7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara nû ya kovara Nûbiharê derket

Hejmara 161'emîn a Kovara Nûbiharê ku ji 3 mehan carekê derdikeve bi naverokek xurt derket

Kovara Nûbiharê ya ku 30 sal in bênavber û 3 mehan carekê li seranserê Kurdistanê derdikeve, bi hejmara xwe ya 161’emîn derket. Di vê hejmarê de jî ji aliyê gelek nivîskaran ve çîrok, bîyografî, dîrok û nivîsên cuda hene. Edîtorê kovarê Suleyman Çevîk di têketina kovarê de bi kurtasî bal kişandiye ser kêmfirotina kovarê û behsa zehmetiyên weşangeriyê dike.

Nivîsên din ên kovarê bi vî rengî ne:

Nivîskar Rohat Alakom der barê çend wêneyên Elî Eşref Beg de analîzek berfireh kiriye. Elî Eşref Beg û bavê wî Gulî Cewar Axa di artêşa rûsan de general in. Di vê nivîsê de Alakom, ji sala 2012’an ve ji arşîva rûsan gelek wêneyên Elî Eşref Beg digire û der barê van wêneyan de agahiyên dîrokî dide.

Nivîskar Abdûrahman Adak, di vê nivîsa xwe de behsa Xulase yê Eqîde ya Seyîd Ebdûllahê Nehrî dike. Adak, di nivîsa xwe de der barê dîroka Eqîdeyê de hin agahiyan dide û dibêje: “Di sala 1911’an de cara yekemîn Kurdîzade Ehmed Ramîz vê Eqîde hatiye çapkirin.”

Nivîskar Lokman Polat danasîna kurteçîrokên Rojbîn Ozkan Qenewîçê, Dr. Omer Ulûçay jî danasîna romana Receb Dildar Bêjan kiriye.

Mehmet Emîn Cirik der barê terîqata Qelenderiyeyê nivîsek girtiye dest û behsa dîroka avakirina vê terîqetê dike.

Di hevpeyvîna vê hejmarê de Mûaz Çetîn bi nivîskar Yakûp Karademîr re axiviye. Yakûp Karademîr ê ku niha li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê xebatên zimanê kurdî dimeşîne, di vê hevpeyvînê de behsa xebatên xwe û jiyana xwe ya Parîsê dike.

Nivîskar Hanîfî Taşkin, Sidîq Gorîcan û Mihemed Gulnar der barê Xana Xîzan a Bedlîsê de nivîsandine.

Wekî din nivîskarên ku ji vê hejmarê re nivîsandine wiha ne:

Abdullah Can, Sabri Akbel, Zana Şaybak, Abdurrahman Benek, Seher Bişaroglu Karak, Murad Pola, Felat Dilgeş, Ebru Yılmaz, Dilazad A.R.T, Rêzan Diljen, Memet Çagdavul û M. Zana Karak, Rojen Barnas, Hîwa Qadir, Berken Bereh, Hafizê Şirazî, Mem Med, Zeynep Çelik, Sabrî Akbel, Seyyid Rissînî, Mîr Şad, Rainer Maria Rilke, Cahit Sitki Taranci, Sidîq Gorîcan, Muqades Agirî, Ahmed Arîf, Şaban Şenateş, Raîf Yaman, Mustafa Acar, Nesîmî, Evdilxaliqê Îsa û Azad Rêbiwar.