3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ûçar û Bûldan li Wan û Stenbolê cejna gel pîroz kirin

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Stenbolê û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî li Wanê cejna gel pîroz kir.

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê tev li bernameya pîrozkirina Cejna Qurbanê bû. Rêveberên partiyan, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li bernameyê bûn. Hevberdevk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, di bernameyê de axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.

Di berdewamê de Ûçar, bertek nîşanî girtina rojnameger Merdan Yanardag a ji ber rexnekirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û diyar kir ku girtina Yanardag mînaka bêhiqûqiya li welat e û ev tişt got: “Lê ji bo me ya herî girîng bêhiqûqiya li ser birêz Ocalan e ku qetlîamek hiqûqê ye. Ji ber vê yekê em difikirin ku ne tenê kurd her kesê ku li vî welatî dijî, divê dîmen-wêne mezin ê tecrîdê bibîne. Heya ku em li ber vê qetlîama hiqûqê re serî ranekin, îro Merdan Yanardag û sibê jî kesên din dê bi vê bêhiqûqiyê re rûirû bimînin.”

Wan

Şandeya Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di nav de

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî bi heyeteke ku ji Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk dihat, li navçeyên Erdîşê, Bêgirê û Ebexê yên Wanê serdanên Cejna Qurbanê kir û cejna xelkê pîroz kir. Bûldan û şandeya pê re ewilî serdana Erdîşê kirin.

Bûldan, li Erdîşê axivî û destnîşan kir ku hê jî li dijî gelê kurd polîtîkaya înkarê berdewam dike. Bûldan, anî ziman ku ew di ferqa kêmasiyên xwe de ne û ew ê di meha îlonê de kongreya xwe pêk bînin û wê bi plansazî û ferasetek nû û rûyên nû rabin.

Bûldan û heyeta pê re piştî Erdîşê derbasî navçeyên Bêgirê û Ebexê bûn û tev li pîrozbahiyên cejnê bûn.

Bûldan û heyeta pê re dê sibê jî li navçeyên Qelqelî û Seravê serdana gel bikin.