27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Uca êrîşa li dijî êzdiyan xist rojeva meclisê

Parlamentera HDP’ê Feleknaz Uca êrîşa li dijî welatiyên êzdî yên li xist rojeva meclisê. Uca ev pirs kir: “Der barê kesên ku li gel biryara dadgehê jî erd dagir dikin û êrîşî xwediyên erd dikin tu lêpirsîn hatiye destpêkirin?”

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknaz Uca, bi pêşnûmepirsekê rewşa welatiyên êzdî yên ku li Êlihê ji aliyê kesên ku erden wan ên li gundê Kelhokê yê navçeya Qubînê dagir kiribûn ve hatin derbkirin, xist rojeva meclisê. Uca di pêşnûmepirsê de bi bîr xist ku welatiyên êzdî Nedîm Erkîş û Cevdet Tuku rastî êrîşa 10 kesan hatine.

Uca di pêşnûmepirsê de bi daxwaza bersivandina Alîkarê Serokomar Fuat Oktay ev pirs kirin:

“* Li gel ku tapoyên erdan hene jî ji ber kîjan sedemê pêvajoya darizandinê 8 salan berdewam kir?

* Li gel ku dadgehê ji malbatan re biryar daye jî ji ber êrîşan nikarin erdên xwe rakin û biajon. Ji bo peşîlêgirtina êrîşên li dijî xwediyên erdan tu xebat û hewldaneke we heye?

* Der barê kesên ku li gel biryara dadgehê jî erd dagir dikin û êrîşî xwediyên erd dikin tu lêpirsîn hatiye destpêkirin?” AMED