spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Pêdiviya me bi azadî û edaletê heye

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 741’ê de berdewam dike. Malbatê, di çalakiya îro de ev peyam da: “Pêdiviya me çiqas bi av û hewa hebe, ew qas jî bo azadî, wekhevî û edaletê heye.”

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 741’an de berdewam dike. Ji ber ku edliye di dawiya hefteyê de nayê vekirin, malbatê çalakî li mala xwe ya Pirsûsê domand.

Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesabê xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Şert û merc çiqas giran dibin bila bibin, divê em vê pergala ku darazê weke çi di destê xwe de bi kar tîne biguherînin. Pêdiviya me çiqas bi av û hewa hebe, ew qas jî jî bo azadî, wekhevî û edaletê heye. Em ê bi hev re demokrasî û edaletê bînin vî welatî.”