30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwe ji bo êrîşên nû amade dikin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Şoreşa Rojava, heşt sal li pey xwe hişt. Ligel zor û zehmetiyên mezin li Rojava yekitiya gelan, bi berxwedaneke bêhempa derket holê. Lê pêwîst e mirov bêje ku lîstik û komployên hêzên navneteweyî yên li ser Rojava hîn jî bi dawî nebûne. Divê mirov balê bikişîne ser xetereyên di pîrozbahiyên salvegera şoreşa Rojava de dê bên kirin.

Geşedenên niha yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê diqewimin, ji her demê zêdetir ji bo gelên herêmê metirsîdar in. Li herêmê her çiqas bêdengî û aramî hebe jî, plan û projeyên hêzên dagirker bi dawî nebûne. Hêzên dagirker ên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, niha jî ji bo Kobanê, Dêrik û Qamişloyê çavên xwe sor kirine.

Bêguman li Rojava xebatên yekitiya neteweyî pir hêja û pîroz in lê bi vê xebatê ve girêdayî pêwîst e, mijara herî sereke û girîng mijara parastina axê be. Ji ber ku di van rojên dawî de tê dîtin ku çeteyên di pêşengiya Tirkiyeyê de kom dibin, ji bo êrîşên nû xwe amade dikin. Ev jî êrîşeke pêkan a li dijî Rojava bi xwe re derdixe holê. Bi vê ve girêdayî, dema mirov li hevsengiyên siyaseta Tirkiyê jî mêze dike, di vê mijarê de amadekariyên di warê siyasî û psîkolojîk de bi awayekî aşkera li ber çavan e. Lewma ger di vê demê de di pêşengiya Tirkiyeyê de êrîşek li ser axa Rojava û Bakurê Sûriyê bê kirin, wê ji êrîşên din ên cudatir û biêştir be.

Pêwîst e em vê jî bibînin ku êrîşên li dijî Rojava, bi êrîşên dagirkeriya başûrê Kurdistanê yên li ser herêma Heftanînê tên kirin ve girêdayî ne. Ji ber ku Tirkiye di êrîşên Haftanînê de, li gorî dema tê xwestin serkeftinek bi dest nexe, nikare di eniyeke din de şerê kurdan bike. Ji ber ku ev şer di gelek mijaran de wê ji şerên din cûdatir be. Dewleta tirk a dagirker di vê mijarê de dixwaze xeletiyan neke. Û ya herî girîng jî di vê mijarê de dixwaze hêza navneteweyî bide aliyê xwe. Ji bo vê pir biplan û bînfirehî tevdigere.

Siyaseta Tirkiyeyê ya derve jî li ser dijîtiya kurdan hatiye avakirin. Ji Libyayê heta Ewropayê, dewleta tirk ji bo kurd bêbandor û bêmaf bimînin dixebite. Hem di warê leşkerî de hem jî di warê siyasî de dixwaze kurd bê statu bimînin. Ji bo bigihê armanca xwe jî gelek tawîzên mezin da û hêzên navneteweyî dan aliyê xwe. Lewma di mijara êrîşên li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê de, ev hêzên navneteweyî wiha bêdeng in.

Li beramberî zilm, zordestî, qirkirin, kuştin, qetlîam û bêheqiya dewleta tirk a li ser gelê kurd pêk tîne jî, ev hêzên navneteweyî sektoreke nû ava kiriye. Ev sektor “em bi guman in”, “em xemgîn in” û “em bi şik in” ya ji hêla Neteweyê Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê, NATO, Amerîka, Rûsya û Teşkîlata Hevkariya Îslamî  pêk tê, tu carî wê berjewendiyên gelan li ser berjewenyên xwe negirin. Bêdengiya wan a li hemberî êrîş û qetlîamên dewleta tirk ên li herêmê dike vê yekê piştrast dike.

Ev hêzên navneteweyî baş dizanin ku dewleta tirk bi hevkariya El Qaîde, El Nusra, Heyet Tahrîrî Şam û DAIŞ’ê ve êrîşî axa Rojava û Bakurê Sûriyeyê kir. Niha jî dewleta tirk bi alîkariya van hêzên navneteweyî dixwaze hevkarên xwe yên şer di qada dîplomasiyê de derxe paqijiyê. Ev çeteyên ji terorîstan jî xirabtir û pîstir, di bin sîwana dewleta tirk de li hemû cîhanê digerin. Lê di vê rewşa wiha kambax de, daxuyaniya Almanya ya ku “em hebûna Tirkiyeyê ya li Rojava meşrû nabînin” kêm be jî pêwîst e mirov di qada naveteweyî de vê binirxîne.

Ji bo hêzên navneteweyî mijara Rojava ne mijareke mirovî ye. Hemû hêz, ji bo li herêmê hin berjewendiyan bi dest bixin, di nav pêşbirkê de ne. Çawa dewleta tirk armanc dike ku kurd bê statû bin, Rûsya û Îran jî dixwazin ku kurd ji derveyî petrola herêmê bin. Ji bo ku ev hêz li herêmê bigihîjin armanca xwe, heta dawî derî li dewleta tirk vedikin.

Di van demên dawiyê de, ji bo êrîşên nû plan tên amadekirin. Pêwîst e mirov nêzîkatî û helwestên hêzên navneteweyî ji nêz ve binirxîne. Bi taybetî jî van rojên ku pîrozbahiyên salvegera şoreşa Rojava tên kirin. Tişta herî girîng jî divê kurd xwe ji bo her tiştî amade bikin.

Çi dibe bila bibe, çiqas lîstik û komplo hebin bila bibin, ya girîng ew e ku gelê kurd ligel hemû zehmetiyan vîna parastina axa xwe ava kiriye. Ev mîrateya şoreşa Rojava ye. Pêwîst e kurd li vê xwedî derkevin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê