7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heyeta Rûsyayê li Tirkiyê bazara çi dike?

"Ger hewce bike em ê li ber xwe bidin. Ya ku em daxwaz dikin ev e ku cîhan di mîsyonek dijwartir de bi me re be: ew jî misyona aştiyê ye"

Nûnerê serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn yê Sûriyeyê Aleksandir Lavrentyev tevî heyetekê hate serdana Tirkiyeyê û hevdîtina bi rayedarên dewleta tirk re doh û îro berdewam dikin.

Her çendî ku hin mijar û rojevên din jî di daxuyaniyên rayedarên herdu aliyan de hatin aşkera kirin jî tê payîn ku mijara serke bazarên li ser êrîşa bejahî ya li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê be.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên Rûsyayê heta niha ew li dijî operasyoneke bejahî derdikevin lê wiha xuyaye ku dê di vê serdanê de dewleta tirk hemû şert û mercên Rûsyayê qebûl bike.  Lewre dibe ku heke Rûsyayê destûra vê êrîşa bajahî bide dê li hemberî wê di dosyayên alîkariya di şerê bi Ukraynayê re û komên çete yên girêdayî dewleta tirk li Idlibê dê Rûsyayê gelek tawîzan ji dewleta tirk bixwaze.

Dibe bazar herî zêde li ser Til Rifetê bin

Ji ber ku Amerîkayê li dijî vê operasyonê derdikeve dibe ku bazarên di navbera Rûsya û dewleta tirk de herî zêde li ser herêma Şeheba û bi taybetî li ser Til Fifetê bin. Ji ber ku ew dever di bin kontrola hêzên Rûsyayê de ye. Her wiha hêzên Îranê jî li wir hene.

Aliyekî din ê hevdîtinan dibe ku li ser xweşkirina têkliyên di navbera dewleta tirk û rejîma Esed de be. Heta niha li gorî daxuyaniyên serokê rejîma Sûriyeyê Beşar Esed ew bi tui awayî hevdîtina bi serokomarê tirk Tayip Erdogan re qebûl nake. Lê dibe ku Rûsyayê di wî warî de jî zorê li Esed bike ku bi Erdogan re hevdîtinê bike.  Heke Amerîkayê heta dawî vê helwesta xwe ya li dijî operasyona bejahî biparêze dê bazar herî zêde li ser deverên ku di bin kontrola Rûsyayê de ne, werin kirin.

 Helwesta Amerîkayê

Amerîkayê heta niha di asta herî bilind de li dijî operasyoneke bejahî helwesta xwe ji dewleta trik re aşkera kiriye.

Li gorî nûçeyeke  Axios rêveberê CIA Bill Burns bi Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan re hevdîtin pêk aniye û diyar kiriye ku êrîşên Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê  hêzên amerîkî dixin xeterê.”

Wekî tê zanîn 900 leşkerên amerîkî li baregehên li bakur û rojhilatê Sûriyê bi cih bûne, piraniya wan girêdayî QSD’ê ne.

Her wiha Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin hefteya borî bi Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusi Akar re hevdîtin pêk anîbû û bi heman awayî çend roj berê jî Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Mark Milley bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler re hevdîtin kiribû.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price beriya di beriya çend rojan (6’ê kanûnê) di civîneke rojnamegerî de wiha got: “Amerîka bi awayekî aşkera û nepenî daye xuyakirin, ku ew bi tundî li dijî operasyoneke leşkerî ye, her wiha li dijî êrîşeke bejayî ya li bakurê Sûriyeyê ye.

Price  di berdewama axaftina xwe de wiha gotiye: “Em berdewam bi baldarî  zêdekirina kiryaran li bakurê Sûriyê dişopînin, di nav de êrîşên asmanî yên vê dawiyê, ku hin ji wan rasterast ewlekariya karmendên amerîkî yên ku ji bo têkbirina DAIŞ’ê dixebitin tehdîd dikin”

Helwesta HSD’ê

Di 3’yê kanûna 2022’an de rojnameya amaerîkî The Washington Post rê daye gotareke Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlum Abdî  û tê de li ser mijara gefên dewleta tirk rawestiyaye.

Abdî di gotara xwe de wiha dibêje: “Em dizanin ku encama êrîşeke bi vî rengî wê çi be, ji ber ku Tirkiyê beriya niha du caran kiriye. Di sala 2018’an de êrîşên li ser Efrînê û di sala 2019’an de li ser Serê Kaniyê û Tel Ebyadê bi sed hezaran kes koçber bûn û şerê cîhanê yê li dijî Dewleta Îslamî têk bir. Piştî salên desthilatdariya Tirkiyê, niha ev herêm bû ye cihê  kaos, bêîstiqrarî, hêlîna radîkalan, şer û pevçûnan.  Ji ber ku herêm ketiye bin kontrola Tirkiyê, komên girêdayî El-Qaîdeyê bi awayekî azad li ser xaka wê tevdigerin. Havîna îsal, êrîşeke bê firokevan a Amerîkî Maher el-Aqal, fermandarekî payebilind ê DAIŞê, li wir hat kuştin.”

Abdî her wiha balê dikişîne ser ihtîmala ku heke êrîşeke bejahî pêk hat dê çi bibe û wiha nivisiye: “Em ji tu kesî naxwazin ji bo me şer bikin. Gelê me hîn jî li vir e û berê gelek caran bi tena serê xwe li ber xwe daye. Ger hewce bike em ê li ber xwe bidin. Ya ku em daxwaz dikin ev e ku cîhan di mîsyonek dijwartir de bi me re be: ew jî misyona aştiyê ye.”