8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navdaran ji bo berdana Dûrak banga kirin

Muzîkjen, derhêner û nivîskar jî di nav de navdarên cîhanê ji bo berdana hunermenda girtî Nûdem Dûrak bang kirin.

Stranbêja kurd Nûdem Dûrak li Girtîgeha Baybûrtê ya Tîpa M’yê girtî ye. Bi hinceta ku stranên kurdî gotiye di sala 2015’an de bi angaşta “Endamtiya Rêxistinê” hat girtin. Du doz lê hatin vekirin û ji her du dosyeyan 19 sal ceza lê hat birîn. Muzîkjen, nivîskar û derhenêrên li seranserî cîhanê tên nasîn ji bo berdan Nûdem Dûrak metneke hevpar îmze kirin û banga berdanê kirin.

Di metnê de hat diyarkirin ku Nûdem Dûrak ne endama rêxistinê ye û heke Nûdem Dûrak tevahiya vî cezayî bikişîne wê di 2034’an de were berdan. Di metnê de hat gotin ku Dûrak ji ber fikrên xwe hatiye cezakirin û hat destnîşankirin ku ew hunermend e. Di berdewama metnê de hat diyarkirin ku Nûdem Dûrak li ser beyanên şahidan hatiye girtin û divê heta 2034’an di girtîgehê de nemîne.

Kesên îmze dane

Navên kesên ku metna berdana Nûdem Dûrak xwestine were berdan îmze kirine wiha ne: Bryan Adams muzîkjen Kanada, Tunde Adebimpe muzîkjen DYA, Joseph Andras nivîskar Fransa, Ramin Bahrani derhêner Îran/DYA, Saleh Bakri aktor Filistin, Jeanne Balibar aktor Fransa, Frank Barat nivîskar Belçîka, Juliette Binoche aktris Fransa, Rachida Brakni aktrîs Fransa, Breyten Breytenbach nivîskar bAŞÛRÊ Efrîka, Eric Cantona aktor Fransa, Carmen Castillo derhêner Şîlî, Isabel Coixet derhêner Îspanya, Molly Crabapple hunermend DYA, Erri De Luca nivîskar Îtalya, Sara Driver derhêner DYA, Brian Eno muzîkjen Brîtanya Mezin, Asli Erdogan nivîskar Tirkiye, Annie Ernaux nivîskar Fransa, Peter Gabriel muzîkjen Brîtanya Mezin, Anouk Grinberg aktor Fransa, Robert Guédiguian derhêner Fransa, Annemarie Jacir derhêner Filistîn, Nicolas Jaar muzîkjen Şîlî, Jim Jarmusch derhêner DYA, Aki Kaurismaki derhêner Finlandiya, Talib Kweli muzîkjen DYA, Paul Laverty senarist Brîtanya Mezin, Ken Loach derhêner Brîtanya Mezin, Miriam Margolyes aktor Brîtanya Mezin, Emel Mathlouthi muzîkjen Tunus, Sepideh Moafi aktor DYA, Thurston Moore muzîkjen DYA, Tom Morello DYA, PEN Afrikaans Başûrê Efrîka, Charlie Reid muzîkjen Brîtanya Mezin, Arundhati Roy nivîskar Hindistan, Mark Ruffalo aktor DYA, Pinar Selek nivîskar Tirkiye, Shumona Sinha nivîskar Hindistan/Fransa, Ahdaf Soueif nivîskar Misir, Serj Tankian muzîkjen DYA, Ece Temelkuran nivîskar Tirkiye, Ana Tijoux muzîkjen Şîlî, Éric Vuillard nivîskar Fransa, Alice Walker nivîskar DYA.