spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevna Lêgerîna Alternatîf konferansa çaran li dar dixe

Tevgera Lêgerîna Alternatîf wê di 7-9'ê Nîsana 2023'an de li Hambûrgê konferansa çaremîn li dar bixe. Têkildarî konferansê daxuyaniyek weşand.

T

Tevgera Lêgerîna Alternatîf ji  bo nirxandina mijarên felsefîk û îdeolojîk ên vê serdemê di 7-9’ê Nîsana 2023’an de konferansa çaran li dar dixe. Tevna Lêgerîna Alternatîf got, “Demeke dirêj pêwîstî pê hebû ku karên Tevgera Azadiyê ya Kurd, têkiliya wê bi tevgerên din û bûyerên felsefîk û îdeolojîk ên li cîhanê bê nîqaşkirin. Bi giştî Tevgera Azadiyê ya Kurd û paradîgmaya Abdûlah Ocalan ji bilî kurdan li derve zêde nedihate nîqaşkirin. Ji bo di navbera kurdan, tevger û fikrên alternatîf de pirekê ava bikin, me Tevna Lêgerîna Alternatîf ava kir. Ji bo nirxandina mijarên felsefîk û îdeolojîk ên vê serdemê me dest bi lidarxistina konferansan kir.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi konferansa çaremîn re dixwazin dawî li talankirina xwezayê bê anîn; bangê dikin ku qirkirina ekolojîk, qirkirina jinan, qirkirina civakê, qirkirin û mejiyê qirkirinê bi dawî bibe û hate gotin, “Em dixwazin di vê konferansê de rê û rêbazên vê yekê nîqaş bikin.”

Rûniştinên konferansê:

Di daxuyaniyê de li ser rûniştinên konferansê jî ev agahî hatin dayin:

“Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst IV:
Em cîhana xwe dixwazin – Perwerdeya Xweser bike, Xwe Bi rêxistin Bike

Roja destpêkê: Modernîteya Kapîtalîst -Rejîma qirkirinê ya piralî

Rûniştina destpêkê: Ekoqirkirin
Banga pêşkêşiyê. Bookchin û jê pê ve.

Rûniştina duyemîn: Qirkirina civakê, jenosîd, qirkirina jinan û qirkirina mejî
Banga pêşkêşiyê: Kapîtalîzm ji Sumeran û vir ve.

Roja Duyemîn: Li ber xwe bide, bistîne û ji nû ve ava bike

Rûniştina sêyemîn – Berxwedan û guhertin li hunerê destpê dike.
Banga pêşkêşiyê: Çand û huner di kifşkirina derewên modernîteya kapîtalîst û medyayê de bûye yek ji amûrên herî bibandor ên xweparastinê.

Rûniştina IV: Perwerdeya Xweser û Di Zanistiyên Civakî de Pêwîstiya bi Şoreşa Bingehîn
Banga pêşkêşiyê: Abdûlah Ocalan dibêje “Her tevgera şoreşger ji bingehê ve tevgereke perwerdeyê ye.”
Atolye: Avakirina azadiyê bi şêweyekî jiyanê.
Êvarê: Konser

Roja Sêyemîn: Em cîhana xwe dixwazin û va ye şêweyê wê!
Rûniştina V – Berxwedan, standin û ji bo jinûveavakirinê xwe bi rêxistin bike!
Rûniştina VI – Ji jêrê ber bi jorê ve konfederalîzma demokratîk.”