spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Em ê bibin hêza ku pergala kevneperest hildiweşîne

Ji gelek bajaran ciwanên Meclisa Xwendekarên Demokratîk li şaxa Egîtîm-Sen a Amedê kom bûn û daxuyaniyek bi navê “Bi zanîngehên azad û xweser ber bi civaka demokratîk” dan.

Daxuyanî hem bi tirkî û bi kurdî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî ji aliyê  Serthat Taşkin  ve hat xwendin.  Taşkin di destpêka axaftina xwe bal kişand ser rewşa rojhilatê Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Di serî de em berxwedana li rojhilatê Kurdistanê ya ku di pêşengiya jin û ciwanan de bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li dijî zîhniyeta serdest a mêr û rejîma faşîst a Îranê hat pêşxistin û 2 mehe didome, silav dikin. Em soz didin ku em ê bibin hêza ku pergala kevneperest hildiweşîne.”

‘Civaka azad pêşeroja azad e’

Serhat Taşkin di berdewama axaftina xwe de  wiha got: “Yên ku li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo derbaskirina statuya qirêj û avakirina civakeke demokratîk pêşengiya bikin em in. Li ser van esasan em radegihînin ku em weke ciwanên xwendekar ên welatparêz ên li Tirkiye û Kurdistanê, ji niha û pê ve di bin banê Meclisa Xwendekarên Demokratîk de xwe bi rêxistin bikin, ji bo wateya berxwedanê û jiyanê li têkoşîna xwe zêde bikin bi erka xwe ya ku em bibin pireke di navbera ciwanên Tirkiye û Kurdistanê de û ji bo avakirina pêşerojeke azad çanda demokrasiyê ji gel re ragihînin. Em dizanin ku biryara pevçûnê bi hişmendiya ku azadiya takekesî ne pêkan e û azadî tenê bi têkoşîna rêxistinkirî derbas dibe. Me daxwaza têkoşîna me ya ‘Civaka Demokratîk a bi Zanîngehên Xweser-Azadî de xurtir bike.”

‘Em ê bi têkoşînê azad bibin’

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Em ê bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya li dijî faşîzmê de em ê bi mîrateya ku ji Heqiyan, Mazlûman û Îboyan girtiye, bibin parêzvanên mafên kedkarên bindest, nasnameya jinan a ku tê xwestin ku bibe kolê gelên mêtînger. Li ser vê bingehê em ê we vexwînin Komxebatê yên Asayî yên Yekemîn ên Eyaletan ku weke Meclisa Xwendekarên Demokratîk di 23’ê mijdarê de li Îzmîrê, 24’ê mijdarê li Eskîşehîrê û li Dêrsimê bi dirûşmeya “Ji Ciwanên Azadîxwaz re Komxebata me ya mezin a navendî ku wê di 3’ê çile de li Wan û Stenbolê bê li dar xistin. Em ji saziyên xwe yên welatparêz, gelê xwe yê kedkar û ciwanên xwendekar ên zanîngeha hêvî dikin ku hêza me zêde bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Zanîngehên Azad” bi dawî bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê