30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wanê buhayê nan û rê hate zêdekirin

Li Wanê careke din bihayê nan û rê hatin zêdekirin. Bi zemê re nan ji 2 lîre û 80 qurişî derket 3 lîre û 20 qurişî.

Zemkirina bihayê tiştan a piştî hilbijartinê ya ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve didome. Di vê çarçoveyê de li Wanê bihayê nan û rê hatine zêdekirin. Di destpêka meha hezîranê de buhayê 50 kîlo ard ji 380 TL’yî derketibû 550 TL’yî. Zema giran a li ard hate kirin bandor li nan jî kir.

Şaredariya ku qeyûm dest daniye ser çav berda nanê gelê xizan. Bi zema nû re nanê ku berê bi 2 lîre û 80 qurişî dihate firotin derket 3 lîre û 20 qurişî. Her wiha nanê ku firin, market û dikanan bi 3 lîreyî difirotin jî derket 4 lîreyan.

Desthilata AKP-MHP’ê ku bi polîtîkayên dimeşînin gelê kurd û tirk mehkûmî xizaniyê kirine, di rojên dawî de li ser hev buhayê sotemeniyê zêde kir. Bi zemên dawî re motorîn û benzîn derketin ser 25 lîreyan. Bi zema li sotemeniyê re buhayê çûn û hatinê jî ji sedî 25 zêde bû û bilêtek ku bi 6 lîreyî bû derket 7.5 lîreyan.

Ji ber zêdekirina buhayê bilêtan servîskar nikarin rêwiyan bibînin.