spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ûçar: Em ê îktîdarê bi hev re biguherînin

Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, diyar kir ku li dijî tundiya mêr-dewletê, ew azadiya jinê diparêzin û ev tişt got: “Ji bo mafê jiyanê, em bo hesabpirsînê tên. Em soz didin, li vir in û dê bi hev re vê îktîdarê biguherînin.”

Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk, danezana xwe ya hilbijartinê ya Jinan li oteleke Enqereyê aşkera kir. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, bernameya aşkerakirina danezanê de axivî û bi zaravayê kirmanckî ya kurdî jinan silav kir û got ku meşa mezin a ji bo azadiya jinan didomînin. Axaftina Ûçar gelek caran bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin” hate birîn.

Ûçar, diyar kir ku wan di meşa li dijî nîjadperest, cihêkarî, tundiya li dijî jinan, sûcên nefretê, kedxwarî, rant, talan, qirkirin û wêraniyê her tim li eniyên herî pêş cih girtine û wiha axivî:

“Ji bo maf, azadî, hiqûq, ked û edaleta civakî, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em jin ji bo xeyala komareke demokratîk û civakeke demokratîk dev ji vê têkoşînê bernadin. Ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê ya jinan, em di Rêya Sêyemîn de dimeşin û dê jiyana nû bi hev re ava bikin. Em ji bo bi hev re biguherînin tên ba hev û bi piştevaniyê hîn mezintir dibin.

Em di erefeya sedsala duyemîn a komarê de ne û bi rewşeke pir giran re rû bi rû ne. Koçberî, çerxa kedxwariyê ya pergala kapîtalîst a mêrserdest, polîtîkayên dijminatiya jinan, şer, zext û zilm roj bi roj zêdetir dibin. Ji bo domandina îktîdara xwe ji bilî zext û tundiyê tu rêyên din bo xwe nabînin. Tam di vê rewşê de em jin ji bo pêşerojeke demokratîk û azad hene. Partiya Çep a Kesk li dijî îktîdara mêrserdest, navnîşana jiyaneke demokratîk, ekolojîk, azadîparêz û wekhev e. Navnîşana komara demokratîk e. Banga min ji bo hemû jinan ew e ku di vê navnîşanê de bên ba hev û em bi hev re jiyana nû ava bikin.

Rêya sêyemîn rêya azadiyê ye

Em jin ne dê berhewceyên Tifaqa Cumhur a dijminatiyê li jinan dike û ne jî berhewceyên muxalefeta nêrza ya restorasyonparêz in. Rêya Sêyemîn, bi saya keda jinan pêş ket û em ê bi saya keda jinan bi ser kevin û komarê demokratîk bikin. Em ê bi saya piştevaniya li vê derê, komara demokratîk ava bikin û vê sedsalê bikin sedsala azadiya jinan.  Jinên hêja; Partiya Çep a Kesk deng, gotin û jiyana nû ya gelan, jinan û ciwanan e. Em; ji bo bidawîkirina vê siyaseta zordest, derhiqûqî, bêedalet, înkar, şer, talan û tunekirinê tên. Em ê li dijî qesrê, derew, talan, şer û kedxwariyê, têkoşîna gelan û heqîqetê mezintir bikin. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin û ji bo rakirina astengiyên li pêşiya çareseriyê em li vê derê ne. Em baş dizanin ku têkoşîna jinan, di heman demê de îradeya aştî û çareseriyê ye. Li Tirkiyeyê ne pirsgirêka kurd lê rastiya kurd heye.

Em ê rejîma yekzilamî hilweşînin

Banga me li hemû jinan ew e ku têkoşîna li dijî zîhneta mêrserdest xwe mezintir bikin û xwe bêhtir birêxistin bikin. Em dev ji pergala xwe ya hevserokatiyê û nûnertiya wekhev jî bernadin. Peymana Stenbolê ya me ye. Demekî pir kêm ma ye ku em vê rejîma yekzilamî hilweşînin. Li gel Meclisa Jinan a HDP’ê, me xwe ji bo sedsala nû pir baş amade kiriye.  Li dijî kesên jinan tune dihesibînin em jin hebûn û em ê hebin. Em soz didin ku dê bi hev re hesabê ji vê îktîdarê bipirsin û hilweşînin. Doza me heye; em ê mafên xwe dîsa li xwe vegerînin.”