5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em heqê xwe li zaliman helal nakin

Malbata Şenyaşar a ku nobeta xwe ya edaletê didomîne, li ser hesabê xwe yê medya sanal ev agahî parve kir: "Em heqê xwe li kesên ku ji vê zilmê re bêdeng dimînin helal nakin."

Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar a ku di 9’ê adara 2021’an de dest pê kir di roja 687’an de dewam dike. Ji ber nexweşiya xwe Emîne Şenyaşarê îro tev li nobetê nebû. Kurê Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar bi tena serê xwe li Edliyeya Rihayê nobeta xwe dewam kir.

Li aliyê din malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya sanal hesabê Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag etîket kir û belav kir: “Li nexweşxaneya dewletê jiyana mirovan hat bidawîkirin dibe ku mirov weke tiştek nebûbe bijîn? Heke te bizanibûya edalet emrê Xwedê ye, we yê ev bêdaletiya li Rihayê rawestanda. Em heqê xwe li kesên ku ji vê zilmê re bêdeng dimînin helal nakin.”