4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ozdemîr: Berxwedanê encam girt

Rojnameger Merwan Ozdemîr, diyar kir ku avakirina komîsyona li parlamentoya Iraqê tê wateya qerbûlkirina bikaranîna çekên kîmyewî.

Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî ya ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê tên bikaranîn, komîsyoneke taybet ava kir. Di vê çarçoveyê de komîsyon dê biçe herêmên ku operasyonên Tirkiyeyê lê didomin û li wir lêkolînan bike. Rojnameger Mervan Ozdemîr têkildarî komîsyonê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Rojnameger Merwan Ozdemîr, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku şandeyên dixwestin li herêmê lêkolînan bikin her tim ji hêla PDK’ê ve hatin astengkirin û wiha got: “Êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê ji nîva nîsanê û pê de berfirehtir bûn. Gelek daxuyanî hatin dayîn ku di van êrîşan de çekên kîmyewî tên bikaranîn. Lê mixabin ev mijar cidî nehat destgirtin. Lewma jî dewleta tirk hîn bêhtir çekên kîmyewî bi kar anîn. Mixabin ku ev rastî piştî parvekirina dîmen û wêneyên ku dê tu carî ji bîra gelê kurd neçin, bûn rojev. HPG’ê di van du salên dawî de gelek caran banga lêkolînkirina çekên kîmyewî kir. Mixabin ev bang bêbersiv man. Rast e çendek saziyan bersiv dan van bangên HPG’ê û hatin herêmê lê PDK’ê destûr neda ku ev sazî li herêmê lêkolînê bikin.”

Berxwedanê encam girtiye

Ozdemîr, destnîşan kir ku avakirina komîsyonê encama berxwedanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di qonaxa niha de dewleta tirk bi daneyên şênber ên ku tu wijdan, exlaq û rûmeta civakê qebûl neke kete rojevê. Parlamentoya Iraqê biryara avakirina komîsyonê da. Dibe ku bandora hikûmeta nû be. Lê divê tiştek neyê jibîrkirin ku avakirina vê komîsyona ji bo lêkolînê, encama berxwedana gelê kurd e. Dibe ku komîsyon hatibe avakirin lê divê sazî û kesayetên navneteweyî ji ber vê biryarê xwe sist nekin.”

Divê rewşenbîr bişopînin

Di dawiya axaftina xwe de Ozdemîr, bi lêv kir ku divê komîsyon ji nêz ve bê şopandin û rewşenbîr jî beşdarî komîsyonê bibin û ev tişt got: “Di sedsaleke wiha de ku hemû dîrok, çand û nasnameyên civakan tên binpêkirin, divê em li bendê nebin ku ev komîsyon bi hesasiyeteke mezin rastiyan bişopîne. Civak, sazî û rêxistinên serbixwe û rewşenbîrên ku di gotina heqîqetê de dudil tevnagerin, berdêla wê çi dibe bila bibe, divê vê komîsyonê bişopînin. Ji ber ku dema mijar bû berjewendî, dibe ku destwerdan li vê komîsyonê bê kirin û ji bo beraetkirina dewleta tirk ji vî sûcî hewldan çêbibin. Avakirina komîsyonê, qebûlkirina ‘îdiaya’ bikaranîna çekên kîmyewî ye. Aşkera ye ku çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li ser vê bingehê divê saziyên pêwendîdar, rewşenbîr û zanyarên ku di vê mijarê de hestiyar jî vê komîsyonê bişopînin û di nava wê de cih bigirin.”