4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirs

Mirov xwedî gelek xisletan e.

Tirs yek ji xisleta mirov e.

Tirs, ji bonî kes û civakan, ji bo gel û neteweyan, ji bonî serdest û bindestan û her wekî din, cur be cur e.

Jixwe di jiyanê de bêtirsî tune, jiyan tije risk û xetere ne; lê tirsa giran a bindestiyê ye.

Lê dixwazim qala tirsa serdestan bikim. Serdest ji ber ku neheq, zalim, kujer, zordest,  mêtinger û înkarker in, naxwazin durûtî, zilm û zordariya wan bê fêhmkirin û her tim û bi her awayî rastiyê vedişêrin, vediguherînin û xwe wek mafparast, li ser heqiyê, demokrat û mirovhez şanî didin.

Lê fis boyaxê nagire, bi gotineke gelerî û hebikî argo.

Ji bo wê heta ji wan tê, bi her awayî, çi siyasî, çi teknîkî, çi bi dîrokî dixwazin rastiyê veşêrin. Ev jî tirsa wan e.

Ka em çend tiştan bidin ber çavan.

Serdestiya bakurê Kurdistanê çi dike!

Ev sedsal e vira dike û em jî, yanî civak jî pê re; her mirovê ku diçe dibistana seretayî dibêje; “Ez tirk im, rastgo me û jîr im!” Ma bera wisa ye! Mînak ev sedsal e, em kurd nebûn tirk, wê çawa be!

Navê mirov, erdnîgarî û jîwaran tev guhertin, lê nebû çare ku em kurd bi vê dikenin. Herê, sergirtin ne çare ye.

Di rewşa dawîn de, bi qeyûman rêveberiya kurdî rakirin bû bobelat, her der bû qada rûşwet, talan û destdirêjiyê. Îradeya gel her û her binpê ye. Li aliyekî xwe wek heqparêz şanî didin, lê navekî kurdî nahêlin, tiştekî bi kurdî nahêlin û tv’ya wan î kurdî pêkenok e.

Rewşa girtîgehan rewşeke dijmirovîn e. Li her bajarî bêje ne kêmî pênc-şeş girtîgeh hene li dewsa karxaneyan û girtiyên nexweş zêde û di rewşeke derhiqûqî de ne. Şertên jiyanê jî wisa, di salekê de buhayên tiştan ji sedî dused-sêsed zêdebûye. Gor tên texrîbkirin, hilweşandin, hestiyên mirovan bi postê tê ber deriyên wan, şer, jenosîd, çekên kîmyewî û li aliyekî seltanetek zordest. Ew çiqas rastiyê veşêrin, rastî ji aliyekî dinê, bi saya têkoşîn, mejiyê azad, nivîskarî, rojnamegerî û berxwedanî serî rê dide û ew jî dîn dibin û xew li wan diherime. Ew bi xwe dibêjin ev serhildana kurdan a bîst û nehemîn e.

Îca çi..! Rastî nayê berovajîkirin û nayê veşartin.

Herê wele, fis boyaxê nagire.

Ev tirsa wan bûye bela serê wan. Tirsa wan encama zilma wan e. Tirs mirov dike virek, şaş dike û fehş jî dike. Bi dînî, siyasî, dadmendî û wijdanî, çiqasî ji xwe re bikin halet, bikin navgîn  jî nikarin tirsa xwe veşêrin û heqîqet her beloq e!

Kedxwarî, destwerdan, talan, zilm û bêhiqûqî li rastê ye!

A va rewşa Îranê; Jin, jiyan, azadî û Jîna kurd, her xewnrevîna serdestan in…

Dixwazim bi meseleyek gelêrî nivîsa xwe biqedînim.

Dibê zilamekî di demsala biharê de ku şireşira baranê bû, li ciyekî talde û xir û xalî zilamek kuşt. Peq-peqa peqpeqonikên ava baranê ye…

Kesî ew nedîtibû û bi salan ev rewş bi gûman ma!

Belbî bîst sal derbasbûbû, dîsa rojek biharê zilam û hevsera xwe li ber derî, li barana biharê temaşe dikin. Av radibe, bi coş e û peqpeqonikên biharîn li ser hev deng  didin. Zilam dibişire. Hevsera wî dike mane û dipirse çima dikenî, ew dibêje tiştek tune lê jin zorê didiyê ku mecbûr dibe li xwe mikur tê. Dibê şahid bi tenê peqpqeqonik bûn.

Û hevsera wî diçe ji malbatê re dibêje û berê zilam li hepsê…

Rastî nayê veşartin, tirs bela ye û dibe xeleka xwînê mirov difetisîne.

Ê zane zane, ê nizane baqê niskan e!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê