3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan: Jin dê di 14’ê gulanê de bersiva herî xurt bidin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldanê diyar kir ku dê di 14’ê gulanê de rejîm were hilbijartin û wiha got: “Di 14’ê gulanê de bersiva herî xurt em jin dê bidin kesên hebûna xwe li ser tunebûna jinan ava dikin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di bernameya ragihandina Beyannameya Hilbijartinê ya Jinan a Meclisa Jinan Partiya Çep a Kesk de axivî. Bûldan, jin bi kurdî silav kirin.

Bûldan, diyar kir ku ya ku jin anîn vê astê, dîroka têkoşînê ya jinan e û wiha domand: “Bawerî û sekneke biisrar heye ku hêviya jinan her tim zindî dihêle. Jinên dilwêrek hene ku tevî hemû zehmetî û astengiyan jî bêdudilî keda xwe arasteyî vê dîroka têkoşînê kirine.”

Bi domdarî Bûldan jinên di girtîgehê de, yên li sirgûnê, yên li pey şopa heqîqetê, yên hesabê windakiriyan, yên li edaletê digerin, jinên nobetên edaletê digirin û hemû jinên têkoşer silav kir û wiha pê de çû: “Îro ev kursî ya me ye, ev beyanname ya me ye, ev hilbijartin a me ye. Dê serkeftina di vê hilbijartinê de ya me be. Sedsala nû ya me ye, serkeftin a me ye. Dem dema wê ye ku em vê bi saya vê berxwedana mezin û têkoşîna xwe ya bêhempa jiyanê ji nû ve ava bikin.

Têkoşîna yekbûyî ya jinan

Beyannameya me ya jinan, beyannameya maf, azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê ye ku jin bi sala ye têkoşîna wê didin. Beyannameya têkoşîna Denîz Poyraz û rêhevalên wê ye. Ez bi taybet jî dayika wê bi rêzdarî silav dikim. Têkoşîna birûmet a jinên îranî yên ku pora kirin alaya berxwedanê, Emîne Şenyaşar a li Rihayê ji bo edaletê têdikoşe, jinên efxan ên li dijî sepanên îmhakirinê têdikoşin û têkoşîna hemû jinên li her çar aliyên cîhanê li dijî baviksalarî û faşîzmê li ber xwe didin, îro li vir bûne yek. Û em jin, şirîkên wan ên niha îktîdar in di 14’ê gulanê de vedixwînin meydanê. Em li vir in, naçin tu deverekê. Em ê li dijî kûmpasên li dijî têkoşîna jinan, vebijêrkên xwe zêde bikin û pêşveçûna xwe bidomînin. Lewma em hilbijartinên pêş bi Partiya Çep a Kesk pêşwazî dikin. Em bi Tifaqa Ked û Azadiyê, bi tifaqa jinan û tifaqa xurt a hemû bindestan dikevin hilbijartinan.

Em ê hesabê zext û wêraniyan bipirsin

Yên ku 20 sal in li ser îktidarê, di vê pêvajoyê de her cureyên tundiyê li dijî jinan bi kar anîn û jin hêjayî kedxwariyê, mercên giran ên xizantiyê û komkujiyê dîtin. Ji siyasetê heta daraz, burokasî û medyaya xwe ya qirêj, bi hemû hêza xwe deriyên sûcên li dijî jinan vekirin. Me ev yek ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin. Em ê hesabê hemû êş, xemsarî û wêraniya wan ji vê îktîdarê bipirsin.

Em ê rejîmê biguheraînin

Em jin, li dijî karesata sedsalê, ji bo avakirina sedsalê tên. Em ji bo wekheviyê, ji bo demokrasiyê, ji bo derxistina heqîqetê û hevrûbûna dîrokî tên. Em, li dijî daraza qesrê; ji bo darazeke serbixwe tên. Em, ji bo pêşîlêgirtina tundiya ser jinan û cînayetên jinan tên. Ji bo mîsogerkirina ked û jiyana jinan em tên. Em, ji bo jin di hemû astên rêveberî û nûnertiyê û mekanîzmayên biryardayînê de xwedî mafê wekheviyê bên tên. Em ji bo mîsogerkirina pergala hevserokatiyê tên. Ji bo parastina hemû destkeftiyên xwe em tên.

Em ê tecrîdê bidawîbikin

Em, ji bo hesabê ji xespa qeyûmê bipirsin, ji bo her tiştê ayîdî xwe dîsa li xwe vegerînin, tên. Ji bo hilweşandina selteneta îktîdara yekzilamî em tên. Ji bo bidawîkirina sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, ji bo bidawîkirina faşîzm, Îşkence û polîtîkaya tecrîdê em tên. Em ji bo avakirina aştiyeke birûmet tên.

14’ê gulanê dê bibe hilbijartina rejîmê

Em jin baş dizanin ku hilbijartinên 14’ê gulanê ji bo jinan tenê hilbijartineke bijartina îktîdarê nîn e. Ev hilbijartin dê ji bo jinan bibe bijartina rejîmê. Di 14’ê gulanê de bersiva herî xurt em jin dê bidin. Em jin dê vê îktîdara dijminatiyê li jinan dike hilweşînin. Hin, hêza bingehîn a guherîn, veguherîn û jinûveavakirinê ne. Weke her carê, di vê hilbijartinê de jî em jin bi soza nûnertiya wekhev dikevin hilbijartinê. Em soz didin ku dê di serdema pêş de bi awayekî herî xurt di siyasetê de cih bigirin û rola xwe ya dîrokî bilîzin. Em, jin li ser xeta Riya Sêyemîn tên ba hev.Di Riya Sêyemîn de em dibêjin destpêkeke nû, sedsalake nû. Ev rê, ev hêz, ev îrade jî di bi saya Çep a Kesk, bi Tifaqa Ked û Azadiyê û bi tifaqa me jinan bi ser keve. Belê jinên hêja û delal; jin hebûna me ne. Jiyan berxwedana me ye. Azadî armanca me ye.”