Rojnameya Heftane

Zilma li ser sînorên sê dewletan

Qedrî Esen

Bi hevkariya Îran, Ermenistan û Tirkiyeyê Rojnameger Azîz Orûç hat girtin. Rojnamegerên kurd li Orûç xwedî derketin û parastina rojnamegeriya rasteqîn kirin

Rojnamegerekî din li rojnamegerên girtî zêde bû. Lê ev zêdebûn ji zêdebûnên beriya niha cudatir bû. Ji ber ku bi hevkariya 3 dewletan pêk hat. Belê ez qala radestkirina Rojnameger Azîz Orûç dikim. Orûç piştî ku bi salan li bakurê Kurdistanê rojnamegerî kir, di sala 2017′ an de ji ber dozeke wî ya dema zanîngehê ceza li hat birîn û neçar ma derbasî başûrê Kurdistanê bû. Li vir jî ji 2 salan zêdetir nûçe çêkirin û ji bo televîzyonan bername amade kirin.

Herî dawî di 8’ê kanûnê de ji bo ku derbasî Ewropayê bibe ji bajarê Silêmaniyê derbasî Îranê bû. Dema ku xwest ji vir jî derbasî Ermenistanê bibe, ji aliyê Hêzên Ewlehiya Sînor ên Ermenistanê ve hat desteserkirin. Piştî lêpirsînek kûr û îşkenceyeke giran radestî îstixbarata Îranê hate kirin. Li gel ku bêpirsgirêk ji Îranê derbasî Ermenistanê bûbû jî, li ser radestkirina Ermenistanê, ji bo Îranê ku di îşkencekirin û darvekirina kurdan de xwedî azmûn e, bû pirsgirêrekek mezin. Orûç ji aliyê îstixbarata Îranê ve jî di lêpirsîneke kûr de hat derbaskirin û piştre cezayê pere û dersînorkirinê lê hat birîn.

Peywira xwe pêk anîn!

Îstixbarata Îranê, li hemberî Orûç dijmirovane tevgeriya û li şûna ku wî di deriyê sînor re radestî Tirkiyeyê bike, di ser têlan de ew avêtin sînorê Tirkiyeyê û terkî mirinê kir. Bi vî awayî Îran û Ermenistanê peywira xwe ya dewletbûnê ya ji sincê mirovahiyê dûr pêk anîn û peywir dewrê Tirkiyeyê kirin. Tirkiye ku di hêla dûrbûna ji sincê mirovahiyê de ji Ermenistan û Îranê pêşdetir e, di vê mijarê de peywira ket ser milê wê pêk anî.

Destpêkê li ser agahîdayîna îstixbarata Îranê, Orûç û kesên ku wî ji mirinê rizgar kirin binçav kirin û ji raya giştî re Orûç weke ‘terorîst’ ragihand. Li gel şahidî û bi dehan delîlên rojnamegeriyê jî Tirkiyeyê Orûç û kesên wî ji mirinê rizgar kiribûn girt û şandin zindanê.

Dikare bimire lê nikare bireve

Di van rojên ku gelek plan û lîstikên gemarî li ser xaka kurdan tên kirin de dewletên li ser xaka kurdan desthilatdar in û dewletên cîranê wan li gel hemû dijberbûna xwe jî di mijara kurdan de dest didin hev û li dijî kurdan hevkariyê dikin. Di mînaka Orûç de jî careke din derket holê ku tu ne gerîla û şervan,  rojnamegerekî kurd bî jî para xwe ji vê hevkariya dijberbûna kurd digirî û li gorî pêwîstiyê têyî cezakirin. Ji ber kurdbûna xwe Orûç, bi vê aqûbetê re rû bi rû ma. Heke Orûç ne kurdbûna ji neteweyeke din bûna îhtimaleke mezin ev tişt nehatina serê wî.

Dewletên ku niha li ser radestkirina bi ewle ya terorîstên DAÎŞ’ê hevdîtinan dikin û ketine etriya canê wan, rojnamegerê kurd Orûç li ser sînor terkî mirinê kirin. Li gorî wan Orûç dikare bimire lê nikare ji zilma wan bireve. Tişta ji bo kurdan û rojnamegerên wan rewa tê dîtin ev e. Lê divê bê zanîn ku bi vê yekê re rojnamgerî jî tê qetilkirin.

Parastina rojnamegeriyê kirin

Tişta mirov dişîne û divê li ser bê rawestandin jî nêzikbûna sazî û dezgehên çapemeniyê ya li hemberî vê qetilkirina rojnamegeriyê ya bi destê dewletan e. Roja ku Orûç ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve weke terorîst hat lansekirin, li Tirkiyeyê bi dehan sazî û dezgehên çapemeniyê Orûç weke ‘terorîst’ nîşan dan. Bi vê nêzîkbûna xwe piştgirî dan qetilbûna rojnamegeriyê ya bi destê dewletê.

Bi binçavkirin û girtina Orûç careke din derket holê ku rojnamegerên kurd, li Tirkiyeyê, ji bo parastina rojnamegeriyê bedelên mezin didin. Lewre ji bo vê yekê rojnamegerên kurd li Orûç xwedî derketin û bi xwedîderketina Orûç re parastina rojnamegeriya rasteqîn kirin.

Heke li gorî rêgezên dewletan rojnamegerî bê kirin û rojnameger dernekevin derveyî van sînoran wê gelek rastî di tariyê de bimînin û ser wan bê girtin.