19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Temellî ji bo meşê bang kir: Divê em tecrîdê bişikînin

Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî ji bo tevlibûna meşen ku li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê li Wan û Amedê werin lidarxistin bang kir û wiha got: “Divê gelê me vîneke xurt deyne holê û tecrîdê bişikîne.”

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin 20 mehan zêdetire agahî nayên girtin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Dayîkên Aştiyê jî têkildarî tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan dê di 11 kanûnê de li Amedê û di 12 kanûnê de jî li Wanê meşeke girseyî li dar bixin.

Armanca meşê

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî ku xebatên meşê birêvedibe, diyar kir ku pirsgirêkên sereke yên welat polîtîkayên şer û tecrîdê tên û wiha got: “Ji bo ku ev pirsgirêkên îro li Tirkiyeyê rû didin bên derbaskirin, beriya her tiştî divê pêşî li pêvajoya çareseriyê bê vekirin. Pêwîstî bi vegera li dewleta hiqûqê û têkoşîna demokrasiyê heye. Em difikirin ku lingê vê yê herî girîng rakirina tecrîdê ye. Bi vê armancê, ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bernameyeke me ya ji bo demeke dirêj heye. Em ê di 11 û 12’ê kanûnê de li dijî tecrîd, zext, polîtîkayên şer û tundiyê li kolanan bin. Em ê careke din bixwazin dengê xwe li dijî guhên ker, li dijî yên ji demokrasî, mafên mirovan û aştiyê direvin dengê xwe bidin bihîstin.”

Bang li hemû beşan kir

Temellî bi lêv kir ku li dijî tecrîdê li qada navnetewî bêhestiyariyek heye û wiha berdewam kir: “”Li dijî tecrîdê bi taybetî saziyên navneteweyî û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bêhestiyariyeke cidî heye. Dibêjin li Îmraliyê hevdîtin pêk anîn lê em hîn dibin ku hevdîtin pêk nehatiye. Di vê mijarê de tu daxuyanî nedane û em daxuyaniyên dewletên pêwendîdar jî nabihîzin. Gelek welat di vê mijarê de bêhestiyariyê nîşan didin, wekî ku miribin tevdigerin. Em şikandina tecrîdê ne weke meseleyeke mafên mirovan dibînin, lê belê hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn weke gaveke gelekî girîng dibînin, dibe ku di warê derbaskirina krîza îro de em dijîn. Ji bo vê jî em bang li hemû gelê xwe û hemû kesên ku di vê mijarê de bêhestiyar mane û ev mijar nexistine rojeva xwe dikin ku bihestiyar bin.”

Temellî, da zanîn ku wê meşên wan ên li Amed û Wanê li dar bixin wê bi hêz bin û ev tişt gotin: “Di serî de gelê kurd gelên Tirkiyeyê bi polîtîkayên şer re rûbirû dimînin. Beşeke gel a zêde bi xizanî û birçîtiyê re rûbirû ye. Dewletê aborî veguherandiye amûra tundiyê. Herkes mexdur e. Divê li dijî şer û xizantiyê ev tecrîd rabe. Ji ber vê yekê em gelê xwe vedixwînin meşê û bang dikin ku vîneke xurt deynin holê.”