3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bakur qezayên trafîqê: 3 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn

Li bakurê Kurdistanê, gelek qezayên trafîkê pêk hatin û di qezayan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Bi cejna qurbanê re li bakurê Kurdistanê hejmara qezayên trafîqê zêde bûn. Di vê çarçoveyê de li bajarên bakurê Kurdistanê yên mîna Amed, Xarpêt, Sêwaz û Erzînganê qezayên trafîqê pêk hatin. Li navçeya Peyasê ya Amedê du otomobîl li hev qelibîn. Wesayîtek ket dikaneke girtî û di encama qezayê de kesek ku li kolanê dimeşiya jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Qezayeke din jî li ser rêya Erzingan û Sêwazê çêbû. Di qezayê de otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn. Di encama qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li bajarokê Hoxê yê Xarpêtê jî otomobîleke ku ji Çewlikê dihat li dîrekeke elektrîkê qelibî û di encama qezayê de 6 kes birîndar bûn. Ajokar di otomobolî de asê ma û piştre hat rizgarkirin.

Li Sêwazê jî otomobîlek ji rê derket û wergeriya. Di encama qezayê de yek jê pitik 3 kes birîndar bûn.