5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tifaqa bi gel re

Heke em li daxuyaniyên rayedarên dewletê, nivîsên tehlîldaran û bûyeran li îstîklalê binêrin, em ê bibînin ku rojên girîng û demên tarî yên bi talukeyan tejî li pêşîya me di sekinin. Hemû îşaret didin der ku organîzeyên  ji hêla hêzên aqilmend û fikirbazên dewletê ve weke pilansaziyeke nu hatine avakirin. Bêguman gelek hêzên îstîxbarat , rêxistinên komên îslamî û gelek çete, kontira, mafya jî di navde ne. Îtîfaqeke kirêt dîsa li ser kar e. Dê çibikin nediyar e, lê xuyaye dê armanç, ji bo gel tirs û xof be û li Tirkyeyê şolitî û alozî be. Dê belavkirina îtîfaq û muxalefetan be. Lê ji bo kurdan dê têkbirin û pûçkirin be. Dê di wan herdu armancan de polîtîkayên xwe derxin asta herî jor.

Bêguman hemû plansazî li ser qalib û pîvanên qezenckirina hilbijartinê hatine çêkirin û dê li ser formateke tejî gef, bixwazin zemînên qeyranên ku wan afirandine û bûne bela serê wan pê veşêrin, an jî wan ji rojeva raya giştî derxînin.

Çinku pirêzeya polîtîkayên wan li pey xwe hiştine bi şeklekî din nayê veşartin. Hem di polîtîkayên cîhanî de hem jî di yên navxweyî de, bi sekin, têkilî û kiryarên xwe bi şiklekî neyênî ketiye nava dev û lêvên dinyayê. Di hemû polîtîkayên xwe de dinya xistiye nava gumanan û li gorî pîvanên navnetewî  kiryarên kirine weke sucê mirovahiyê têne dîtin. Ew jî hindî diçe di nava hêzên navneteweyî de dibe rojev û dengên nerazîbûnan bilindi bibe. Wisa xuya dike ku dê bi rengekî tund derkevin hemberî wan û wan bikin nîqaşên darizandinê.

Ji bo ku hem di qada navnetewî de, hem jî di qada navxweyî de ji darizandinê xelas bibin divê hilbijartinê qezenç bikin.Tu rê û rêbazên din nabînin. Tu soz û wed nemane ku hêviyekê bidin û hilbijartinê pê qezenç bikin. Ji ber wê yekê tenê polîtîkaya tundiyê di destan de maye ku biceribîne û dê bikin jî. Dê ji bo hilbijartinê gelek qurbanî û gelek nîrxên gel feda bikin. Derfet çi bide dê wê bikarbînin.

Armanca yekem, heke bikare hêzên xwe yê bi însiyatîf îkna bike dê êrîşê rojava, başûr û sorkirina nîqaşên şerê bi yunanan re xurtbike û bi wê rewşê dê bikeve hilbijartinê. Ya din jî heke ew nebû dê qeyran û aloziyeke wisa çêke ku  li dijî xwe tu hêzan nehêle. Bi dek û dolaban dê hemû reqîbên xwe sûcdar bike û bi darê zorê hilbijartinê qezenc bike. Hemû îmkan û derfetên dewletê dê bikar bîne da ku derûniyeke serkeftî di xwe û alîgirên xwe de bide avakirin. Di vê kêliyêde bûyera Îstîklalê destpêk e. Zemînê tirsê bi fêkiyê bûyerên weke Îstîklalê dide.

Ji ber wê yekê li dijî zemînê tirsê, zemînê wêrekiyê dê tenê rêxistin û berxwedan be. Xwe bi rêxistinkirin hêza berxwedanê derdixîne holê. Berxwedaneke xurt zemînê tirsê têk dibe. Ji bo hemû hêzên kurd çare xwe birêxistinkirin, tifaq û berxwedan e. ji bo ku armancên herî mezin têkbirin û pûçkirina kurdan e û ji bilî xurtkirina rêxistin, tifaq û berxwedana kurdan tu hêzeke din tuneye ku li dijî hêzên dewlatan bisekine. Divê bê zanîn ku tifaqên bi rêveberiya partîyên weke CHP û partiya Meral Akşener re tên avakirin dema pêwistî hat dê ji bo polîtîkayên têkbirina kurdan xwe demildest fesh bikin û dê bikevin di bin xizmeta aqilmend û fikirbazên dewletê yên ku ji bo kurdan tenê tunekirinê difikirin.

Ji ber wê yekê berxwedana 2022’yan hêmanên xwe ji vîna ku neyê şikandin digire û hemû nirxên hebûna kurdan dihevîne. Divê ev berxwedan bibe hêza netew, hêza tifaq û berxwedaneke mezintir. Hemû partî, sazî û dezgehên kurdan divê di hemû xebatên xwe de netew, tifaq û berxwedanê derbixin pêş. Divê bi wê hişmendiyê destpêkê tifaqê bi gelan re û paşê jî hêzên demokratîk re çêkin. Divê bi wê hişmendiyê polîtîkayan bimeşînin. Têkiliya bi gel re rêxistinek xurt derdixîne holê. Bi şêwazên rast têkilî danîna bi gel û avakirina hêzên qad û kolanan kî bi dest bixe ew dê li dijî hemû êrîşan serbikeve. Polîtîkayên rêxistinên hêza xwe sedî sed ji gel digire digihîje armanca xwe.

Ji bo sala nû çi polîtîka û armancên qirêj, ji hêla kîjan hêzan ve bên çêkirin bila bibin, mexsedên faşîst û nijadperestan çi dibe bila bibe û êrîşên wan çiqas mezin be bila bibe heke bi gel re hişmendiyeke rast û dûrist hatibe avakirin û zivirîbe hêzeke xurt dê hemû êrîş vala û pûç derkevin. Tifaqa bi gel re, tifaqa bi kuçe û kolanan re hêza têkbirina hemû êrîşa ne.