27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TEV-DEM: Bêdengî sûcê Tirkiyeyê rewa dike

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser êrîşên Tirkiyeyê û bêdengiya hêzên navdewletî daxuyanî da û destnîşan kir ku bêdengiya hêzên navdewletî sûcê Tirkiyeyê rewa dike.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye: “Binpêkirinên dagirkeriya Tirkiye û komên girêdayî wê ya li Efrînê roj bi roj zêde dibin. Dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê bi rêya rûxandin û kolandina cihên dîrokî, rûxandina goristan û cihên pîroz û vekirina gorên şehîdan siyaseta guhertina demografiyê û sûc li derveyî hiqûqê pêk tîne. Li gel bêdengiya hêzên nav dewletî li Efrînê teroreke birêxistinkirî û sîstematîk tê meşandin.

Ev bêdengî sûcên dewleta Tirkiyeyê rewa dike. Ji ber vê, her ku diçe Tirkiye sûcên mezintir yên li dijî nirxên civakî û mirovî pêk tîne û wan li dîroka xwe ya bi xwîn zêde dike. Tirkiye gorên şehîdan ên li kêleka nexweşxaneya Avrîn vekirin, ku ew di berxwedana li dijî êrişên dagirkeriyê de ji ber bombebarana bê navber a li ser bajêr şehîd bûbûn. Piştî 3 salan senaryoyeke nû ya derveyî dab û nirxên civakî derdixe û dibêje ku goreke komî ye, da ku berxwedana Serdemê û berxwedana YPG, YPJ’ê reş bike.

Belgeyên Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê û belgeyên Yekîneyên Parastina Gel, durûtî û munafiqtiya siyasetên Tirkiyeyê nîşan didin. Şêniyên Efrînê ku ew şehîd li wê axa pîroz bi destê xwe veşartibûn, isbata herî berçav a qirêjî, sûc û terora Tirkiyeyê ya birêxistinkirî ye ku armanc jê xapandina civaka navneteweyî ye.

Kiryarên terorê yên sîstematîk û derveyî qanûn û rêgezan, kiryarên dermirovî ye. Em rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji wê yekê berpirsiyar dibînin. Ji ber ku li hemberî binpêkirina nirxên pîroz ên civakan û bi taybetî nirxên civaka kurd tu helwestê nîşan nadin.”