Monday, October 25, 2021

Teoriya sîmulasyonê: Gelo em di sîmulasyonekê de dijîn? -1-

Ji sala par ve hingê şewba hanê dest pê kiriye, meraqa min a li ser sosyo-polîtîkaya jiyana rojane her gurtir bûye. Hima çi were ber min hewl didim bixwînim, binêrim, guhdarî bikim. Qet nebe li gor mijarên taybet wan bisenifînim. Îja çend rojên ewil gava ku ez li dosyeya xwe vegeriyam, min dît ku der barê fezay û felsefeya têkildarî wê de gelek materyal tov bûne. Di nav van mijarên spesîfîk de jî mijara ku der barê wê de materyal herî zehf in, teoriya sîmulasyonê ye. Jixwe çend mehên ewil dîsa li vir bi rûxalî min qala vê mijarê kiribû (binêr : herkes li ku derê ye?). Îja anha bi bêhneke fireh û lezzeteke din ez ê dîsa berê xwe bidim vê mijarê û dest bi rêzenivîseke dirêj bikim. Her çiqas meraqdar û sewdaserê vê mijarê bim jî, amatorî her berdewam e. Lewra fikr û ramanên xwe texsîr nekin, falsoyan efû nekin. Belkî me li ser vê meseleyê civatek jî gerand li ser clubhouseyê.

Teoriya sîmulasyonê çi ye ?

Ka em ji sifirê dest pê bikin, bi pênasekirinê. Teoriya sîmulasyonê ew teorî ye ku dibêje em di sîmulasyonekê de dijîn û hemû tiştên li derdora me, em jî tê de, xewn û xeyalên me, diya me, gundê me, pişkulên pezan, dinyaya me, eşyayên tê de, heta gerdûn bixwe jî ne rast in. Hemû sîmulekirî ne. Yanî sexte ne û bi kompîtirekê hatine çêkirin. Her tiştê ku em dibînin, dixwin, bêhn dikin, temas dikin, guhdarî dikin, ji bilî çend kodên kompîtirê wêdetir ne tu tişt in. Ango di pratîkê da em tune ne, bes hişê me heye. Ev teoriya ku li ber guhê me heya bêjî fantastîk û surreal e, xwedan argumanên xurt ên zanistî ye.

Heywanên mîna me, ji bo fahmkirina derdora xwe hewceyî senifandin û kategorîzekirinê ne. Çimkî hişê me nikare ewqas agahiyên li derdora xwe bixebitîne, hemûyan fahm bike. Loma bi demê re em fêrî kategorîzasyonê bûn. Mîsal, bêhna pîs di hişê me de hima her tim têkildarî tiştên xeternak e. Çimkî tê de îhtimala mîkrobên ku zirarê bidin me zêde ye. Loma em otomotîkmen ji bêhna pîs aciz dibin. Yan jî heger em li xerîbiyê hemşeriyekî xwe yê ku me heta wê çaxê qet nedîtiye bibînin kêfa me tê. Çimkî baweriya ku bi me re çêdibe ji kategoriyekê tê, ne ji şexsê wî hemşeriyî. Bi vî hawî, em ji pirsên ku ji biyaniyekî bên pirsîn xilas dibin û him ji enerjiya xwe him jî ji wexta xwe teserûf dikin.

Bi demê û pêşveçûnên teknolojîk re, kategoriyên me jî, agahiyên ku divê bên şixulandin jî zêde bûn. Mîsal em êdî ji kesên ku fotrafên xwe yên tetîlê parve dikin nefret dikin an jî ji wan hez dikin bêyî ku em şexsên wan nas bikin. Êdî heyateke bêyî senifandinê ne mimkûn e. Jixwe berê jî wisa bû lê zemanê me ev yek êdî bivênevê kir. Çimkî em di nav agahiyên ku divên bên fahmkirin de digevizin. Loma agahiyên li derdora me çiqas zêde bin, pêdiviya me ya senifandinê jî ewçend zêde dibe. Lêbelê ev tişt bi tena serê xwe nîşaneya başbûnê an jî xirabbbûnê nîne. Senifandin, carna xirab û xeternak e jî: « tev sûcê cihûyan e. »

Axirî baweriyên çêkirî ne xema peresanê ne. Ew ji exlaq û etîkê bêtir metodek e. Ji bo dewamiya genên me çi hewce be, ew girîng e ji bo wan. Bi qewlê Dawkinsê peresanger ê navdar, hemû laş û baweriyên me ji bo parastina genên me ji qalikekê wêdetir ne tu tişt in. Gava meriv bi vî hawî li xwe û li derdora xwe dinêre, ferq dike ku di çerxa qerase ya xwezayê de qedrê wî ewqas jî ne girîng e. Belkî li kozmosê, li derekê şaristaniyeke din jî heye û wilo difikire der barê me de?

