5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TMMOB dê li dijî bêqanûniyan dozê veke

Hevseroka ÇMO yê Nujiyan Yildirim anî ziman ku qeyûm gilî û gazincên gel paşguh dike û got: “Em ê der barê kesên ku li dijî rêziknameyên qanûnî tevdigerin doza hiqûqî bidin destpêkirin

Hevseroka ÇMO yê Nujiyan Yildirim anî ziman ku qeyûm gilî û gazincên gel paşguh dike û wiha got: “Em ji raya giştî re radigihînin ku em ê der barê kesên ku li dijî rêziknameyên qanûnî tevdigerin doza hiqûqî bidin destpêkirin.

Lijneya Kordînasyona Navendî (ÎKK) a Şaxa Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê der barê hilweşandina avahiyên bixesar ku li gor rêziknameyan pêk nayên li Odeya Avahîsazên Amedê (DMO) daxuyaniyek da. DMO, Odeya Endezyarên Hawirdorê (ÇMO), Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO), Odeya Endezyarên Ceryanê (EMO) û endamên ÎKK’ê tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka ÇMO’yê Nûjiyan Yildirim metna daxuyaniyê xwend.

Nûjiyan Yildirim diyar kir ku di 6’ê Sibata 2023’an de li Pazarcik û Elbîstanê 2 erdhej çêbûn û erdhejan li gelek bajarên herêmê bandoreke wêranker kir û wiha got: “Bajarê me ji ber vê erdhejê zirareke mezin dît. Bi sedan welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran avahî jî ji erdhejê zirar dîtin. Piştî temambûna tesbîtan, hat ragihandin ku xebatên li ser avahiyên ku di erdhejê de zirar dîtine û ji bo wan biryara hilweşandina acil hat dayîn, bi kordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan, Walî, AFAD, Midûriyeta Parêzgehê ya Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê hat destpêkirin. Lê tê dîtin ku ji roja ewil a erdhejê heta îro pêvajo nayê birêvebirin. Bi temambûna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li avahiyên ku ji ber bandora yekem a erdhejê wêran bûne, hilweşandina bê plan û rijandina bêkontrol a xirbeyan a li qadên kolandinê nîşaneya yekem a vê yekê bû.”

Rêzikname nayê bicihanîn

Yildirim anî ziman ku rêziknameya hilweşandina avahiyan a ku ji aliyê Wezareta Hawirdor, bajarvanî û guherîna avhewayê ve hatiye amadekirin, nayê bicihanîn û wiha domand: “Negirtina tedbîrên ewlehiyê li avahiyên ku zirareke mezin dîtine, ketin û derketina zarokan ji van avahiyan û berdewamiya çûnûhatina wesayît û peyayan li derdora wan jî talûkeyeke mezin çêdike. Neyînîyên ku di her kêliyê de dibe sedema windakirina jiyanê niha berdewam dikin. Di vê pêvajoya hilweşandina bê kontrol û neqanûnî de, gelek malzemeyên avahîsaziyê yên xeternak, zirarê dide tenduristiya mirovan, wekî tozê li derdorê belav dibin. Dema hilweşandinê de ‘avdana bênavber’ ferz e, lê em dibînin ku amûrên avdanê di dema hilweşandinê  de li wir tunene.”

Qeyûm gilî û gazincan paşguh dike

Yildirim da zanîn ku hilweşandin bandoreke neyînî li jiyana mirovên li derdorê dike û qirêjiya hawirdor çêdike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêkanînên bi tenduristî û ewlekariya kar ji bo hemû welatiyan, bi taybetî jî karkerên ku li qadê dixebitin, talalûkeye pir cîdî ye. Lê li dijî van rewşên neyînî welatî ji bo gîlî û gazincexwe bikin muxatabekî nabînin. Ji ber ku qeyûm tayînî şaredariyan hatkirin û tu fikara qayûmê ku hesab bide gel tune, gilî û gazinê gel paşguhdike. Em weke parêzvanên jiyan û bajar tekez dikin ku muameleyên tên kirin divê li gorî rêgezên qanûnî bê kirin. Em bi taybetî dest nîşan dikin ku dûrxistin û veguhestina molozan divê ji hêla personelên perwerdekirî ve were kirin. Her cûre gemarî û qirêjiya hawirdor bi rêkûpêkkirin bibin depoyên xirebeyan. Divê li şûna birînên gelên ku di erdheja wêranker de gelek êş û jan kişandine binixumînin demildest hûn dest ji kirinên xelet û kêm ên ku gazinan zêde dikin berdin. Em bi girtina hemû tedbîrên pêwîst rayedaran di derbarê bidawîbûna hilweşînê de hişyar dikin. Em ji raya giştî re radigihînin ku dê der barê kesên ku li dijî rêziknameyên qanûnî tevdigerin û li ser navê gel berpirsyariya kontrolê heye, ji ber ku erka xwe pêk neanîne, dê dozên hiqûqî bên destpêkirin.”