26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirşikçî

Seyidxan Anter

Gotina tirşik bi kurdî ye. Tewandina çî jî, bi qasî tê zanîn bi tirkî ye. Ev peyv zêde li herêma Rihayê bi kartînin. Lê li Sêwregê bûye bûyer, bûye dîrok. Û dûra jî gihiştiye ber destên  ’Türk Dil Kurumu’. Her wiha  têgeha ’tirşikçi’ di ferhenga tirkî de cih girtîye. Ango wek gelek tiştên din ciwanmêran ji me dizîn.

Helbet her rûdaw, bi serê xwe, li warekî şikil distîne û form digire. Em li wir ne behsa xwarinê lê ya bûyer û fenomenek civakî û polîtîk dikin. Îcar gotina ’tirşikçî’ beriya  sala 1978’an  zîl daye. Di dema germ a pevçûna siyasî de ji kesên bê biryar û du alî dilîstin re dihat gotin û tê gotin.

Em vegerin Sêwregê. Sala 1978’an bûyerek rû da. Ferîdê Brodirej (Ferît Uzun) li Sêwregê hate kuştin. Ew hem bi siyasetê dadiket, hem şair bû hem jî di nav nifşên tevgera azadîxwaz a kurd a salên 70’yî de, berê li Enqereyê, piştra li Sêwregê û seranserê bakurê Kurdistanê xwedî cihekî naskirî ye.

Li gor şor û nûçeyên li nav xelkê, belav bibûn û dihatine gotin, kuştina Ferîdê Brodirêj dixistin stûkura eşîra Bucakan, her çiqasî serokê eşîra Bucakan Mehmet Celal Bucak digot; ne me kuştiye jî. Li gorî belavoka KAWA ya li ser bûyerê, dewleta tirk Ferîdê Brodirêj kuştiye. Û ji xwe hêzên dewletê yên tarî jî di kozika xwe de bûn. Çirok dûr û dirêj e. Bûyer an jî destpêka rûdawê wiha ye; dema ku Mehmet Celal Bucak li gundê Bazinê ku devleta tirkan navê wê kiriye “Kirbaşi”, diçe serdana xezûrê xwe, şoreşgerên tevgera kurd bi çekan dora gund digirin. Hin kes tên kuştin û birîndar dibin. Bi vê bûyerê re bajarê Sêwregê dibe du beş. Şer 20 mehan didome û derbasî hin cihên din dibê. Dewleta tirk (TC)  li hemberî vî şerê di nav kurdan de yê li Sêwregê û cihên din, çavên xwe  digire. Û jixwe dewlet li mahnên darbeya leşkerî ya 1980’yan digere. Di vê demê de hejmara tirşikçiyan li herêmê zêdetir dibe.

Rê bidin min ez xalek dîrokî bi bîr bînim. Hîn di serdema Osmaniyan de, li sê heremên Kurdistanê, Amed, Riha û Mêrdinê ji merkezê, ê mîna Waliyên îro û  paşayên berê berpirsiyarê dewletê tayîn dibûn. Her wiha dûra jî, serdema komara tirk de ji bo ku eşîr li ser lingan bimînin û pêwendiyên eşayirtî dom bikin û tirşikçî zêde bibin, dewletê xwe gelekî êşandiye. Li ber feratê, li herêma Mêrdinê (ku dema berê qismek ji herema Botanê jî bi ser ve bû) TC imtiyaz, alikarî û geşt didan serokeşîran.

Em cardin vegerin Sêwrega xwe. Mihemedê Kûriya, bi şelwarê kabardîn, şifqa neh koşe, êlegê çil qumçe, qundira sertûj û bi kabik, çaxa ku vedixwar û azad dihizirî wisa digot: “Min beriya 15 salan tirşik xwar. Ev çardeh sal in jî bi sabûn û torsîlê dişom naşom jê nare, ketiye nav xûnê. Ez rica dikim nexwin!”

Nebêje te negot ha…!!!