêzefilmên Kore, Hindistan û Tirkiyeyê de ne.

Sirûşt Cemal têkildarî mijarê da zanîn ku di van salên dawî TV’yên Başûr ketine nav qeyranê û wiha got: “Tu pêşketinek an jî aliyekî wê yê nû tune ye. Sedema vê yekê xistina civakê  ye. Civak ji her alî ve hatiye xistin. Li ser wêje û hunerê bi kûrahî nayê sekinandin û fikrên afrîner tune ne. Helbet ev yek jî bandorê li jiyana gel û têkiliyên wan ên rojane jî dike. Yanî her çiqas hin tişt hatibin kirin jî niha di hemû aliyên jiyanê de li Başûr paşketinek heye, asta berhemên tên çêkirin pir qels e.”

‘Pêşketina civakê naxwazin’

Cemal diyar kir ku sedema qelsbûna bernameyên televizyonan desthilatdar û siyasetmedar in û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku ev derdor îro naxwazin gel bernameyên baş, cuda û dirust temaşe bikin û pêşiya pêşketina civakê digirin. Dema ku bernameyên baş û dirust tên çêkirin, di kêliyê de pêşî li wan tê girtin. Ev derdor naxwazin tiştên baş di nav de gel de belav bibin. Ji ber ku ev derdor pêşketina civakê ji xwe re wek xetere dibînin. Ew jî dizanin dema civak bi pêş bikeve dê li hemberî desthilatdariyê bisekine. Ji ber vê yekê jî paşxistina civaka kurd dixwazin. Mînak tayînkirina çapemenî û dezgehan bi giştî bi biryara desthilatdaran tê kirin. Ji aliyê gerînendeya çapemeniyê ve naveroka hemû bername û nûçeyan tê amadekirin û bi giştî jî ev kes girêdayî van derdorên desthiltdaran in. Tenê carinan di hin pêşkêşvanan de em dikarin qala nîvazadiyê bikin û jixwe ev kes jî ji aliyê hişmendiyê ve zêde pêşketî û xwedî îrade nîn in. Bi giştî li gor mêvanan tevdigerin. Ji bo vê yekê jî bername bandoreke erênî li civakê nake.”

Çîrokên kurdistanî nabin mijar

Sirûşt Cemal her wiha di derheqê sînameyê de jî destnîşan kir ku di qada sînemayê de kurd hê nû bin jî astek heye û wiha domand: “Karên sînemayê yên heta niha hatine kirin kêm in, yên li salona sînemayê hatine nîşandan piştre careke din nehatiye dîtin. Li Kurdistanê bi hezaran çîrokên girîng hene lê mixabin heta niha jî ev nebûne mijar û li ser van mijaran filmên kurdistanî nehatine çêkirin. Mînak, tevî hemû şer û pirsgirêkên civakî, pirsgirêkên jinan, pirsgirêkên partiyên siyasî û desthilatdariyê li Kurdistanê hene, bi deh hezaran çîrokên girîng hene, lê heta niha ji vana berhemên sînamayê nehatine çêkirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê derhênerên me hene ku di asteke baş de ne. Ji ber tunebûna senaryoya akademîk pirsgirêk di çîrok, senaryo, derhêner û lîstikvanên hatine hilbijartin de, derdikevin.”

‘Naverok û çîrok xirab in’

Cemal di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku piştî  pêşketina cîhana teknîkî, beşa teknîkî li Kurdistanê jî bi pêş ketiye û di filman de teknîk baş tê bikaranîn û wiha got: “Mixabin naveroka xebata wan bê wate ye. Di warê rêzefilman de em dikarin bêjin ku ji aliyê teknîkî ve pêşketî ne. Lê naverok û çîrok xerab in. Gelê Başûr ji ber nelirêtiyên kanalên herêmê yên ku rêzefilmên biyanî yên wek Tirkiye, Kore û Hindistanê didin, gel berê xwe didin Facebook, Tîktok, Instagramê. Bêguman ev rêzefilmên biyanî ji her alî ve zirareke mezin didin civaka kurd. Bi kurtasî her diçe civak ji TV’an dûr dibe.”

‘Hêvî bi ciwanan heye’

Lîstikvana başûrî Sirûşt Cemal bal kişand ser hin xebatên ciwanên li Başûr û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gel van hemû kêmasiyan, li gorî paşerojê niha destpêkeke hêdî heye, komek ciwanên jêhatî weke kurtefilman xebatên bilind çêkirine û di nav wan de wênekêşên pêşketî jî hene. Eger xebateke zêdetir were kirin an jî rayedarên peywendîdar bi piştevanî û hevkariyê bên kirin, di paşerojeke nêzîk an jî dûr de hêvî heye ku serkeftin were bidestxistin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê