19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê : An dê jin serê xwe binuxmînin an jî dê hesabên wan ê bankayê betal bibin

Rejîma Îranê beriya çend rojan dabû xuyakirin ku ew dê Polîsên Exlaqê betal bikin û ‘dewriyiyeyên Adabê’ rawestînin. Lê niha li şûna wê rejîma Îranê dixwaze bi rengekî din sergirtinê li ser jinan ferz bike. Parlamenterê Îranê û endamê lijneya çandê Hisên Celalî da xuyakirin ku hikûmeta Îranê niha dixwaze cezayê betalkirina hesabên bankayan li ser jinan ferz bike.

Li gorî Celalî bi vê rêbazê piştî ku xwepêşandan rawestin dê di nava çend rojan dîsa sergirtin were bi vê rêbazê were ferz kirin. Li şûna hişyariya bi riya polîsên Exlaqê dê bi riya peyamên telefonê jin werin hişyarkirin. Li gorî vê rêbaza nû pêşî dê jina ku serê xwe vekiriye bi riya peyamekê were bibîrxistin, paşê were hişyarkirin û heke piştî van hişyariya serê xwe bnegire dê hesabê wê yê bankayê were girtin.

Bertekên li dijî darvekirina Şekarî

Ji aliyekî din ve bertekên li dijî darvekirina ciwanê îranî yê bi navê Mohsen Şekarî berdewam dikin. Amerîkayê der barê darvekirina Şekarî de got ku divê kesên berpirsyarên darvekirinê bê ceza nemî,nin û dê hesab ji wan were xwestin. Her wiha rêxistina mafê mirovan ya navdewletî Îranê şermezar kir û got ku ev darvekirina hovîtiya rejîma Îranê nîşan dide û bi dehan kesên din jî li hêviya darvekirinê hene. Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ku navenda wê Osloyê ye jî bang li raya giştî ya navnetewî kir ku dengê xwe li dijî hovîtiya rejîma Îranê bilind bikin û hişyar kir ku dibe rejîm darvekirinên komî bike.

Li gelek bajarê Îranê û derveyî welat, gelê Îranê bi xwepêşandan û nerazîbûnan li dijî biryara darvekirina xwepêşandêran derketin û banga li raya giştî ya navdewletî kirin ku li hember hovîtiya rejîma Îranê bêdeng nemînin.