Ev pirs him xofa dilê me zêde dike him jî kelecanekê dide merivan. Tirsa ser dilê me zêde dike çimkî heger mexlûqên wisa hebin û ji hêla şaristaniyê ve bi milyon salan ji me çêtir bin dibe ku em li ber çavê wan ne hêjayî wan mîkroban bin ku li ber çavê me ne. Yanî belkî em ji bo wan di kategoriyeke wilo bêqîmet de ne ku tenezil nakin bi me re têkiliyê deynin. Lê ji aliyê din ve jî, belkî ew jî mîna me meraqdar in û ji ber sedemên cuda kozmosên cihêreng ava kirine û em xistine navê, mîna keriyê pezan me telbe dikin. Belkî jî nan û ava me ew didin, cil û bergên me ew hildibijêrin, dijminên me ew diyar dikin, navên zarokên me ew datînin. Belkî jî em pêlîstokên gedeyekî şûm û kurmî ne ku çarenûsa me bi çend kodên kompitirê di destê wî de ye?

Gotara Nick Bostrom

Pêşveçûnên teknolojîk heya niha tiştên kesnedî, kesnebihistî raxistin ber çavên me. Bi qewlê Elon Musk, 40 sal berê lîstikên kompîtirê ji çend çizgiyan pêk dihatin, lê niha em behsa lîstikên hîper-realîst dikin. Dibe ku piştî 40 salan heman lîstik ji jiyana me bixwe realîsttir bibin. Ma jixwe em ji niha ve tevî her lîstikekê dinyayeke nû na-afirînin? Heger teknolojiya cisnê me timî berjor biçe, belkî rojekê em bişên jiyana xwe jî sîmule bikin. Baş e, heger ev yek li pêşerojê mimkun be, em ji ku dizanin ku em vêga nayên sîmulekirin?

Bersiva vê pirsê astrofizîkzanê swêdî yê ku li zanîngeha Oxfordê dixebite, Nick Bostrom, di 2003’yan de bi gotarekê dide “Gelo hûn di sîmulasyoneke kompîtirê de dijîn?”. Bostrom yekem kes e ku der barê vê teoriyê de gotareke zanistî nivîsiye. Di nivîsa xwe de dibêje beriya ku em bên sîmulekirin, divê çend şert û merc bên bicihanîn. Heger yek ji wan jî neyê çewtkirin, wê demê em di sîmulasyonekê de dijîn. Şertên wî wiha ne:

•Divê ji bo sîmulekirina hişê me tu astengî tune be: kes bi temamî nizane ka hiş çi ye û çawa xwe înşa dike. Lê bi vê şertê armanc ew e ku ji hêla zanistê ve divê em rojekê bikaribin hişê xwe teqlîd bikin, qopyayeke wê derxin.

•Pêşveçûnên teknolojîk divê di demeke nêz de qut nebin: heger teknolojî bi vî hawî dewam bike û bandorên pê re koka me neynin, em ê rojekê bigihîjin asteke wilo ku bişên hemû enerjiya galaksiya xwe bi kar bînin. Di îhtimaleke wilo de, ji bo sîmulekirina jiyana bi milyonan însanan trîlyon car trîlyon kirar hewce dike.

•Divê şaristaniyên pêşveçûyî xwe hilneweşînin û ji holê ranekin: lê dibe ku hemû şaristanî piştî pêşveçûnekê rastî sînorekî tên û xwe tune dikin. Şerekî nukleerî, guherîna avhewayê yan jî çalereşek dibe ku der barê me de gotina dawî bike. Dibe ku jiiyan bixwe jî li ser xwe-tunekirinê programkirî be. Heger wilo be em nikarin qala tu sîmulasyonekê bikin. Lêbelê her çiqas îhtimala qirkirineke giştî berdewam be jî, cisnê me heya niha tu demeke wiha aştiyane nedîtiye. Yanî bicihanîna vê şertê jî pêkan e.

•Divê xîret û daxwaza şaristaniyên pir-pêşveçûyî hebe ji bo sîmulekirinê: heger teknolojiya wan a sîmulasyonê hebe lê bi kar neynin teoriya me têk diçe. Şerteke sade lê bivênevê ye.

•Heger gelek sîmulasyon hebin, bi îhtimaleke mezin hûn jî di yek ji wan de dijîn: çimkî heger hêza wê şaristaniyê ji bo şixulandina sîmulasyonekê hebe, divê ji bo bi hezaran, bi milyonan sîmulasyonan jî hebe. Axirî em wilo ferz dikin ku şaristaniyên li pêş me xwedan hêzeke ezamet a kompitirî ne. Nexwe bi vî halî bi milyonan kozmosên sîmulekirî hebin, divê bi trîlyonan mexlûqatên hişdar jî hebin tê de.

Baş e lê em argumanên vî camêrî çawa test bikin? Heger em nikaribin test bikin nexwe çima zanistî ne?
(didome)

Çavkanî:
•Axaftina Elon Musk: Are we in a simulation? – Elon Musk (Youtube)
•Gotara Nick Bostrom: Are you living in a computer simulation?
•Nutshell: Is reality real? The simulation argument (Youtube)
•Kitêba Richard Dawkins: The selfish gene