27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tifaqa kurd-ereban dê rijandina xwînê li Sûriyeyê rawestîne’

Li axa Rojhilata Navîn gelê kurd bi hezaran salin, bi gelê ereb, tirk ,fars, asûrî, keldanî, ermen, suryanî re dijîn. Kurd bi qasî milletê tirk, bi ereban re jî di nava têkiliyek xurt de ye. Herî zêde nifûsa kurd û ereban di nava hevde dijîn.

Siyasetmedar û endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Hisên Ezam ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Ezan, diyar kir ku li ser asta tevahî Sûriyeyê têkiliyên kurd û ereban pir kevn in û di qonaxên baş re derbas bûn. Hisên Ezam anî ziman ku destpêkê têkilî tenê di çarçoveyên civakî de bû, lê piştî ragihandina Rêveberiya Xweser di 2014`an de gelek pêşketin çêbûn, di qadên siyasî û leşkerî de hevkariyek hate avakirin û veguherî jiyaneke hevbeş, çarenûs û armancên yekgirtî.

Hisên Ezam bal kişand ser tifaqa kurd-ereban a piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê, bê plan derket hole û got: “Têkilî li ser bingeha hîsê hebûna tifaqa li ser hemû astan, xwe da der. Mînaka wê jî pirrengiya niha di Rêveberiya Xweser de ye.”

Hisên Ezam, bilêv kir ku tifaqa kurd-ereban gelek tişt pêk anîn, di serî de îstiqrara li herêmê û wiha got: “Dijminên Rêveberiya Xweser li ser derxistina fitneyên di navbera pêkhateyên herêmê de hesab danîn, lê texmînên wan di vê yekê de bi bin ketin, di heman demê de her ku xebata Rêveberiya Xweser pêşket  girêdana di navbera gelê Ereb û Kurd de xurtir bû.”

Ezam da zanîn ku tifaqa kurd-ereban bi avakirina Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi encam bû û bû mînak, êdî her kes çavdêriya tiştên ku pêşkêş kirine, dike û li benda dê çi pêşkêş bike ye. Hisên Ezam bal kişand ser destkeftiyên Rêveberiya Xweser û wiha dewam kir: “Rêveberiyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftin pêk anîn, ji lew re li Sûriyê bû modelek. Êdî em bandora erênî ya ku îdarê pêk anî, dibînin, nîşaneya wê jî tevlêbûn û peywendiyên ku bi Rêveberiya Xweser re hatine danîn e.”

Ezam diyar kir ku yekane hêza ku dikare rijandina xwîna sûriyan rawestîn tifaqa Kurd-Ereban e û wiha axaftina xwe dewam kir: “Ji bo rawestandina rijandina xwîna sûriyan em dixebitin, em amade ne bêyî şert û her dem û li her cihî diyalogan bi hikumeta Şamê û muxalefetê re bikin. Ji ber ku em dixwazin dawî li rijandina xwîna sûrî were.”

Ezam, anî ziman ku li ser hesabê xwîna sûriyan nakokiyên hundirîn, herêmî û navneteweyî hene û projeya ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji 2015`an ve pêşkêş kiriye dikare tevahî pirsgirêkên li Sûriyê çareser bike. Ezam wiha axivî: “MSD`ê di kongreya xwe ya damezirandinê de ku 8`ê kanûna 2015`an de hatibû lidarxistin, belgeyeke siyasî pêşkêş kir. Di belgeya siyasî de tê gotin ku MSD`ê ji bo bidawîkirina rejîma desthilatdar, avakirina sîstema demokratîk parlemanî û dewleteke nenavendî tê dikoşe. MSD`ê li dijî komên tundraw û terorîst şer dike, mebest jî DAIŞ û dagirkeriya Tirkiyeyê ye. MSD`ê her wiha bawerî bi civaka pirreng tîne û dixwaze mafê gelê kurd û gelên suryan, asûr, keldan, ermen, aramî, tirkmen û çerkezan di destûrê  de bên pejirandin. MSD`ê di belgeyê de dibêje ku ew pala xwe dide pêvajoyên ronesansa çandên rojhilatî yên îslam, xiristiyan û hemû olên din û wan wek çanda hevbeş a pêkhateyên Sûriyeyê dibîne, her wiha azadiya jinan mîsogeriya hemû azadiyan e, ciwan jî hêza dînamîk a civakê ne.”

Hisên Ezam bal kişand ser nirxandinên hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a ji pirsên rojnameya Al-Nahar re gotibû ‘Em bawer dikin ku tifaqa kurd û ereban a li Sûriyeyê, wê ji bo ereb û kurdan jî dîrokeke nû bide destpêkirin’ û wiha berdewam kir: “Em li pêşberî êrişên Tirkiyê ne û divê em bi cidiyet nêzîk bibin, her wiha divê hemû pêkhateyên Sûriyê li dijî van êrişan hevgirtina xwe ava bike, ji ber ku ev êriş tevahiya Sûriyê hedef digire û bi hevgirtina xwe em dikarin bibin bersiv. Di dawiyê de Tirkiye li dijî Sûriyê xwedî timayên nû û qedîm e û divê gelê sûrî vê yekê nas bike.”