spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber kuştina zarokê 17 salî Fransa li ser agir e

Li Fransayê, xwepêşandanên ku ji ber kuştina zarokê 17 salî dest pê kirin didomin. Di şeva sêyemîn a xwepêşandanan de şaredarî, wesayît, firoşgeh û dibistan hatin şewitandin.

Li Fransayê, roja sêşemê zarokê ji Cezayîrê yê 17 salî bi hinceta ku pîvanên trafîkê bin pê kiriye ji aliyê polîsên Fransayê ve hate kuştin. Piştî ku dîmen li ser medya sanal hatin belavkirin li welat çalakiyên şermezarkirinê destpê kirin. Li ser destpêkirina çalakiyan polîsê kujer hate binçavkirin û dozgeriyê xwest bê girtin.

Her wiha polîsê kujer ji malbata zarok xwest ku ew efû bikin.

Çalakî û xwepêşandanên ku li welat dest pê kirin nehatine rawestandin û lig elek bajarên welat berbelav bûn. Ji ber ku çalakî û xwepêşandan di şeva sêyemîn de jî berdewam kirin, Wezareta Karên Hundir a Fransayê, bi daxuyaniyekê ragihand ku li seranserê welat nêzî 40 hezar hêzên ewlekariyê wezîfedar kirine. Ji van hêzan 5 hezar jê li Parîsê hatine wezîfedarkirin.

667 kes binçav kirine

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Fransayê ya der barê mijarê de di şeva pêncşem-înê de 307 jê li herêma Parîsê bi giştî 667 kes hatine binçavkirin. Wezaretê, her wiha diyar kir ku 249 polîs û cenderme jî di çalakiyan  de birîndar bûne. Lê wezaretê der barê birîndariya xwepêşandêran de tu agahî neda. Ji ber vê nayê zanîn ku di xwepêşandanan de xwepêşander birîndar bûne ya na.

Gelek dever şewitandin

Di xwepêşandanên li bajarên Lyon, Grenoble, Saînt-Êtîenneyê de otobusek hate şewitandin, kevir li tramvayê hatin barandin, wesayît hatin şewitandin, şaredarî, kreş û dibistan bûne hedefa êrîşan. Di nava deverên hatin şewitandin de kreş û qereqolên polîsan jî hene.

Tê gotin ku xwepêşandêran êrîş birine ser rojnamegeran jî. Rojnameya Le Fîgaro, diyar kir ku êrîş li du rojnamegerên wan hatine kirin. Hate ragihandin ku telefona yek ji van rojnamegeran hatiye dizîn, rojnamegerê din jî ji ber tundiyê bi lez rakirine nexweşxaneyê.

Wênekêşekî rojnameya Lîberatîon û du rojnamegerên din jî bûn hedefa çalakgeran.

Li banliyoya Aûbervîllîersê ya Parîsê jî 11 otobus hatin şewitandin.

Şewatên li Parîsê

Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê, der barê xwepêşandanan de bi daxuyaniyekê ragihang ku li navenda bajêr bi şev hezar û 569 dever hatine şewitandin. Dîsa li gorî hin dîmenên ku li ser medya sanal hatine weşandin, gelek firoşgeh û banka hatin şewitandin û bûyerên talankirinê zêde bûne.

Gihîştin Belçîkayê jî

Xwepêşandanên li Fransayê gihîştin Belçîkayê jî. Li ser bangeke kul i ser medya sanal hate kirin li gelek komunên Brukselê jî ciwan daketin qadan. Li gorî Midûriyeta Emniyetê ya Brukselê, di xwepêşandanên li welat de bi giştî 64 kes hatine binçavkirin.