26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye û şerê sar li rojavayê Kurdistanê…

Sorgul Şêxo

Di nava şerên ku li cîhanê bi sedan salan û ji dîrokê ve heya îro rû dide, di gelek pêvajoyan re derbas dibin. Di van merhaleyan de ya herî girîng ew e ku her şerek û merheleyek jêre dem û rêbaz diyar dibe. Li gel şerê çekdarî, şerê top, hawan, balafir û bombebaran û guleyên zindî ku ev tê wateya şerê germ, şerê sar jî heye. Lê şerê çekdarî û sîng bi sîng ji şerê sar hinekî hêsantir e. Herî kêm di şer de, di çeperên ku tu lê şer dikî de tu dizanî bi kê re şer dikî û dê encam çi be. Mirov dizane ku dawî binkeftin an jî serkeftin e. Mirov dizane ku çend çekdar ango çeteyên ku hatine axê dagir bikin, li ser keda dapîr û bapîran birûnên û nirxê dayik û bavan û jinan bin pê bikin. Mafê zarokan ji wan bistînin û şêniyên resen û netewan koçber bikin, dikujin. Şervan dizanin ku ew li eniyê şer dikin û dayik û bav, xwişk û bira piştgiriya wan dikin, di heman wextê de şervan ji yên ku pişta wan diparêzin bawer in. Şervan dizanin ku ger tifinga wan ji mermiyan vala bibe, hevalên kêleka wan wê mermiyan tijî bikin. Dizanin ku ji bo jiyanê şer dikin, ji bo jiyaneke bi rûmet canê xwe feda dikin, ji bo xeyalên zarokan û hêviyên şehîdên nemir, parçeyên laşê xwe bin ax dikin.

Dizanin ku ger şehîd bibin, yên ku doza wan bidomînin û bighînin serkeftinê hene. Dizanin ji bo armancekê şer dikin û di şer de dilê hemû zindiyan dibe yek. Yek hestî li hember dijminê xwe hîs dikin, li hember dijminê dagirker dizanin ku çi qas kîn dikişînin, dizanin ku wê çawa li hember wan têbikoşin. Lê….?!

Lê ka em ferqa di navbera şerê germ û sar de nas bikin. Taybet ew şerê ku di vê dema dawiyê de li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin. Şerê sar ew şer e ku di nava civakê de bi gelek rê û rêbazan tê meşandin. Şerê sar dikeve damarên civakê, wan dihelîne û li dijî rêveberiyên ku wan bi rê ve dibin, gur dikin. Jiyana wan ber bi mirineke hêdî hêdî ve dibin. Wekî ku kesekî saxlem bi nexweşiya penceşêrê bikeve û roj bi roj ango kêlî bi kêlî bi mirina xwe bifikre û ya jê xirabtir ew e ku bi israr e ku wê bimire, yanî hêviyek ku ji nû ve wî ji nexweşiyê xilas bike, tune ye. Wekî ku hemû derî hatin girtin, hêvî hatin şikandin, tenê xwe teslîmî mirinê bike. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şerê sar di ast û pêvajoyên pir giran û mezin de derbas dibin. Ka em hinek xalan bi bîr bixin, da ku em hîn bêtir vî şerî nas bikin û bizanibin pirsgirêka ku dijber naxwaze çavên civakê biçe ser wê çi ne. Piştî ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û çirûska azadiyê ji Kobanê bi rê ket û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihişt lûtkeyê, êdî dijber jî bi qasî serkeftinên ku hatine bidest xistin, pir û gur bûn.

Dijberan ji bo ku şoreşê bin pê bikin û çirûskê vemirînin, çend komên girêdayî opozisyon û Tirkiyeyê ve şandin û êrîşî herêmê kirin. Bi dehan rojan şênî xistin dorpêçê ji pirsgirêkên nan û avê bigire heya çûn û hatina cem bijîjkan qedexe kirin. Hemû rê girtin, bi armanca ku ew şervan û gelê me yê şoreşger teslîm bibin û şoreşê bi dawî bikin. Ya rast di rojên destpêkê yên şoreşê de dijber şerê sar dabûn meşandin, lê ne di wê astê de bû ku civak rabibe û bêhn teng bibe. Ewqas pirsgirêkên psîkolojî bijîn. Piştî ku kêlî bi kêlî, bihost bi bihost axa Rojava ji çeteyan hate paqijkirin û gel li pişta şervanên xwe bûn. Di her kêliyê de dayik li kêleka keça xwe ya şervan û bav li kêleka lawê xwe di yek mewziyê de şerê hebûn û tunebûnê kirin. Şerê afirandina jiyaneke azad û bi rûmet kirin. Ne mumkîn e ku rojek ji rojan bikevin pey provakasyonên dijmin û rêya têkoşînê biguherînin.

