19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bergeha du-sê mehan

Nîzametîn Ozturk

Gelê kurd li ser erdnîgariyeke gelek fireh belav bûye. Bi sedan salan di nav xwezayê de bi gelên din re jiyanek aştiyane meşandiye. Taybetmendiyeke kurdan a din jî ji destpêka dîroka xwe û vir ve cih û warên xwe li cihên bilind dûrî desthilatdariyan ava kiriye.

Lê di nav demê de bi destê kapitalîzma hov, di rewşa jiyanê de guhertinên mezin çêbûn. Kapitalîzma hov li ser dinyayê cihê ku lepûşka xwe neavêtiyê nehiştiye. Di dîroka nêz de jî ev gihîşt cih û wargehên kurdan û erdnîgariya kurdan bû çar parçe. Di vê navberê de ji ber çend sedeman gund û bajarok vala bûn û gel belavê metropolan hat kirin. Gelê kurd dîsa jî ev daxwaza xwe ya domkirina jiyana sirûştî neterikandiye.

Ev arîşeya kurdan û civaknasî kur e û tu caran bi dawî nabe. Ka em binêrin kurdên li metropola belav bûne, di dewsa navendan, li rex bajaran û li cihê bilind tax ava dikin. Çima? Gel dixwaze bi hev re di nav ewlehiyê de bijî. Her çiqasî welatê me hatibe parçekirin jî lê dilê gelê me yek e. Serê kîjan cîranan biêşe xew nakeve çavê cîranên din.

Di nav meha îlonê de li paytexta Îranê jineke kurd a bi navê Jîna Emînî, ji ber ku porê wê xuya dikir, ji hêla  polîsên pergala Îranê ve hat binçavkirin û li wir hatibû kuştin. Li ser vê bûyerê, bi pêşengiya jinên azadîxwaz di serî de li Rojhilat û li her derê Îranê gelên aştî û azadîxwaz bertekên tund nîşan dan. Rejima Îranê şûna ku ji gelan lêborînê bixwaze, bi rêyekî din, bi ruhekî zordariyê dest bi zilm û êrîşan kir.

Li gorî agahiyan; ji destpêka vê raperînê heta van rojên dawî 300 zêdetir mirov hatin kuştin.  Di nava wan de herî kêm 24 jin û 41 jî zarok hene. Lê hejmara girtî û binçavkiriyan ne zelal e.

Neteweyên Yekbûyî li dijî vê rewşê çi dike? Dewletek li ber çavê dinyayê welatiyên xwe qir dike, ev saziya dinyayê bêdeng û neheskirî tevdigere.

Malbata Şenyaşar a Rihayê ji hêla raya giştî ve baş tê naskirin. Lewre, di dema hilbijartina giştî ya 2018’an alîgirên AKP’ê bûyerek bi êş anîn serê vê malbatê.  Bûyîna vê bûyerê naxwazim dubare bikim. Jixwe her tişt li ber çavê rayedaran pêk hatiye. Lê tenê em vê bînin ziman: Ji Malbata Şenyaşar bav û du kur ango sê kes bi hovîtî hatin kuştin. Dûvre kurê malbatê jî birîndar kirin û ji mirinê xelas bû. Ji ber vê kuştinê kurekî malbata Şenyaşar hat girtin. Lê ji AKP’iyan kes nehatibû girtin.

Li dijî vê neheqiya giran, malbat ji bo dadmendiyê ketin di nav hewldaneke bêhempa. Lê ev tevger û hewldana malbatê bêencam ma. Ji ber vê yekê di demek şûnde dayika Emîne tevî kurê xwe Ferît li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Ev çalakî di nav gelek zor û zehmetiyan de heta niha jî dimeşe. Saziyên demokrat û yên mafên mirovan diparêzin eleqeyeke mezin nîşan dan. Li ser vê rewşê, îsal di nav meha nîsanê de cara yekemîn têkoşîna malbatê encam girt û di çarçoveya vê bûyerê de çend kes hatin girtin.

Lê ev gav li gora mezinahiya bûyerê pir biçûk dimîne. Ji ber vê yekê têkoşîna malbatê bênavber berdewam dike. Di nava van rojên dawî de li gorî ragihandina rojnameger Îsmaîl Saymaz, derheqê vê bûyerê de 4 sal şûnde di warê dadê de pêşketinek derketiye holê. Lewre dozger li ser gelek şexsên di nav vê bûyerê de cih girtine angaştname amade kiriye. Ev gav pêşketinek mezin nîne! Jixwe ji bo vê dozê tiştekî xwezayî û zagoniye. Ya şênber: Di vê pozîsyonê de guhertinek çêbû. Lê ev jî bi saya berxwedana malbatê ye. Erê, malbat 650 roj in di bin zext û zordariyê de bênavber têdikoşe. Gelê kurd, ji ber vê têkoşîna dayika Emîne û kurê wê Ferît gelekî şanaz e.

Em di vê qonaxê de deqekî rawestin! Çav biavêjin hêlekî din: Ji bo Yekitiya Neteweyî ya kurdan kesên asteng derdixînin hene û tu caran jî kêm nabin. Ev kes bi tenê berjewandiyên xwe û ya derdora xwe diparêzin. Ev babet gelek dilê mirov diêşîne û gelek jî dirêj e. Pêşniyaza min ji van kesên wisa re, bila hinek bi fikirin. Gelo em çima ji bo tiştên erzan gavên erênî navêjin?

Di vir de, tişta balkêş jî polîtîkayên ku li ser HDP’ê têne meşandin in. HDP temsîliyeta gelê kurd pêk tîne. Helbet kêmasiyên wê çêdibin. Ev tiştek xwezayî ye. HDP di her warî de têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Di heman demê de ji her alî ve êrîşê HDP’ê tê kirin. Bi salan e bi deh hezaran rêvebir û xebatkarên wê girtî ne. Di nav vê pêvajoyê de du tifaq çebûn lê herdu jî polîtîkayên qirêj dimeşînin. Dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin û tenê bihêlin. Dibêjin teqez em bi HDP’ê re hevdîtin çênakin. Zêde xem nîne. Rê û rêgezên HDP’ê jî hene helbet. Ji bo pêşeroja gelê kurd û ji bo hemû hevparên xwe polîtîkayeke rast dimeşîne.

Ji ber vê yekê jî neket di nava herdu tifaqan de. Bi partî û saziyên demokrat re di xeta 3’yemîn de tifaqa ked û azadiyê ava kirin. Banga me, kesên li ser navê kurdan, lê ji bo berjewendiyên xwe li dijî partiya gelê kurd HDP’ê disekinin û dibin amûrên polîtîkayên qirêj, em dibêjin êdî şerm e! Biratiya wisa nabe! Ka li herdu aliyan binêrin, dibêjin, “em bi HDP’ê re teqez hevdîtin çênakin.” Ê desthilat çawa hat cem HDP’ê? Hûn jî hinekî bifikirin û bila xizmeta we yekitiya kurdan be.