spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Teqînê bajar kavil kir

Teqîna mezin a li Beyrûda paytext a Libnanê pêk hat, bû rojeva sereke ya hemû medyaya cîhanê. Li ser sedemên vê teqînê ji kêliyên pêşîn ve gelek çîrokên cuda hatin gotin û hê jî lêkolînên der barê sedemên van teqînan de didomin. Yek ji senaryoyên ku herî zêde derketin pêş jî ew teqîn ne ji ber xwe ve lê dibe ku di encama êrîşeke Îsraîlê de be, derkete pêş. Lê demeke kurt piştî teqînê dewleta Îsraîlê ku bi salan e li dijî Libnanê operasyonên leşkerî pêk tîne, diyar kir ku tu pêwendiya wan bi teqînan re nîne.

Her wiha tê gotin ku teqîn di nav madeyên ku ji sala 2014’an de hatibûn desteserkirin û li wê bendavê dihatin hiştin de pêk hatiye. Ji aliyekî din ve hate zanîn ku ew madeyên hatibûn desteserkirin amûnyûmnîtrat  bû, ew di keştiyekê de hatibû girtin ku barê wê derdora 3 hezar ton amûnyûmnîtrat bû.

Piştî teqînê serokdewlet Mîşêl Awn, li gel Komîteya Bilind a Parastinê û serokwezîr Hasan Diab civîneke awarte  li dar xist û li welêt şîn ragihand.

Di encama teqînê de zerareke mezin a madî çêbû, her wiha zêdeyî 150 kesan canê xwe ji dest da û zêdeyî 5 hezar mirov jî birîndar bûn.  Mirov dikare bêje ku teqîn ewqasî mezin bû ku bajarê Beyrûdê tev xistibû bin bandora xwe û hema bêje li bajar devereke ku zirar nedîtiye nemaye.

Ev teqîn di demeke wiha de pêk hat ku metirsiyên xelkên Libnanê ên di rewşeke aborî ya gelekî zehmet de derbas ne, zêdetir bike. Ji aliyekî ve bêaramiya siyasî û li aliyê din krîza aborî ya li vî welatî rastî nerazîbûneke mezin a gel dihat di ser de jî vê teqînê rewş kambaxtir kir û zirarên madî û ên gelekî mezin li xelkê libnanî kir.

Bêguman gelek nûçe û senaryoyên cuda ji destpêka vê teqînê ve li ser malperên civakî hatin belavkirin lê di rastiya xwe de tiştê ku heta niha bêşik û bêguman tê aşkerkirin ew e ku teqîn bi sedema madeya amûnyûmnîtrat bû a ji sala 2014’an ve li wir tê hiştin.

Her wiha tiştekî din jî ê bêşik û bêguman heye ku ew teqîn di encama sersarî û gendeliya berpirsên hikûmetê de pêk hatiye, ji ber ku li gorî daxuyaniya berpirsê bendergehê gelek caran wan der barê talûkeya hiştina wan madeyan de berpirsên hikûmetê hişyar kirine lê kesekî bersiv nedaye berpirsê bendergehê.

Lêpirsîn didome

Di çarçoveya lêpirsîn û lêkolînên der barê sedema van teqînan de heta niha 16 karmendên bendergehê tevî serokê wê Hesen Qirêtim hatine binçavkirin û lêpirsîna wan berdewam e. Her wiha der barê hin berpirsên din de jî biryara qedexeya derketina derveyî welat hatiye dayîn.

Nerazîbûnên ji Hîzbûllahê

Ji aliyekî din ve hêrsa gel a li dijî Hîzbûllaha libnanî jî zêde dibe ji ber ku li gorî agahiyan ew bendergeh di pratîkê de di bin kontrola Hîzbûllahê de bû û hilanîna wê madeya talûke bi salan li wê devera nêzî cihê sivîlan bû sedema nerazîbûnên mezin. Di vê derbarê de gotarek ji aliyê Selman Doserî ve hatiye nivîsîn tê de wiha dibêje: “Gelê Libnanê piştî vê teqînê naskirin ku Hîzbûllahê ew madeya talûke ne li nêzî sînorên Îsraîlê lê di nav sivîlan de bi cih kiriye û ew ne ji bo rizgariya Qudsê lê ji bo darbeyekê li aramiya Libnanê bixe hatiye bikaranîn. Nivîskar di berdewama nivîsa xwe de dibêje: “Çareserî ne bi riya avakirina lijneyeke navneteweyî pêkan e lê ew bi riya lêpirsînekê bi Hîzbûllah û hemû partiyên girêdayî wê re pêkan e. Divê penceşêr ji hundir ve were dermankirin ne ji derve de.”

Piştgiriya navneteweyî

Her wiha rêveberên gelek welatan ve peyamên piştgiriyê ji bo gelê Libnanê hatin şandin. Piştgiriya herî berbiçav jî serdana serokê Fransayê Emmanuel Makron bû. Makron di serdana xwe ya Libnanê de bi rayedaraên dewletê re hevdîtin kir û da xuyakirin ku ew dê bi tevlêbûna Yekitiya Ewropa û Amarîkayê û bi alîkariya bankaya navneteweyî konferansekê ji bo alîkariya Libnanê li dar bixin.

BEYRÛD