Di van salên dawî de, bi qasî ku şerê sar tê meşandin, şerê germ nayê meşandin. Mînak; piştî şerê Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî êdî şerê sar ku şerekî herî dijwar e, hat destpêkirin. Mînak Cizîra Sûriyeyê ku niha di pergala Rêveberiya Xweser de wekî Herêma Cizîrê tê pênasekirin, di salên borî de li cîhanê wekî ‘Seleya nan a Sûriyeyê’ dihat nasîn. Bi qasî ku berhemên genim û ceh ku ji vê axê derdiketin ji tu parezêgehên Sûriyeyê dernediket. Lê ruxmî wê jî rejîma Baasê ji ber ku genim destwerdana dewletên derve dikir, para gelê Sûriyeyê jê digirt, kêm bû. Ji lewra ev herêm bi çandiniya genim û ceh pir li pêş bû. Bi hezaran hektar li bajar û gundan dihat çandin. Debara mirovan bi çandiniya genim bû. Li aliyekî din jî pembo, garis û berberoj bi rêjeyên pir mezin û fireh dihatin çandin. Helbet ava ku ewqas zevî pê dihate avdan jî, ji xaka bakurê Kurdistanê ango Tirkiyeyê, bi îmzekirina hevpeyman û tîfaqan derbasî xaka Sûriyeyê dibû. Yek jê çemê Firatê, 2 çemê Xabûrê û stasyona Elok bû. Ji van çeman debara tevahî xelkên Sûriyeyê dibû, lê niha çi dibe û rewş ber bi ku ve diçe?

Ger dijminekî te hebe, ji bo tu bimire wê her tiştî li ser te qut bike. Ger ji destê wî were wê oksîjenê jî qut bike. Da ku em bêtir ji mijara xwe ya şerê sar dûr nekevin, ez ê çend mînakan bi bîr bixim. Piştî ku Stasyona Elokê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye qutkirin, çavên her kesî li vî welatî li Rêveberiya Xweser e. Her kes vê dibêje: “Divê ku Rêveberiya Xweser alternatîfa stasyona Elokê bibîne.” Lê kes barê ku rêveberiyê hilgirtiye ser milên xwe baş nabîne. Her kes şerê ku dijmin li ser wan dide meşandin û ketiye damarên wan nayîne ziman. Her kes li her civatê wê Rêveberiya Xweser rexne bikin. Lê tu kes bi kûrahiya van mijaran ku armanca dijberan a şerê bêavhiştina mirovan, xwezayê û lawiran e, nahizire. Tu kes nagihêje wê rastiyê û nabêje em di pêvajoyên pir giran re derbas dibin û divê ku em çawa bi rol û misyon tevbigerin. Divê civak rastiya dagirkeran baş bixwîne, bibîne û li hember wan helwest nîşan bidin. Divê di van şeran de em bibin destek ji hêzên xwe re. Divê civak dest ji zimanê gazinan berde û rastî bikeve kûrahiya van pirskirêkan û çawaniya dermankirina wan. Divê civak zanibe ku Tirkiye çima bi hevkariya NY, UN, hêzên hegemon û emperyalîst, di vê astê de û bi van merheleyan şerên wiha didin meşandin. Divê bizanibin li hember şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi li şer tê meşandin û divê bi çi rêbazî pêre elaqeder bibin.

Şerê avê, nan, xaz, şerê taybet û polîtîkaya qirkirinê û qetilkirina jinan û zarokan di van mehên dawiyê de pir derketiye pêş. Ev jî yek ji polîtîkayên şerê sar e. Ne tenê ev, dijmin hewl dide ku damarên civakê ku ew jî ciwan in pûç bike. Ev jî di rêya bikaranîna şaş a înternêt û malperên meydyaya dijîtal û madeyên hişberê. Di hemû aliyan de, ji biçûkan heya ciwan û kesên temen mezin, ji birçîkirin û tîkirina civakê û xwezayê heya lawiran û axê, civakê tengas dikin. Dixwazin civaka ku 10 sal in li dijî hemû rengê êrîşan ber xwe dide, neçarî koçberiyê bikin. Dixwazin rastiya vê şoreşê berovajî bikin. Lê civak bi qasî van êş ên ku kişandin, dê hîn bêtir bikişîne. Lê dest ji doza xwe bernede.

Bi qasî êşên ku vî welatî kişandin, dê bi qasî wê jî rondikên hêviyê û serkeftinê bibarin.